Wêne-nûçe: Avahiyên dîrokî jî nekaribûn xwe li ber erdhêjê bigrin

16/02/2023
Wêne- Twîtter- @dkulturtabiat

Erdhêja 6 Sibatê ya bandorê li 10 bajaran kir, him di warê canî him jî di warê çandî de rê li ber zirareke mezin vekir.

Li Antakya,Mereş Amed, Semsur gelek avahiyên dîrokî jî ji vê zirarê para xwe girtin.

Komeleya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê ji bo tespitkirina wan ziraran beriya cend rojan dest bi kar û xebatan kir.

Komeleyê di navbera 9-11ê Sibatê de li ser Keleha Amedê ziraran di cîh de tespît kir û bi wêneyan ev yek pişt rast kir.

Di wêneyên hatin belavkirin de jî hate dîtîn ku keleh zirareke ciddî dîtiye.

Hinek beşên dîwarên Sûra Amedê hilweşiyan. Hatiye ragihandin ev beşên ku hatine hilweşandin di asta restorekirinê de bûn û di rojê pêşerojê de dihatin restorekirin.

Keleha Amedê xwedî dîrokek 5 hezar salî ye.Di lîsteye Mîrateya Çandî ya Cîhanê de cîh digre û bi dehan şaristaniyan re malovaniyê kiriye.

Bedena Amedê 100 metre li jora Geliyê Çemê Dîcleyê ye û ji keleheke hundir û derve pêk tê.

Di sala 20215an de ji aliyê UNESCOyê ve ketibû listeya divê bê parastin.

Her wîha ne tenê li Amedê li Semsur û Antakyayê jî avahiyên dîrokî hilweşîyan.

Li Adiyamanê stûna destan a li Tumula Karakuşê ya 2 hezar salî ji ber erdhejên navenda Mereşê hilweşiya.

Li Antakyayê jî ku ji ber erdhêjê kevir li ser kevir nema, Dêra Azizler Petrus PAvlus jî ji erdhêjê para xwe girt û hilweşîya.

UNESCO, di derbarê hilweşandina avaniyên dîrokî ku di zirarê dîtine da daxuyaniyeke belavkir.

Di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê envantera cihên dîrokî û çandî derxin û ji bo restorasyonên cihên dîrokî di demeke kurt de dest bi xebatan bikin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

LIVE-11th day of the earthquake

Weşana paşê

Zarokên bênav yên erdhêjê

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di