Heyva Şîrspî

Tu yê çi bikî bi wê, ev jî derdek e. Tu yê nekaribî himbêz bikî, ne milên te ew qas mezin û fireh in ne jî bedena te. Tu yê pê re guhdarî strana xwe bikî? Dibe ku jê hez neke. Tu yê hema xwe li ber dirêj bikî û li bendê bî ku porê te miz bide. Dibe ku ew nexwaze, tu nikarî bi zorî porê xwe bidî mizdan. Heke nexwaze, tu yê xwe xirabtir hîs bikî, belawelatir, tu yê bêhtir biwestî!

***

Perdeya nîvvekirî te aciz dike, çend caran tu lê dinêrî, wekî ku te girtiye tê bîra te, lê cara dawî lê dinêrî dîsa vekiriye, diçî û bi lez digirî. Piştî ku digirî, pê dihesî ku te roniya heyvê jî qut kiriye. Gelo wê roniyê tu aciz kirî an nîvvekirîbûna perdeyê? Perde xweveşartinek e? Tu ji xwe pirs dikî. Tu xwe ji xwe vedişêrî yan ji roniya derve. Tu difikirî, bersiv kîjan jî be divê girtî be. Niha perdeya spî ya ku bi salan e li wir, li ber paceya te aliqîye, girtî ye. Wextê girtina wê jî heye helbet, wexta ku tu roniya hundir vêdixî, divê tu ji derve xuya nekî, lê tu her dem dixwazî bi roj jî wê perdeyê bigirî. Dibe ku tu xwe ji roniya tavê jî vedişêrî, an jî diparêzî. Tu dibêjî heke ew ronî bê, dê dinyaya te tarîtir bike.  

Tu hêdî, pir hêdî perdeyê didî alî dîsa, li heyvê dinêrî bi çavekî şermokî. Ji te enirî ye? Tu meraq dikî. Wek roniya xwe kêmtir kiriye. Ev heyv, dibêjî, li ser vî esmanî derdikeve, ji bo te tenê derdikeve? Ne ji bo kesên din jî, ne ji bo hemû gerdûnê? Ne ji bo ku behrê bibiriqîne, ne ji bo ku serê çiyayan hinekî ronî bike? Ne ji bo ku esman xweştir xuya bibe. Lê tu tenê xwe, êşa xwe difikirî û biryar didî ku qet nebe îşev ev heyva ku şîrspî ye, tenê ji bo te derketiye. Dê çi bibe tenê ji bo te be? Dê çi bibe bila kesên din bê xwe bihêle, bila îşev bibe ya te. 

Tu xwe dibînî di wê de. Çavên wê jî xemgîn xuya ne, pêdiviya wê jî bi strana te heye, lê tu ew qas xwe difikirî ne êşa xwe ne strana xwe pê re parve dikî. Tu nikarî, tu îşev naxwazî bi kesekî re, bi tiştekî re, bi heyva xwe ya ku bûye ya te, ji bo şevekê, tiştekî xwe parve bikî. Tu wê wekî malzemeyeke êşa xwe bi kar tînî. Tu wê ji bo xwe bi kar tînî. Tu dixwazî bi sekna xwe hinekî din êş bide te, hinekî din te ji te dûr bixe, te hinekî din bigihîne, tu tenê dixwazî bila îşev ji bo te bigere. Lê tu qet naxwazî bifikirî ka gelo ew jî dixwaze an na? Ew dixwaze vê peywirê bigire ser milên xwe? Ew ê çima ji bo te bigere îşev? Bi tenê ji ber ku tu wisa dixwazî? Bila bixwaze, tu dibêjî, ji ber ku tu dixwazî bila ew jî bixwaze, bêyî dilê xwe jî be bila îşev bibe ya te û ji bo te bigere.

Lê çi guherî, tu dibêjî. Heyva ku tu li dora xwe gerandî bi mehan, wekî firfirokekê bûyî û li benda şevên bixezeb mayî, ka dê qebûl bike ku bibe ya te an na, çima îşev qebûl bike, çima tu dibî fermandarek û li ser dilîzî û li ser ferz dikî ku îşev ya te ye, ne ya kesên din. Tenêtiya wê dibe ku te ber bi van fikran ve dibe, dibe ku wekî ku tu hizir dikî ne ew qas tenê be, hemû dinya dibe ku ya wê be, pir hêzdar û xurt be, ne wek te. Tu ji bo çi wê jî wekî xwe dibînî û dixwazî ji bo şevekê ya te be û ji bo qenciya wê, ji wê tenêtiya wê -ya ku tu bi rastî jî nizanî wisa ye an na- xilas bikî? Tu yê xwe baştir hîs bikî? Tu yê bi serkeftina xwe ya bidestxistina wê serbilind bibî? Tu nizanî, yek ji van jî ne xema te ye, tu bi tenê dixwazî hema bila îşev a te be û tiştekî din nefikirî.

Tu yê çi bikî bi wê, ev jî derdek e. Tu yê nekaribî himbêz bikî, ne milên te ew qas mezin û fireh in ne jî bedena te. Tu yê pê re guhdarî strana xwe bikî? Dibe ku jê hez neke. Tu yê hema xwe li ber dirêj bikî û li bendê bî ku porê te miz bide. Dibe ku ew nexwaze, tu nikarî bi zorî porê xwe bidî mizdan. Heke nexwaze, tu yê xwe xirabtir hîs bikî, belawelatir, tu yê bêhtir biwestî! Tu westiyayî, tu xwe bi heyvê bidî hev jî tu dizanî ku tu westiyayî. Dixwazî aram bibî, lê carinan bêyî ku tiştek bibe hemû arambûna te ji dilê te difire û diçe. Tu heta ji te tê diqehirî û çavên te sor dibin, bi tiliyên xwe li eniya xwe didî da ku careke din aram bibî. Di wê demê de dibe ku hêdî hêdî aram bibî lê tu dizanî, piştre, belkî piştî demeke pir kurt dîsa dê arambûna te ji destê te bifilite.

Tu dîsa li heyvê dinêrî, aram e gelo wekî ku tu kêm caran hîs dikî. An dibe ku ew jî ji derve têra xwe biriqî xuya dike û di nav xwe de hêrsbûn, tunebûn û wêranbûna salan dihewîne. Heke wisa be, tu pê şa dibî. Qet nebe ew jî wekî te ye dibêjî. Heyv li te dinêre, bi rastî jî meraq dike ka tu çi dixwazî jê. Bê hemdî xwe te ev fikrên xwe bi deng gotine. Şaş dimîne û henekê xwe bi te dike ka tu ji ku dizanî hundirê wê jî ne biriqî ye. Te wisa hêvî dikir, te digot belkî ew jî kurmî bûye. 

Tu bi israr berê xwe didiyê dîsa. Her du destên xwe vedikî da ku êrîşî wê bikî û wê tune bikî, bila dibêjî, bila dinya hema bê roniya wê bimîne. Tu dixwazî pê re qirên bikî. Tu nikarî xwe bigihîniyê, ev jî derdeke din ji te re çêdike. Piştre tu xwe dibînî, li wir, li ser heyvê, tu daliqandî yî, destên te yên ku ji bo êrîşkirinê vebûbûn, ji milê te dihejin, lingên te bê can dimînin û du, sê carên dawî xwe dibin û tînin. Hêstirên te yên dawî ber bi lêvên te ve diherikin. Li ser rûyê te aramiyeke xweş heye, aramiya gihîştina heyvê, tu dizanî ku êdî ya te ye, hema ji bo îşev jî be!

Şîrove bike