95emîn xelatên Oscarê hatin belavkirin

95emîn Xelatên Oscarê ku yek ji mezintirîn xelatên cîhana sînemayê tê dîtin bi merasîmeke hatin belavkirin. Merasîma xelatdayînê li Şanoya Dolby ya Hollywoodê hat lidarxistin. Fîlma Malezyayî ya bi navê “Hemû tişt li her derê di heman demê de” 7 xelatan bi dest xist. Her wiha film, xelata “Fîlma Herî Baş” jî wergirt. Lîstikvana sereke […]

95emîn xelatên Oscarê hatin belavkirin
95emîn xelatên Oscarê hatin belavkirin
Botan Times
  • 13 Mart 2023 08:14

95emîn Xelatên Oscarê ku yek ji mezintirîn xelatên cîhana sînemayê tê dîtin bi merasîmeke hatin belavkirin.

Merasîma xelatdayînê li Şanoya Dolby ya Hollywoodê hat lidarxistin.

Fîlma Malezyayî ya bi navê “Hemû tişt li her derê di heman demê de” 7 xelatan bi dest xist.

Her wiha film, xelata “Fîlma Herî Baş” jî wergirt.

Lîstikvana sereke ya fîlmê, Michelle Yeoh xelata “Lîstikvana Herî Baş” wergirt û bû yekemîn lîstikvana Asyayî ku vê xelatê werdigire.

Derhênerên fîlmê Daniel Kwan û Daniel Scheinert jî xelata “Derhênerê Herî Baş” bi dest xistin.

Lîstikvanê sereke yê fîlma “The Whale” Brendan Fraser jî xelata “Lîstikvanê Herî Baş” bi dest xist.

Xelat din ên ku hatine dayîn ev in:

Fîlma Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Derhênerê Herî Baş: Daniel Kwan, Daniel Scheinert – Everything Everywhere At Once

Lîstikvana Herî Baş a Jin: Michelle Yeoh – Everything Everywhere All At Once

Lîstikvanê Herî Baş: Brendan Fraser – The Whale

Lîstikvana Herî Baş a Duyem: Jamie Lee Curtis – Everything Everywhere All At Once

Lîstikvanê Herî Baş ê Alîkar: Ke Huy Quan – Everything Everywhere All At Once

Dengê Herî Baş: Top Gun: Maverick

Senaryoya Adaptekirî ya Herî Baş: Women Talking

Strana Orjînal a Herî Baş: “Naatu Naatu” – RRR

Efekta Dîtbarî ya Herî Baş: Avatar: The Way of Water

Dîzayna Produksiyonê ya Herî Baş:  All Quiet on the Western Front

Belgefîlma Kurt a Herî Baş: The Elephant Whisperers

Strana Fîlmê ya Orjînal a Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Kurte-fîlma Live-Action a Herî Baş: An Irish Goodbye

Anîmasyon a Kurt a Herî Baş: The Boy, the Mole, the Fox, and the Horse

Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Sînematografiya Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Belgefîlma Herî Baş: Navalny

Anîmasyona Herî Baş: Guillermo del Toro’s Pinocchio

Senaryoya Orjînal a Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Lihevanîna Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Dîzayna Cilûbergan a Herî Baş: Black Panther: Wakanda Forever

Makeup û Çêkirina Por a Herî Baş: The Whale