Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Semîha Yildizê xelata 3yemîn kurtefîlmê herî baş standiye

08/11/2021

Xebatkara Botan Internationalê Semîha Yildiz, ku derhêner û çêkera fîlmên anîmasyonan e, bi kurtefîlma xwe ya bi navê Cûdîyê Miradan di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê de xelat standiye.

12em Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê wê di 28ê Cotmehê de dest pê kiribû û îsal di festîvalê de 40 fîlm hatin nîşandan ku 4 jê metrajdirêj, 10 belgefîlm, 6 anîmasyon û 23 jî kurtefîlm bûn.

Yek ji wan fîlman ‘Cudîyê Miradan’ bû ku derhêner Semîha Yildizê ev fîlm çêkiriye. Fîlm 30ê Cotmehê hatibû nîşandan. Û fîlmê Semîha Yildizê, Cûdîyê Miradan, xelata 3yemîn kurtefîlmê herî baş standiye.

Saziya amadekar, festîval îsal diyariyî derhênerê Kurd, Rahîm Zahibiyî kiriye ku di 47 saliya xwe de li Îranê ji ber sedemên nediyar hatiye kuştin. Zabihî di sala 1971an de li bajarê Baneyê ji dayîk bûye. 17 fîlmên kurt, metrajdirêj û belgefîlm amade kirine. Gelek xelat wergirtine ku “Hawar” di Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê de xelata baştirîn fîlmî standiye.

Festîval her weha di bin sernavê “4 parçe yek sînema”yê de pêk hat ku armanc dikir derhêner, lîstikvan û temaşevanên kurd bîne cem hev.

Festîvalê 28ê Cotmehê saet di 18.00ê de bi konsera Pervîn Çakar û Ertan Tekînî destpê kir. Heman şevê fîlmê “Azmûn” ê Şewket Emîn Korkî hate nîşandan
û festîvalê dest pê kir.

Di bernameya festîvalê de her weha wê bi beşdariya derhêner û lîstikvanan gotûbêj pêk hatin û bi nîşandana fîlmê Ferît Karahanî yê bi navê “Okul Traşı” jî bi dawî bû.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan