Gelo tişta ku têkilîyan domdar, xurttir û bextewertir dike çi ye?

Mirovan li cîhanê têkilî li gel her kes û her tiştên zindî danîne. Mirov, li gel mirovan, ajalan û heta li gel gîhayan jî tekilîyekê datînin. Gelo ev têkilî bi me çi didin hîskirin, em di nav wan têkilîyan da ji bo xwe cihekî çawa peyda dikin, ev têkilî kirasekî çawa li me dike? Bi dehan pirsên bi vî rengî di hişê mirovan da peyda dibin.

Yek ji têkilîyên herî zindî jî, têkilîya partneran e. Ji ber ku îhtimal heye ew ku ev têkilî bi salan bidome. Gelo ji bo têkilîyeka xurt û bextewer pêdivîya mirovan bi çi heye?

Di vê babetê da derûnnas Dr. John Gottman û Dr. Julie Schwartz Gottman ji bo CNBCyê axivîne. Wan destnîşan kirine ku 35 sal e zewaceka jidil didomînin. Li gel vê zewaca dirêj wan terapîstîya zêdetirî 40.000 hevjîn û partneran jî kirine.

Ew dibêjin ku her çiqas hemû partnerî yekta bin û zehmetîyên wan ji hev cuda jî bin, em dikarin di xaleka hevbeş da xwe bigihînin hev. Ew xal jî teqdîrkirin e. Herkes dixwaze ku di têkilîya xwe da were dîtin, qedrê wê/î were girtin û keda wê/î were zanîn.

Bi nezera wan di têkilîyeka jidil û bicoş da pêdivî bi çandeka pesndanê heye. Ji xeynî ku em xeletîyên partner/hevjînên xwe bibînin û van xeletîyan li rûyê wan bidin, divê em hemî kiryarên wan yên qenc jî bibînin û dilê wan xweş bikin û wan teqdîr bikin.

Dr. John Gottman û Dr. Julie Schwartz Gottman derbarê vê babetê da nexşerêyeke bi vî rengî jî pêşkêş dikin.

Bila her kes bibe antropologek û li pey şopa partnera/ê xwe bikeve. Ji ber ku em bi rihetî dikarin tiştên neyînî bibînin û wan deşîfre bikin. Lê divê em bala xwe bidin ser tiştên erênî û wan di bîra xwe da mihafize bikin. Herwiha ew bi me didin zanîn ka çiqas giringîya spasîyê heye. Ew pêşnîyaz dikin ku dema partner/hevjîna we tiştekî asayî yan jî tiştekî rûtîn jî bike, divê hûn malavayî û spasîya wê/î bikin.

Ji aliyê din ve derûnnas û şêwirmenda hevjînan Fidan Sarsılmaz, ku bi salan e şêwirmendîya jin û mêran dike, derbarê têkilîya jin û mêran da van pêşnîyazan dike:

1. Di têkilîyan da tişta herî giring ew e ku her du alîyên vê têkilîyê bêyî ku li hember hev xwe biparêzin yan jî êriş bikin, pêdivî bi danûstandineka bêşidet heye. Eger danûstandineka durist pêk neyê, partner/ jin û mêr nikarin li kêşe û problemên xwe yên din hûr bibin. Berî her tiştî ya ferz ew e ku rêyeka durist ya danûstandinê bê avakirin.

2. Partner çiqas dikarin problemên xwe yên têkilîyê çareser bikin? Ji bo vê yekê serî li piştgirîyeka prosfeyonel didin yan ne? Ew çiqas rêz û hurmetê li sînor û hessasîyetên hev digirin? Ji bo têkilîyeka domdar û bextewer lazim e ku partner hessasîyetên hev bizanin û rêz û hurmetê li hev bigirin.

3. Xaleka din a giring jî ew e ku partner eleqeyeka maqûl bibînin. Bi gotineka din divê partner arezû û daxwazên hev bibînin û guh bidin wan. Li gel vê yekê ya muhimtir ew e ka em çiqasî guh didin daxwaz û arezûyên xwe yên şexsî yên wê têkilîyê.