Firat Cewerî xelata Ostanayê wergirt

Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya 2024an ya Ostanayê wergirt, ji ber ku bi berdewamî, ew hemî dewlemendîya zimanê xwe dinivîse.

Li gorî nûçeya Premio Ostana Firat cewerî ji ber van xebatan hatîye xelatkirin: Hemî xebatên xwe, yên wekî çîrok, helbest û roman bi kurdî nivîsîne û çapkirine ku desthilatdar hewil didin wî zimanî tune bikin.

Herî dawî, Akamemîya Swêdê îsal nivîskar û wergêrê kurd Firat Cewerî hêjayî wergirtina Xelatê Danasîna Çanda Swêdê li Derveyî Welat dîtibû.

“Zimanê min yê zikmakî stargeha min e”

Firat Cewerî kî ye

Firat Cewerî sala 1959an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Biçûkatîya xwe li Nisêbênê derbas dike. Di 20 salîya xwe da berê xwe dide edebîyata kurdî. Salên 1980yî mişext dibe Swêdê. Wî di çendîn qadên edebîyatê da berhem nivîsîne. Bi dehan berhemên edebî yên cîhanê wergêrane kurdî. Bê navber 10 salan, di weşana kovara Nûdemê da kar kirîye. Yek ji berhemên giring ya edebîyata kurdî kovara Hawarê jinûve kom dike û di nav weşanên Nûdemê da diweşîne. Bi salan di rêveberîya PENa Swêdê da cih girtîye. Berhemên Cewerî bo zimanên wekî swêdî, almanî, farisî, erebî û tirkî hatine wergêran. Ew aniha li Swêdê jîyana xwe didomîne.

Çendek ji berhemên wî ev in

Name Bo, Girtî, Pêlên Deryaya Reş, Romanseke Çilmisî, Li Mala Mîr, Ezê Yekî Bikujim, Çîroka Malbata Evdo, Marîa Melekek Bû, Kevoka Spî û Derza Dilê min.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir