Walîtîyê destûr da lîstika tirkî lê lîstika kurdî qedexe kir

Walîtîyê destûr da lîstika tirkî lê lîstika kurdî qedexe kir
Walîtîyê destûr da lîstika tirkî lê lîstika kurdî qedexe kir
Vahdet Uçar
  • 9 Aralık 2021 07:14

Walîtiya Mêrdînê ya ku bi hinceta ‘pandemîyê’ destûr neda şanoya kurdî, destûr da lîstika şanoya tirkî.

Walîtiya Mêrdînê di 5ê meha Kanûna Pêşî de bi hinceta “pandemîyê” destûr neda lîstika kurdî ya Tartuffe ku Şanoya Bajarê Amedê pêşkêş dike. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de bi hênceta ”15 rojan qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan” ev kirin meşrû kiriye û wiha daxuyanî daye, “Di naveroka serlêdanê de der barê şanoya bi Kurdî de ti îfade nîne.” Her wiha walîtîyê daye zanîn ku ger di 17ê Kanûnê de ji nû ve serlêdan bê kirin dê daxwaz bê nirxandin.

Lê piştî vê buyerê bi çend rojan derket holê ku walîtiyê destûr daye lîstikeke cuda ya şanoyê ku bi zimanê tirkî ye. Hate hînbûn ku şanoya bi navê “Ağaçlar Ayakta Ölür” ya ku dê di 12ê Kanûnê de ji aliyê Şanoya Karê ve bê lîstin ji aliyê walîtiyê ve destûr standiye.

Çavkanî: artıgerçek