Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser salvegera 7an ya mirina sîyasetvan Murat Bozlak bi Kurdî û Tirkî twît nivîsîn.

HDPê bi Tirkî bi bîr xist ku Bozlak bo Partîya Demokrasîyê ya Gel (HADEP) seroktî kiriye û wî jîyana xwe daye têkoşîna bo demokrasî, azadî û aştîyê.

Di hesabê HDP Kurdî de jî ”Di 7’emîn salvegera koça wî ya dawî de em siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin. Keda wî ya di têkoşîna azadî û demokrasîyê de nayê jibîrkirin” hat nivîsîn.

Bozlak di 1952an de li Şereflîkoçhisar ya Enqerê hatiye dinê û ew piştî mirina wî ya li sala 2015an li wir hatiye definkirin.

Foto: Twitter, @hdpgenelmerkezi