Komeleya Yekîtiya Doktorên Tirk aşkere kiriye ku dê doktor dest bi rêzeçalakîyan bikin

TTB yê (Yekîtiya Doktorên Tirk) civîneka çapemenîyê pêk aniye. Ev civîn ji bo aşkerekirina bernameya çalakîyên “Ked ya me ye, gotin ya me ye” hatiye pêk anîn. TTByê aşkere kiriye ku ew dê çalakîyên xwe berdewam bikin û bernameya xwe diyar kirine. Seroka Desteya Navendî ya TTByê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı, Sekreterê Giştî yê […]

Komeleya Yekîtiya Doktorên Tirk aşkere kiriye ku dê doktor dest bi rêzeçalakîyan bikin
Komeleya Yekîtiya Doktorên Tirk aşkere kiriye ku dê doktor dest bi rêzeçalakîyan bikin
Botan Times
  • 23 Şubat 2022 09:13

TTB yê (Yekîtiya Doktorên Tirk) civîneka çapemenîyê pêk aniye. Ev civîn ji bo aşkerekirina bernameya çalakîyên “Ked ya me ye, gotin ya me ye” hatiye pêk anîn. TTByê aşkere kiriye ku ew dê çalakîyên xwe berdewam bikin û bernameya xwe diyar kirine.

Seroka Desteya Navendî ya TTByê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı, Sekreterê Giştî yê Desteya Navendî yê TTByê Prof. Dr. Vedat Bulut, Endamê Desteya Navendî yê TTByê Doç. Dr. Deniz Erdoğdu, Serokê Odeya Doktoran a Enqereyê (ATO) Dr. Ali Karakoç û endama Lijneya Rêveber a ATOyê Dr. Ayşe Uğurlu beşdarî civînê bûne.

Seroka Desteya Navendî ya TTByê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancıyê di civînê de gotiye, “Weke hûn dizanin ev demeke dirêj e em bi hev re behsa têkçûna sîstema tenduristiyê ya li Tirkiyeyê dikin; him ji bo mafên xwe, daxwazên xwe him jî ji bo mafê tenduristiyê bi hev re têkoşînê dikin. Em ber bi 14ê Adarê Cejna Tibê ve diçin, ji bo em bibêjin di ’14-15ê Adarê de hemû doktor biçin Grevê/Wezîfeyê’ îro civiyan. Em careke din dixwazin ji we re bibêjin ku em ê mafê xwe teqez bidest bixin.”

Beşek ji daxwazên doktoran ev in:

“Em daxwaza mehaneyeke li gor jiyana mirovan dikin ku divê di teqawidbûnê de jî bi heman rengî be; em nikarin debara xwe bikin!”

“Bila COVID-19 weke nexweşiyeke pîşeyî were qebûlkirin!”

“Bila tundkariya li ser karmendên tenduristiyê ji holê rabe!”

“Di pênc deqîqeya de doktor nikarin karên xwe bikin!”

“Em perwerdeyeke zanistî, li gorî liyaqatê ya beriya derçûnê û piştî derçûnê dixwazin! Em nawxain di nava şert û mercên koletiyê de kar bikin!”

“Ev sîstema tenduristiyê êdî bi temamî kar nake!”

Korur Fincancıyê bernameya çalakiyan aşkere kiriye:

• 24ê Sibatê- 20ê Adara 2022yê: Desteya Navendî ya TTByê wê li bajaran bigere.

• 26ê Sibata 2022yê: Lijneya Rêveber a Giştî ya TTByê wê bicive.

• 1ê Adara 2022yê: Civîna çapemeniyê wê pêk were û wê “TTB û Odeyên Doktoran Daxwazên Doktoran Aşkere Bikin.” 

• 11ê Adara 2022yê: Civîneke çapemeniyê ya girseyî wê bi navê “Em Berpirsên Encamên Giran ên Pandemiyê Dizanin” pêk were. Desteya Navendî wê li ber avahiya Wezareta Tenduristiyê be. 

• 11ê Adara 2022yê: Heman rojê di saetên êvarê de wê bi beşdariya mêvanên di qada navnetewî de civînek online pêk were û li ser tedbîrên hatine wergirtin û yên nehatine wergirtin biaxivin. 

• 13ê Adara 2022yê: Li Stenbolê, Kombûna Spî û meşek wê pêk were. 

• 14-15ê Adara 2022yê: Kedkarên Tenduristiyê wê dest bi Grev/Wezîfeya Mezin bikin.

• 15ê Adara 2022yê: Serdana Komên Partiyên Siyasî wê bê kirin. 

• 16ê Adara 2022yê: Civîna Tenduristiya Gel a Netewî ya Dr. Nevzat Erenî wê bi navê, “Sîstemeke Din a Tenduristiyê: Çima, Çawa?” li dar bikeve. 

• 19-20ê Adara 2022yê: Li bajaran wê Civînên Mezin ên Spî pêk werin. 

Çavkanî: Bianet Kurdî*