Rapora Bianetê: Mêran di meha Sibatê de 25 jin kuştine

Rapora Bianetê: Mêran di meha Sibatê de 25 jin kuştine
Rapora Bianetê: Mêran di meha Sibatê de 25 jin kuştine
Botan Times
  • 6 Nisan 2022 10:32

Li gorî rapora Bianetê amade kirî; li gor agahîyên Bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adara 2022an de herî kêm 25 jin kuştine û tecawiz li 3 jinan kirine.

Di meha Adarê ya 2022an de medyayê mirina herî hindik 19 jinan (Amed (2), Kirikkale (1), Antalya (1), Sinop (1), Bursa (1), Stenbol (4), Samsun (1), Wan (1), Riha (1), Edirne (1), Kayseri (1), Karaman (1), Mersin (1), Duzce (1), Yalova (1)) weke biguman nivîsandiye.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adara 2022an de herî kêm 25 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 36 bû. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek welatiya Turkmenistanê, yek ya Afganistanê û yek jî welatiya Kirgizistanê bûye.

 Mêran hêrî kêm şeş jin digel ku biryara “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye ew kuştine.

Jinên ku di meha Kanuna Paşiyê de hatine kuştin

Adviye Ozgur, Aidanah Abykaliewa, Asya Pinar Uzumcu, Aynur K., Ayşe İşlek, Ayşe O., Ayşe P., Buket P., Çiçek Y., Ebru Cizdan, Eda Evli, Emine S., Fadime K., Fatma Çetin, Fatma Gumuş, Fatma S., Gulşen O., Kader Vural A., Marziye Salehzade, Nargul Jepbarova, Raziye Karabuga, Remziye Y., Şeyma Demir, Tuba K., Yağmur Sonmez.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (2), Semsûr (1), Bursa (2), Denizli (1), Erzîrom (2), Isparta (1), Stenbol (7), İzmir (1), Kirşehir (1), Kilîs (1), Kocaelî (1), Konya (2), Ordu (1), Sakarya (1), Tekirdag (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 18 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 7 jin ji ber ku xwestine“cihê bibe”, 2 jin jî ji ber pirsgirêkên aboriyê kuştiye.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 19 jin kuştine. du jin kurê wan, jinekê bavê wê, jinekê jî xizmê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 4 mêrên ku du jin kuştine nas e an ne nas e.

Mêran ji nîvê jinan zêdetir di nava malê de kuştiye.

Mêran 17 jin li nava malan, 4 jin jî li cihên weke nexweşxane, park, market, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinekê li kîderê kuştiye.

Mêran ji nîvî zêdetirê jinan bi çekên gulexwar kuştine.

Mêran 15 jin li nava malê, 10 jin jî li qadên derveyî malê yên weke kargeh, daristan, kolan û nexweşxaneyê kuştine.

Mêran 10 jin bi çekên gulexwar û 9 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha jinekê ji şaneşînê avêtine û ew kuştine, 5 jin jî bi fetisandinê kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 26 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 20 faîl hatine girtin.

Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “hatiye desteserkirin” û ya çar faîlan jî weke “xwekuştine” nivîsandiye her weha ya faîlek jî nenivîsandiye.

Kuştina zarokan

Di Adara 2022an de mêran herî kêm sê zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hejmar çar bû.  Zarokekê ji aliyê mêrê ku ew bi darê zorê di temenê piçûkî de pê re daye zewicandin ve hatiye kuştin. Du zarok bavê wan ew kuştine. Li Stenbol, Enqere û Edîrneyê sê zarok ji aliyê bavê xwe ve rastî tûndkariyê hatine.

Li Meletiyê zarokekê bi awayekî biguman miriye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine 

Nûray Demîr, Mehmet Alî A., Omer Asîl A.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Antalya(1), Stenbol(2)

Pêvajoya hiqûqî

Du faîl hebûne ku zarok kuştine. Jê yek hatiye girtin. Faîlek xwekuştiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adara 2022an de herî kêm tecawiz li 3 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 9 bû.

Jinekê xizmê wê, jinekê doktor û jinekê jî seyaqê wesayîtê tecawiz lê kiriye.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Aydin(1), Enqere(2)

Pêvajoya hiqûqî

3 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê du faîl hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Tacîz

Mêran di meha Adarê de herî kêm tacîz li 5 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 11 bû.

Mêran du jin bi girtina foto-vîdeo tacîz kirine. Her weha jinekê jî bi mastirbasyonê tacîz kiriye.

Mêran bi devkî û laşî tacîz li 4 jinan kirine. Mêran 5 jin jî li qadên derveyê mal tacîz kirine. Mêran dîmenê jinekê li ser medya civakî belav kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 5 mêrên ku jin tacîz kirine nas e an ne nas e.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Mêrdîn(1), Stenbol(2), Kocaelî(1), çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîderê tacîz li jinekê kiriye.

Pêvajoya Hiqûqî

5 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her weha çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye

Îstîsmara li zarokan 

Mêran di meha Adarê de îstîsmar herî kêm li 12 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 25 bû. 

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 10 mêrên ku herî kêm tacîz li heft zarokan kirine nas e an ne nas e. Du zarok dersdêrê wan, zarokek patronê wê, zarokekê xizmê wê, zarokekê jî karmendê dibistanê îstismar lê kiriye.

Mêran li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan îstismar li 12 zarokan kirine.

Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine

Aydin (1), Balikesir (1), Çanakkale (1), Duzce (1), Stenbol (6), Şirnex (1), Riha (1)

Pêvajoya hiqûqî

15 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kiriye. Tenê 6 faîl hatine girtin. Du faîl hatine desteserkirin, faîlek ji wezîfeyê hatiye girtin, derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye vekirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nivîsandiye.

Tundkarî/Birîndarkirin

Mêran di meha adarê de tundkarî kêmanî li 51 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 68 bû.  

9 Jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel “biryara parastinê”, mêran tundkarî li 6 jinan kiriye. 

Du jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye sûriyeyhi, yek jî iraqî bû. 

Bajarên ku mêran li wan tundkarî li jinan kiriye Edene (10), Antalya (1), Bolû (1), Denîzlî (1), Edîrne (18), Eskîşehîr (1), Stenbol (6), Îzmîr (2), Qers (1), Kirklarelî (1), Mersîn (1), Mûgla (1), Samsûn (3), Tekîrdag (1), Trabzon (1), Zongûldak (1). Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran tundkarî li kîjan bajarî li jinekê kiriye. 

Hevjîn, destgirtî, hevjînê kevn, destgirtiyê kevn tundkarî kêmanî li 41 jinan kiriye. Kurên du jinan tundkarî li wan kiriye. Ajokarekî tundkarî li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 jinên ku tundkarî li wan bûne, mêrên tundkarî kirine nas dikin an na.

Çapemeniyê mahneya 39 bûyerên tundkariyê nenivîsiye. Mêran bi mahneya ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, tundkarî li 12 jinan kiriye.

Mêran derb li 39 jinan dane û ew birîndar kirine, 6 jin bi çekên guleber û 6 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. 

Mêran li salonên kuaforiyê, li kargehan, li nava otobisan, li daristanan û cihên din ên weke wan tundkarî li 20 jinan kiriye. Li nava malan tundkarî li 27 jinan kiriye. Çapemeniyê cihên ku mêran tundkarî li 4 jinan kiriye, nenivîsiye.

Pêvajoya HiqûqîKêmanî 51 faîlên tundkariya jinan hebû. Bi tenê 3 jê hatine girtin. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya 25 faîlan gotiye, “karûbarên yasayî ji bo wan dane destpêkirin.”6 faîl hatine desteserkirin. Doz li faîlekî vebûye. Çapemeniyê ji bo sê faîlan gotiye “lê digerin”, ji bo faîlekî jî gotiye “serbest bûye.”

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di Adarê de bi darê zorê karkeriya seksî bi 93 jinan dane kirin. Par heman mehê ev hejbar 66 bû. 6 jinên ku neçarî karkeriya seksê kirine ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava 93 kesan de zarok jî hebûn. 

Pêvajoya hiqûqî51 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. 35 faîl hatine desteserkirin. 12 faîl hatine girtin. Çar faîl serbest bûne. 

Çavkanî: Bianet Kurdî