Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’ek me hebe

 Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’ek me hebe, em bikaribin bi serbilindî wek ‘em’ qala xwe bikin, mîna di vê pirsa we de, xwe li derveyî ‘kurdan’ nehêlin û ji vir ve mîna objeyek be li ‘kurdan’ nenêrin. Ev bixwe wê gavek pir mezin be ber bi xeyalên mezintir.

Paşê ‘em’ kurd rojekê bibin xwediyê qedera xwe, li ser dika neteweyên azad, ligel/tevî neteweyên azad em ji bo cîhanek û jiyanek xweştir hewl bidin.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Piştî bersivandina van pirsên we ez ê dest bi wergerek nû bikim: Bîranînên David Ben Gurion, yekemîn serokwezîrê dewleta Israîlê. Wergera qediyayî, biyografiya siyonîstekî sosyalîst Berl Katznelson wê di demeke nêzîk de çap bibe. Piştî bîranînên Ben Gurion, ez ê berê xwe bidim şexsiyetekî edebî, bila navê wî surprîz be.

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Ez her tim bûme heyranê wan kesên ku ligel hemû dezavantajan karibûne bibin xwediyê qedera xwe, serxwebûna xwe, azadiya xwe. Ji zarokatiya xwe ve min gelek kesên wiha nas kirine û her yekê/î ji bo demekê rojeva min dagir kirine, ji vî aliyî ve dem bi dem kesên cuda dikevin rojeva min. Yanê, tenê yek şexsek tuneye ku bi ezelî û ebedî heyrana wê/î bim.

Wergerên min yên dawî jiyana wan kesan e ku van salên dawî de ez heyranê wan im: Theodor Herzl, Eliezer Ben Yehuda, Golda Meir, Berl Katznelson û David Ben Gurion… Çima? Îlham didin, hêvî didin min. Tiştên ku di nav me de kêm dibînim, di wan de heye û wan jî pir nîqaş kirine û di armanca xwe de bi ser ketine. Bawer dikim di gelek warî de em dikarin ji wan îstifade bikin.

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Min pir dixwest şiyanek min wiha hebe ku bikaribim di her qadê de tirkî ji jiyana me derxim; hiş û aqlê me ji bandora tirkan (ya ereb û farisan jî helbet) derxim; xwebawerî û hêza me zêde bikim, em ji xwe hez bikin; planên serdestên me û şirîkên wan xirab bikim.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir