Diljen Ronî: Ez niha çar stranan amade dikim

06/12/2023

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Xeyala min ya yekemin yekitîya kurdan e. Kurd êdî bes hevdu bikujin. Ez jî dixwazim gelek tiştan bibêjim lêbelê mixabin ji birakujî û bêtifaqîyê em nikarin pêşve biçin. Piştî yekitîya kurdan wê her tişt çareser bibe. Ya duyemin jî xwedîderketina ziman, çand û hunerê ye. Ji ber ku bingeha hebûnê axaftina bi zimanê dayikê û pêşveçûna çand û hunerê ye. 

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Ez niha 4 stranan amade dikim. Muzîka her çar stranan jî min çêkirîye û modern in. Gotinên stranekê jî yên min bixwe ne. Her sêyên din jî helbestên helbestvanên nemir Arjen Arî, Sebrî Botanî û Firat Cewerî ne. Bi taybetî min li ser Hewlêrê stranek amade kiriye. Ez bawer im dema xebatên studyoyê xilas bûn ez dê yek bi yek belav bikim li ser medya civakî û platformên dîjîtal.

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Ez ji kê dest pê bikim nizanim lê ez dixwazim di qada hunerê da bibêjim, yê sereke Ciwan Haco ye. Wekî din jî Mihemed Arif Cizirî, Mihemed Şêxo û Miradê Kinê ez dikarim bibêjim. 

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Bi rastî tiştek di destên min da hebûya min dê ew ji bo azadî û serfirazîya gelê xwe bi kar bianiya. Ji ber ku em kurd her tiştî heq dikin, gelek xirabî û nexweşî hatine serê me. Edî bes e lo…


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Engin Ölmez

Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.

Te ev dîtıne?

Heke te nameyek ji xwedê re binivîsîya dê te çi bigota?

Di çarçoveya benameya Kurtepirsê da, me ji 22 kesan 14 pirs kirin.

KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota? Ka

KURTEPIRS: Sadiq Ûskan

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota? -Nizanim!