Erdhêj û adem-î merkezîyet

Erê, meriv nikare dereceya erdhêjan biguherîne, lê meriv dikare bi tedbîran tesîra wan kêmtir bike. Bo vê yekê plansazîyeke baş, kesên xwedî liyaqat û şareza û organîzasyoneke herêmî û xweser lazim in. Yanî erdhêj jî polîtîk e û mirin û erdhêj jî bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî ne.

Wêne: Murat Bayram

Piştî erdhêja 6ê sibatê nêzî şeş mehan derbas bû. Di vê demê de ez sê caran li der û dora wan bajar û navçeyan gerîyam. Cara dawî ez çend roj berê çûm. Berî çûyînê, min çend rojan tweetên rojnamegerekî didîtin ku ji Hetayê wêne parve dikir û -wek mînak- digot: Sed û bîst roj, çend roj e?

Li Mereş, Semsûr, Hetay û Meletîyê gerîyam û min fam kir ku şeş meh mîna bayekî bi ser me re derbas bûye, lê li wan deran wek kevirê girêdayî ji cî nelivîyaye. Ji ber ku hilweşîna li Mereşê lokal bû, hinekî li wir rih bi heyatê ve hatîye, lê Hetay hîn bi enkaza xwe û Mereş bi perîşanîya xwe li ber çavan e. Ne ku tiştek pêşde naçe, lê meh li wan deran bûne wek salan. Wekî ku xaltîyekê gotî: Zemanê me û yê we ne yek zeman e!

Li alîyê din jî, wekî ku li Hetayê hevalekî gotî: Berî erdhêjê bêplanî, di dema erhêjê de bêplanî û piştî erdhêjê jî bêplanî hebû. Berî erhêjê bajar ne li gor planan, lê li gor ray û kêfa sîyasetê bi rê ve çûne. Di dema erdhêjê de plan û organîzasyon hebin jî, li hev ketin û her tişt tevlihev bû. Cihê ku plansazî lê tunebe jixwe lîyaqat jî li wir bi cih nabe. Ger plan û lîyaqat nebin, kes nikare organizasyoneke li gor krîzê pêk bîne. Li gor min nirxandina van bêplanî û problemên din perdeyekê diavêje ser meseleyeke mezin û giring: Merkezîyet û adem-î merkezîyet an jî santralîzasyon û desantralîzasyon.

Meseleya adem-î merkezîyetê heta niha li Tirkîyê di nav rojevên sîyasî de bûn ku ew bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî ye. Bi dehan  salan e ku kî qala vê meseleyê bike, yan bi awayekî sîyasî qal dike yan jî li dijî wî pozîsyonên sîyasî tên girtin. Lê eyan û xuya bû ku krîzên wek erdhêjê, dest û nigên sazîyên ku bi merkezê ve girêdayî li hev digerîne. Ji ber ku pergala Tirkîyeyê her ku diçe navê merkezîyetê dijidîne û sazîyên herêmî bê hikm û qudret dihêle, ew sazî jî wek min û te li benda merkezê disekine. Di vê erhêjê de hinek sazîyên sîvîl hebûn ku li der û dora Tirkîyeyê şax û embarên wan hene. Dema ku xebera erdhêjê hatiye şax û embarên nêzîk, înîsîyatîf girtine û bi rê ketine. Kesî ji merkeza xwe destûra destpêkê negirtîye. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin Weqfa Alîkariya Mirovî İHHya Qeyserî yan Edeneyê berîya AFAD û KIZILAYê dest bi kar û alîkariyê kirine.

Bi navê Peymana Ewropayî ya Rêveberiya Xweseriya Herêmî (European Charter of Local Self-Government) peymanek heye ku armanca wê ew e ku xweserîya şaredarîyan bi cih bike û rêveberîyên herêmî xurttir bike da ku şaredarî karibin barê bajar û herêmên xwe hildin û li hember krîz û afatan xurttir bibin. Tirkîyeyê jî ev peyman qebûl kirîye lê ne bi temamî, bi şerhan qebûl kirîye. Bo nimûne Tirkîyeyê şerhek li paragrafekê daniye û dibêje “hemû proses û plansazîyên ku maqamên herêmî rasterast eleqedar dikin, divê bi wan re bi îstîşare were kirin. Ev qerar û plan li gor vî werin girtin û çêkirin.” Yanî gotîye “ez ê derheqê plan û qerarên herêmî de fikra rêveberîyên herêmî nepirsim, yan jî ne mecbûr im bipirsim.” Ji ber tirsa pirsgirêka kurdan pergaleke merkezî ava kiriye ku rol û potansîyela rêveberîyên herêmî lawaz kirîye. Îro li Mereş, Meletî, Semsûr û Hetayê divê rêveberîyên herêmî (şaredarî û yên din) fîzîbîlîteyan bikin û qeraran bidin da ku bajar wê çawa werin plankirin, xanî û avahî dê li kîjan deran û çawa werin çêkirin. Lê ev sazî tenê emir û qerarên merkezê tînin cî. Ji ber ku pergala qeyûman jî bi vê merkezîyetê ve girêdayî ye, li Diyarbekirê çiqas deng û îtîraz hebin jî guh nedan û çadirên mexdûrên erdhêjê li kêleka Dîcleyê danîn. Hefteyek şûnde jî ji ber ku di bin avê de man, ew çadir ji wir rakirin. 125 milyonê ku ji bêrîka me derdikeve, li çemê Dîcleyê reşandin.

Erê rast e, piştî erhêjê jî bêplanî û bêliyaqatî hate nîqaşkirin, lê eyan û xuya bû ku li Tirkîyeyê kes newêre dest biavêje meseleyên esasî. Ji ber ku esasîya meseleyê jî bi meseleya kurdan ve girêdayî ye û ew mesele destan dişewitîne. Lê heta li Tirkîye perspektîfek adem-î merkezî bi cih nebe, di krîzên wek lehî û erdhêjan de saziyên herêmî nikarin ji heq derkevin. Erê, meriv nikare dereceya erdhêjan biguherîne lê meriv dikare bi tedbîran tesîra wan kêmtir bike. Bo vê yekê plansazîyeke baş, kesên xwedî liyaqat û şareza û organîzasyoneke herêmî û xweser lazim in. Yanî erdhêj jî polîtîk e û mirin û erdhêj jî bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî ne.