Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim -II

Dimdim li gelek herêmên Kurdistanê bi rêjeyên cuda û bi şiklên cuda beşdarî li bawerî, çand û muzîka wan kiriye. Li herêmekê em bêjin bûbe straneka dawetê û bi navê wê govendek hatibe îcadkirin, li herêma din bûye strana karî û di ber kar de hatiye gotin.

***

Di Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim – I de ku beşa ewil ya vê nivîsê ye, ez li ser çend aliyên Dimdimê hûr bûbûm. Di vê nivîsê de jî ez ê behsa çend aliyên mayî bikim.

***

Destan ne tenê ji aliyê naveroka xwe, lê di heman demê de ji aliyê pêşkêşkirina xwe ve jî cuda dibin ji cureyên din. Di destanan de bûyerên lehengî û trajîk zahf in û ev gava neqilkirinê pêdiviyê bi şiyanên teatral dibînin. Îcrakirina berhemên folklorîk hem ji bo fêmkirina wan hem jî ji bo cihê wan yê di nava xerîdarên wê de hin fikran dide me. Destana Dimdimê ji aliyê îcrakirina xwe ve jî gelekî taybet e ku em vê ji çend çîrokên ku şahidiya wê dikin, dizanin.  Mele Mehmûdê Bazidî di Cami’eya Risaleyan û Hikayetan bi Zimanê Kurmancî de, çîroka Dimdimê dinivîse û di dawî de diyar dike ku Melayê Bateyî destaneka mewzûn li serê nivisiye. Dewam dike û dibêje Mele Mehmûd, ekserê ekradan vê destanê di meclisan de dixwînin û ji bo şehîdên Kela Dimdimê digrîn û dua dikin.[1] Ev şahidiya yekem e bo nîşandana tesîra wê ya li nav gel ku di derbarê îcraya wê de hindek fikran dide me. Girîn û liberketina bo şehîdên Kela Dimdimê, wisa dixuyê ji îcrakirineka xembar û zêde dramatîk tê. Ev hinekî bi wê re eleqedar e ku di metna nivîskî ya destanê de bi hêman û peyamên olî tije ye. Şehîdên ku li miqabil kafiran şer kirin û şehîd ketin çima nebin cihê heyfê û bi girî fatîheyan li ser wan neyê xwendin. Ev tenê hêlekê wê ye bêguman. Ez ê li jêr behsa hêla wê ya din bikim.

Li hêla din, du metnên cuda bo me çîrokeka din li ser îcraya vê destanê dibêjin ku şayanê behsê ye. Muhsin Kızılkaya di Kayıp Dîwanê de bûyereka serincrakêş ya di îcrakirina Dimdimê de qewimiye radigihîne. Dengbêjê bi navê Enter rojekê bi Hecî Evdirehmanê kalikê Kızılkaya re, diçe dîwana Mihemed Axayê Çarbotî ku axayê eşîra Zêbariyan e û li wir ji wan tê xwestin ku gîska xwe bidin. Dayîna gîskê tê wê me’neyê ku divê dengbêj li dîwanê hunera xwe pêşkêş bike. Enter bi şiroveya xwe ya muezzem ya Dimdimê navdar û dest pê dike, wê dibêje, di beşa dawî de, çavê dengbêj girtî, destan tê vegêran, tam di wê kêliyê de, îhtimal e ji ber şikestina Xanê Kurdan û mirina zêde ya leşkerên wî kela dilê wî radike û hêrsa wî tîne, xencera li ber xwe derdixe û bi gotina heeyyt wê gavê ez çawa ne li wir bûm lo! di zilamê li tenişta xwe rûniştiye radike. [2] Heman çîrok bi hin cudahiyên biçûk ji teref Wasfî Ak ve jî tê neqilkirin. Ak diyar dike ku berî ku Dimdim li dîwanan were vegêran, tedbîren çekên kesên rûniştî ji wan dihat sitendin da ku bi qezayên wekî ya Mihemed Axa neqewimin. [3]

Di nav kurdên Êzîdî de jî cihekî taybet yê vê destanê heye ku em ji teza doktorayê ya Hikmettin Atlı dizanin ku ji hêla hêmanên neteweyî ve varyantên ku ji teref dengbêjên Êzdî ve tên gotin, dewlemendtir in ji yên kurdên misliman. [4] Di varyanta Etarê Şero de ev yek di asta herî bilind de ye. Loma di varyanta wî de em gelekî rastî risteyên wisa tên:

Dê go: -cab gihîştye berîstanê,

Kurdê bêne ji Kurdistanê,

Alt kin şah, xanlerê vê Têhranê.

Hewar wê tê ji Kurdistanê,

Kete nava vê Têranê,

Şer kin ber şahê Ecemistanê.

Derbarê îcraya vê destanê de Ordîxanê Celîl ji Erebê Şemo neqil dike ku Şêx Îsmaîlê ku bo vegêrana Dimdimê hatiye gundê wan Susizê, çawa gundiyên wan û yên gundên derdorê tev lê kom bûne. Şêx Îsmaîl jî her wekî Enter bi şêweyeka gelek taybet û bi alîkariya du tepsiyên ku îhtimal e bo dengê şûran derxin, diemiland, tevî jest û mîmîkên xwe ziyafeteka muhteşem ya destanê pêşkêşî gel dikir û bi qasî Mihemed Axa nebe jî, kel û hêrsa dilê wan radikir. Heciyê Cindî di pirtûk xwe de radigihîne ku dengbêj Hemêyê Memedê yê ku varyanta pêşî ya pirtûka Dimdimê ku wî amadekiriye, neqilkiriye, yek ji dengbêjên Cangîr Axa bûye û dibêje ku di şerê miqabilî romê de wî bi kilam/destana Dimdimê halan dida leşkerê axê;

Dor hatiye lawê Êzdî

Şer xweş kiriye çadira sipî.

Di destanê de gelek hêmanên paralelî destanên wekî İlyada, Aeneis, Nibelungen û serpêhatiyên qehremanên wekî Hercules, Ristemê Zal û hwd. hene. Berê pêşî tê de detayên balkêş hene ku taybetî metnên epîk/destanan in. Bo nimûne di Dimdimê de avakirina kelehê tevî navên hosteyên wê, detayên çêkirin û ceribandina wê tê dayîn, di hindek varyantan de navê berhostayan jî tê dayîn. Di destanên navborî de jî em rastî detayên wisa yên danasîna avahî û mekanan tên. Di İlyadayê de, di beşekê de Homeros, bi dirêjahî lîsteya hevalbendên Agamemnon, tevî jimara keştî û leşkerên wan dide. Her wiha ew bi heman tiştî bo hevalbendên Troyayîyan jî dike. Di Dimdimê de jî, dengbêj bi dirêjahî nav û nîşanê hevalbendên Şah Ebbas dide ku bo têkbirin û hilweşandina Dimdimê bi hewes tên. Li aliyê din, lîsteya navên mîrektiyên kurdan heye yên ku nehatine piştgiriya xan û li kêleka vê, navê eşîrên ku li kêleka wî şer kirine bo me tê dayîn. Her dengbêjê ku ev destan îcra kiriye, xwestiye eşîrên ku li herêma wî û ew dizane bike pardarê vê behra rûmetê ku ji xwîn û qehremaniya cangoriyên Dimdimê der bû.  Di varyanta berbehs de, dengbêj navê eşîrên wekî Doskî, Zêbarî û mizûrî dide ku çendî xweş şer kirine li miqabil eceman:

Çêbû ew lawêd doskî ne,

Ew li nav koman çirfeçî ne,

Misirî ji xînî ter kirî ne,

Dêhê Dimdimo Xan tê da.

Di varyanteka ku di vê pirtûkê de cih digire û ji nav kurdên Sovyetê hatiye berhevkirin dengbêj Etarê Şeroyê ku hem şa’ir û hem jî dengbêj û vegêrekî hoste ye vê carê navê eşîrên herêma xwe Serhedê dide ku Şikakî, Çêloyî, Hesinî, Şuxreşî ne.

Di İlyadayê de li ber bedenên Troyayê şer deh salan didome û tam Agamemnon biryar dide ku vegerin bi xêra hîleyekê, bi Hespê Textîn dikevin bajêr, di encamê me de Troya dikeve. Di şerê Dimdimê jî Şah Ebas heft salan kelehê mihesere dike, bi ti şiklî keleh nakeve, tam biryar didin ku vegerin berevajî ya Troyayê, keleh bi îxaneta yek ji zilamên Xanê Çengzêrîn xanê kurdan dikeve. Memûdê Melekanî ji ber tiştekî ne tiştek ji xan sil dibe û radibe cihê ava ku tê kelehê ji şah ebas re eşkere dike. Ev dibe sedem ku ava wan were birrîn û rê li ber ketina wan vebe. Helbet Şah Ebas berê pêşî, Memûd dikuje.

Di Troyayê de Aeneisê Troyayî dema fêm dike ku xelasî nîne, bi dizî ji bajêr derdikeve diçe bingehên Împaratoriya Romayê datîne ku paşê neviyên wî dê serdestî li yewnanan bikirina û ev dê bibûye heyfhilanîneka xedar. Di Dimdimê de, di varyanteka ku Heciyê Cindî berhevkiriye de em dibînin, piştî ku diya Xan kelehê bi hewa dixe, dengbêj diyar dike ku jina Evdal Xan ya ku bi ducanî bû ji kelehê filitiye û silsileta wan dewam dike ku mala Simko ji wan e û hê jî şerê xwe didomînin.[5] Meseleya jinên Dimdimê di varyanta me de gelek dilsojtir e li gel dîmenê ku li ber çavê me çêdike. Xan ji stiyan dipirse:

Pisyarêd me her bê eyb in,

Şolêd me hemî bi hisêb in,

-Paşî me hûn dê bo kê bin?   

Stî bersiva Xanî wisa wisa didin:

-Ew kezîyêd me birrîbîn,

Serêd me traşîbîn.

Paşî xanan bo kes nabîn

Stîya çil in, çil pêtir in,

Dîwanê wî li bircan dikirin

Fîncanêd jehrê ji yek diwergirin

Yêk divexotin, deh pê dimirin,

Ket bi ket wê ji bircan difirin.

Dîmeneka hindî vê dilsoj û sînematîk kêm caran dibe para metnên edebî. Jinên ku li ser bircan li kêleka hev rêz bûne, yek bi yek, dor bi dor întihar dikin lew ku di beşek destanê de ji teref Xanê Mukrî ve wiha hatibû gotin: Mirin çêtir e ji rezîlîê.

Motîfa vegirtina erdê kelehê bi qasî dirêjahiya çermê gayî di kêm metnan de tê dîtin ku wisa dixuyê berê pêşîn di destana Aeneisê de derbas bûye, di wir de Didoya Kartacayî gava ji ber birayê xwe yê ku dest danî ser para wê ya hukimraniyê, direve, tê li axa İarbasê qralê efrîkî dihêwire û jê doza erdekî bi qasî çermê gayî dike. Qral bi qasî çermê ga axê dide, bes ev hîleyek e, Dido çerm dike tayek dirêj û bi wî tayî erdeka ku têra keleheke mezin bike ji xwe re distîne. Ji loma ev motîf di lîteraturê de wekî “Hîleya Didoyî” cih digire.  Di destana me de jî ev motîf her bi vî şiklî derbas dibe.

Herî dawî dixwazim amaje bi hêla wê ya neteweyî bikim û nivîsê biqedînim. Me li jor got şer şerê kurd û eceman e. Li gel dijberiyên dînî wisa dixuyê, loma ye ku berê pêşî hevalbendên Şah Ebbas wî wekî xanê kurdan pênase dikin. Berê pêşî Xelîfe, şahî bo talûkeya Xanê Kurdan hişyar dike, gava ku Şah baweriya xwe ya bo Xan destnîşan dike, Xelîfe wiha dibêje:

-Bi serê min, bi serê te ye,

Xanê Kurdan xanekî we ye,

Bi dîn dijminê min û te ye.

Li ciheke din yê destanê Xanê Ûrmîê ya dilê xwe wiha dibêje:

Her ji ber toz û ji bo xwelîê:

-Min sefer e li ser Xanê Kurmancîê. 

Kurmancîyê di vir de, wekî ku Selim Temo di nivîseka [6] xwe de bal biribû serê, di me’neya Kurdistanê de ye ku berê pêşîn di Zazakî de tê emilandin. Û di kurmancî de herî zêde di destana Dimdimê de derbas dibe, tê de parastî maye. [7] Vegêrê destanê jî di ciheke din de wiha wekî Xanê Kurdan behsa wî dike:

Tirqetirqe demança ne,

Xîn diçîtin wekî coya ne,

Şer xoş kir Xanê Kurda ne.

Ber bi dawiya destanê ve Xan dibêje ez ji xanawatê kurda nim. Li aliyê din gava em li destpêka destanê dinêrin, hêj dema ku keleh tê avakirin, em dibînin ku xan bo ku hostayan motîve bike, behsa navçe/bajarên Kurdistanê yên wekî Gever, Şino, Selmas û Ûrmîayê dike ku dê wan wekî xelat diyarî hosteyan bike. Bi min ev nîşaneya wê yekê ye ku Xan, bi kêmanî di vê varyanta destanê de li pey xewna Kurdistanê çûye an jî gel ew di hişê xwe de ew wisa sêwirandiye ku qedrê vê sêwirînê zêde ye.

Dimdim li gelek herêmên Kurdistanê bi rêjeyên cuda û bi şiklên cuda beşdarî li bawerî, çand û muzîka wan kiriye. Li herêmekê em bêjin bûbe straneka dawetê û bi navê wê govendek hatibe îcadkirin, li herêma din bûye strana karî û di ber kar de hatiye gotin. Li herêma ku serhildan lê qewimiye jî bûyek parçeyeka baweriya gelêrî ku demekê bo kurd û ermeniyan bûye cihê ziyaretê. Ev hemû wê yekê nîşan didin bê ka vê destanê çend tesîr li vî miletî kiriye û bi çendîn awayên cuda li bîra wan parastî maye.

Çavkanî:

[1] Mele Mehmûdê Bazîdî (2010). Cami’eya Risaleyan û Hikayetan bi Zimanê Kurmancî. Amd. Ziya Avcı. Stnbol: Lîs

[2] Muhsin Kızılkaya (2001). Kayıp Dîwan. Stenbol: İletişim.

[3] Wasfî Ak (2019). Destan û Stranên Kurdî, Li Gel Çîrok, Awaz û Dîroka Wan. Enqere: Sîtav.

[4] Hikmettin Atlı (2020). Di Vegotinên Gelêrî de Guherînên di navbera Civakên Etno-Dînî de (Nimûneya Kurdên Elewî û Kurdên Êzîdî). Zanîngeha Bingölê: Teza Doktorayê ya Neçapkirî.

[5] Heciyê Cindî (2005). Dimdim. Yêrêvan: Asoxîk.

[6] Selîm Temo, Kirmanc û Kurmanc, Kirmanciyê û Kurmanciyê, Xwebûn, binêrin: https://xwebun1.org/kirmanc-u-kurmanc-kirmanciye-u-kurmanciye/

[7] Di straneka kurmancî ku ji teref Xaçatûr Abovyan ve di salên 1840î hatiye berhevkirin de ez rastî vê peyvê hatim ku bo kurmancî cara pêşî ye di metneka din ya folklorîk de derbas dibe. Stran wiha ye: Zozanê me baş in/ Belekiyê berfê lê şeş in / rewazê (rewşê) kurmanciyê / qîzê bi kezî, xortê sivik/ teze ye telaş in.