Mîtînga Hîlwanê û tevgerên bi vî rengî hemû fantazî û klîşeyên wan profesor û lêkoleran yên di bin perdeya pêşketin û zanistê de veşartî li ber çavan radixin û di warê aborî û kedkariyê de îşaretî dîrokeke din dikin ku nan û ziman, welat û nasname tê de bi hev re girêdayî ne û li derveyê dîroknûsiya îqtisadî ya serdestan mane.
***
Nivîskarê kitêba Dîroka Gelan a Dewletên Yekgirtî [1] Howard Zinn, di belgefîlmekê de ku derbarê jiyana wî de ye, behsa bîranîneke xwe ya balkêş dike û dibêje: “Di navbera 18-21 salên jiyana xwe de ez ji bo sendîkaya karkerên lîmanê dixebitîm. Rojekê min straneke Woody Guthrie ya bi navê Ludlow Massacre (Komkujiya Ludlowê) guhdarî kir. [2] Straneke tarî, tesîrbexş û giran bû. Wê stranê tevî zar û zeçên wan behsa kuştina karkerên madenê dikir. Ez çûm kitêbxaneyê, da ku dîroka bûyerê hîn bibim lê min tiştek peyda nekir. Min li kitêbên dîroka kedê ya li Emerîkayê nêrî, derbarê wê komkujiyê de tu agahî tunebûn. [3] Gava min li zanîngehê di beşa dîrokê de xebata xwe dikir min dît ku kitêbên dersê jî cih nedidan bûyerên bi vî rengî. Ez ne di dibistana seretayî de bûm lê di asta zanîngehê de jî hemû zanîn dubareyên metnên dibistanên seretayî bûn, tenê bi jêrenotan zêde bûbûn.” [4]
Kitêba navborî ya Howard Zinn di dîroknûsiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de xwedî cihekî taybet e. Zinn, di avakirina Amerîkayê de wekî bûye adet, tenê cih nade tecrûbeyên merivên spî û serkeftinên wan. Niştecihên Amerîkayê ku di encama qetlîameke mezin de ji cih û war, dîrok û hebûna xwe ya şaristaniyê bûne [5] ûreşikênku bi koletî li plantasyonan hatine xebitandin û keda wan hatiye xwarin jî wekî beşeke ji dîroka Amerîkayê di kitêba wî de cih girt.
Zinn, wekî dîrokanasekî marksîst bala xwe dide dîroka ked û kedkaran lê di pêwenda Amerîkaya Yekgirtî de kedxwarî û kolonyalîzmê pevre girê dide. Ji ber vê yekê ne tenê behsa kedkarên sipî dike ku li febrîkayan dixebitin. Herweha gava behsa cotkar, gavan û şivanan jî dike van kesan bi mirovên sipî sînordar nake û deshilatdariyên etnîkî, dînî û çînî bi hev ve girê dide. Bi vî awayî li derva Peymana Spîbûnê derdikeve.
Gava ez li lîseyê bûm di kovarekê de rastî wêneyeke xwepêşanekê û di vê xwepêşandanê da pankartek xuya dikir ku li serê bi herfên mezin weha hatibû nivîsîn: Em, Tî ne Em Birçî ne, Bêkês û Bêxwedî ne. Ev wêne ji mîtînga Hîlwanê bû ku di sala 1969an de wek beşeke ji Mîtîngên Rojhilatê hatibû lidarxistin. [6]
Diruşmeya li ser pankartê bi min pir ecêb hatibû. Nerazîbûna ji tîbûn û birçîbûnê ji bo kedkaran dirûşmeyeke xwezayî bû lê ew bêkêsî û bêxwedîtî li hember kîjan zordestiyê bû û gilî û gazin û nerazîbûn li hember kê bû? Wateya bêkesî û bêxwedibûnê çi bû?
Çend sal bi şûn de min li Ankara Siyasalê dest bi perwedehiya zanîngehê kir. Derseke me hebû bi navê “Li Tirkiyeyê Sazûmaniya Civakî û Guherîn”. Çend kitêbên dersê hebûn. “Li Tirkiyeyê Dewlet û Çîn” a Çağlar Keyder, “Sazûmana Civakî ya Tirkiyeyê”ya Emre Kongar û “Dîroka İqtisada Tirkiyeyê” ya Korkut Boratav. Çawa ku Zinn di ciwaniya xwe de ketibû pey Komkujiya Ludlowê ez jî di nav rûpelan de li dîroka ked û kedkarên kurdan geriyam. Ji bilî çend klîşeyên li ser feodalîzmê min tiştek bi dest nexist.
Îro jî pêşketineke mezin di vî warî de tune ye. Kitêba Korkut Boratav mînakeke berbiçav e. Di çapa nû de dîroka di navbera 1908-2015 analîz dike, lê belê di kitêbê de qet behsa bêmilkkirina gayrimuslîman, talanên dewlemendiyên wan, destdanîna li ser mal û milkên kurdan nake ku rêvebiran li gor berjewendiyên xwe ew ji nû ve belav kirin.
Lê tiştekî pir ecêb e ku hin rojnamegerên kurd gava bi Korkut Boratav re hevpeyvînekê çêdikin wî wekî ‘dîroknasê aborîyê yê marksîst ê herî giring ê Tirkiyeyê’ pênase dikin û wekî “Hocalarin Hocasi” (mamosteyê mamosteyan) pesnê wî didin [7]. HelbetBoratav di hilbijartinên dawî de piştigirî ji Kurdan xwest [8] bêyî ku derbarê wan de bibe xwedî ‘hestiyar û zanînê’ [9]. Xweş bazar e!
Wateya diruşmeya ‘bêkes û bêxwedî’ tam li vir zelaltir dibe. Ne tenê xebatên Boratav û Keyder, îro jî di piraniya kitêban de ku dîroka tevgerên kedkariyê li Tirkiyê ji xwe re kirine mijar, nivîskaran behsa bêmilkkirina kurdan, tesîskirin û xurtkirina feodalîteyê bi destê dewletê û di mîna Mîtînga Hîlwanê de nerazîbûn û têkoşîna kurdan li hember vê sîyasetê nakin. Yanî ew bi Peymana Tirkbûnê ve girêdayî dimînin.
Mîtînga Hîlwanê û tevgerên bi vî rengî hemû fantazî û klîşeyên wan profesor û lêkoleran yên di bin perdeya pêşketin û zanistê de veşartî li ber çavan radixin û di warê aborî û kedkariyê de îşaretî dîrokeke din dikin ku nan û ziman, welat û nasname tê de bi hev re girêdayî ne û li derveyê dîroknûsiya îqtisadî ya serdestan mane.
Ji bo vê yekê divê li her qadê nerazîbûna xwe li hember dîroknûsiyê nîşan bidin ku kurdan bêdeng dikin û ‘akademîsyenên xelkê’ ku tu “hestiyarî û zanîn”a wan derbarê me de tune ye ji xwe re nekin “hocaların hocası”.
Çavkanî:
[1] Howard Zinn, A People’s History of the United States, 2015.
[2] Woody Guthrie, Ludlow Massacre,https://www.youtube.com/watch?v=XDd64suDz1A
[3] Howard Zinn on the Ludlow Massacre, https://www.youtube.com/watch?v=U6kuvBnNNUs
[4] Howard Zinn- You Can’t be Neutral on a Moving Train, https://www.youtube.com/watch?v=xy_zgl7ZXeU
[5] Serdar Şengül, “Zemanên Dizîyê, Mekanên Xeyalî û Seatên Çavên Zarokan”, https://botantimes.com/zemanen-diziye-mekanen-xeyali-u-seaten-caven-zarokan/
[6] Ruşen Arslan, Ömrü Kısa Etkisi Büyük Kürt Örgütlenmesi: Devrimci Doğu Kültür Ocakları DDKO, 2020.
[7] İrfan Aktan,https://artigercek.com/makale/korkut-boratav-sosyalistleri-ve-hdp-yi-dahil-edecek-sinifsal- muhalefet-dugumu-203515
[8] İrfan Aktan,https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/09/15/korkut-boratav-hakiki-cumhuriyetciysen-kurt-hareketiyle-cozum-ararsin
[9] Orhan Koçak,“Gözlerimi Kaparım, Devrimimi Yaparım”, https://birikimdergisi.com/haftalik/11080/gozlerimi-kaparim-devrimimi-yaparim