Fîlm, zimanê dagirker û serdestan qut dike, ji gerdûna helbestvan dûr dixe, wan naxîne bîraxaneyê. Em demeke kurt dengê wan dibihîzin lê hebûna wan nayê nîşandan. Xwediyê bîraxaneyê Mirad, kesekî ku bi tirkî bîra dixwaze ji mekanê xwe diqewirîne, bîra nade wî, derhêner naxwaze bi hebûna dagirkeran bîranîna helbestvan qirêj bike.
***
Kî nebû ax û neçû, kê negot ax û neçû!
Arjen Arî
Fîlma derhêner Bîlal Korkut a bi navê Bîraxane (2022) di yek mekanî de, di 15 metrekareyan de hatiye kişandin. Bîraxane yekem fîlma wî ya metrajdirêj e. Yek ji taybetmendiya Bîrexaneyê jî bêguman yekbûna mekanî ye. Ew wek bîraxaneyeke biçûk û bê ruxsetname hatiye sêwirandin. Mekan dişibe wan cihên ku li navçeyên biçûk, li pişt dikanên ku alkol tên firotin ku ji bo vexwarinê hatine çêkirin. Cihekî pir teng e û ekîba ku di derhêneriya hunerê de cîh girtine bi hunera xwe mekan afirandine. Di mekanên yekane de hêza diyalogan bêhtir derdikeve pêş, peyamên xema fîlmê ji kûr ve tê hîskirin. Mirov dikare bibêje ku derhêner gihîştiye mebesta xwe lewra di fîlmeke bêbûyer de û tevî hemû diyalogên kesîf dîsa jî bêhna temaşevanan teng nake. Derhêner, tîma teknîkî û lîstikvanan ji derdora xwe ya nêzîk ava kiriye. Bi qasî ku em ji gotûbêj û hevpeyvînên ku derhêner re hatine kirin fêr dibin, demeke dirêj bi hev re xebitîne, baş organîze bûne û derhêner bi ekîba teknîkî û lîstikvanan re têkiliyeke pir germ û berhemdar bi rê ve biriye. Di fîlmê de lîstikvan û derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Husên Hesen, ji Bakurê Kurdistanê Hilmi Demirer, Kemal Ulusoy, Yavuz Akkuzu, Selam Salar Çakay, Sidar Özmen û ji Amerîkayê Nicholas Christopher jî dilîzin.
Beşeke çîroka fîlmê bi jiyana rastîn a Bîlal Korkut ve girêdayî ye, lê bêhtir ji helbesteke helbestvan Arjen Arî îlham girtiye. Senaryoya fîlmê jî ji aliyê Bîlal Korkut ve hatiye nivîsîn. Derhêner, di sala 2015an de li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kiriye. Korkut, bi kurtefîlmên xwe yên Ez Tusubasa Me (2016) û Li Pey Nanê Xwe (2017) û Çi Bikim? (2020) ve tê naskirin û fîlmên wî heta niha li gelek festîvalan hatine nîşandan û xelatkirin.
Mijara Bîraxaneyê di yek mekanî de diqewime û çîroka amerîkîyekî (David) pêşkêşî me dike. David gelekî ji helbestên Arjen Arî hez dike, dixwaze wî ji nêz ve nas bike û ji ber vê yekê tê bajarê helbestvan (Mêrdîn) û di bîraxaneyekê de hevalên helbestvanî nas dike. Lehengê fîlmê helbet Arjen Arî ye û fîlm li dora helbestên wî hatiye honandin. Li ser dîwêr saeteke şikestî û rawestandî bala me dikişîne ku kêliya mirina Arjen Arî dihishisîne temaşevanê xwe. Ji her aliyan ve zeman sekiniye. Bi rastî di fîlmê de bûyerên herikbar, dîmenên biheybet û jinên bedew tune ne. Em bi hawirdora bîraxaneyeke berteng re rû bi rû dimînin. Di tevahiya fîlmê de tenê bîra tê vexwarin û li wê derê tuwaletek jî nîne û bêhna mîz û xwêdanê tev digihîje pozê temaşevanan. Vexwarina bîrayê bîra wan karakteran ji kûr ve vedikole.
Min ji welatekî hez kir, hinekî jî j’ vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!…
Arjen Arî
Bîraxane berî her tiştî bîranîneke birêz e, ji destpêkê heta dawiyê helbestvanê mezin Arjen Arî bi bîr tîne û bi rêya helbestên wî di hiş û dilên hezkiriyên wî da wî ji nû vê zindî dike. Di navbera wêje û sînemayê de peywendîyeke xurt datîne. Di helbestên Arjen Arî de babetên sereke yên wekî bêwelatî, hêvîşikî, zilm, têkçûn, çûyîn, xerîbî, evîn, erotîzm, mirin û tenêtî di axaftina karakteran de bi awayekî bi bandor tên neqilkirin. Bîraxane, ji bo karakterên fîlmê hem stargehek e ku ji civakê û dewleta dagirker dûr dikevin hem jî qadeke dilminîye ku ew dilê xwe yê xemgîn lê vala dikin. Ew bi gelemperî kesayetên bêhêvî û dilşikestî ne. Simaîl (Rowal Navgundî), naxwaze li axeke ku nikaribe şairê xwe xwedî bike bimîne û dixwaze biçe Amerîkayê. Kirîvê bi eslê xwe êzdî ye (Selam Salar Çakay) di navbera dayika xwe û hevjîna xwe ya ku jê zarok çênabe de maye, ji pevçûna wan bêzar bûye û nizane ka wê biryareke çawa bide ji ber ku ew ji jina xwe hez dike. Doktor Mazlûm (Sidar Özmen), pir xemgîn e, bi qewlê wî roj li wî çûye ava. Sarya ew terk kiriye û çûye welatên dûr. Mirin bi wî şirîn kiriye, hebûna wî bûye cendeyekî zindî. Qederê tevna xwe honandiye, mana li vê derê ji bo wî êdî ne tercîhek e. Simko (Kemal Ulusoy) jî şair e, derfetên wî hene dikare biçe welatên biyanî lê destê wî ji axa wî nabe, carek axa dilê wî ji mêrxasî ye gon xwarî ye jiyan êdî ji bo wî bi serê xwe berxwedanek e, ti hêz nikare wî ji vî welatî veqetîne ku ew pir jê hez dike. David (Nicholas Christopher), di nav vê kozika germ a mirovên dilsoz de pir kêfxweş e. Nirxên şaristaniya xwe bi nêrîneke rexnegir dinirxîne. Ew di wê baweriyê de ye ku jiyan û hêvî dê li ser vê axê dîsa geş bibe. Kaloyê bêdeng (Hilmi Demirer) dişibe Arjen Arî. Di tevahiya fîlmê de ti peyvek ji devê wî dernakeve, em bi çavên wî li her tiştî temaşe dikin û hewl didin ku fêm bikin. Bi bîraya dawî re dikeve xwarê, belkî jiyana xwe ji dest dide. Fîlm bi vê dîmena nezelal diqede.
Fîlm, zimanê dagirker û serdestan qut dike, ji gerdûna helbestvan dûr dixe, wan naxîne bîraxaneyê. Em demeke kurt dengê wan dibihîzin lê hebûna wan nayê nîşandan. Xwediyê bîraxaneyê Mirad, kesekî ku bi tirkî bîra dixwaze ji mekanê xwe diqewirîne, bîra nade wî, derhêner naxwaze bi hebûna dagirkeran bîranîna helbestvan qirêj bike. Arjen jixwe bawer bû ku ev dagirker dê rojekê tang û topê xwe berhev bikin ji vî welatî wî bicehimin herin.
Efendîno / rahijin teşkên xwe / rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe / çiyê we hebe li ser vê axê û / we çi anîbe bi xwe re: tenq, top, tiveng, teyare… / û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh / û hepsên / bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh / û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî: hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî / û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî / û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî / tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe… / hûn ê biçin / hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin / hûn ê biçin û hûn ê biçin!…
Di helbestên Arjen Arî de mijara zordestiyê di gelek risteyan de derdikeve pêşberî me. Hemû taybetmendiyên ku rewşa welat diyar dikin di helbesta wî de cihekî giring digire. Bindestiya siyasî, parçebûna welat, axa nav lê qedexe, lingên zilmê, şerên di geliyan de distirê hwd. Li gor Arî şer û zordestiya ku tê meşandin ewqas zêde ye ku hemû peyv di nav xwînê de mane.
şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile…
“Azadî di helbesta Arjen Arî de îmajeke sereke ye. Arî, wek xewnekê, an jî xeyalekê behsa azadîyê dike. Arjen Arî bi şêwazeke sade û bi îmajên ji aliyê maneyê ve gelekî kûr, azadiyê dinirxîne. Îmajên wî yên azadiyê, bi rastiya civak, dîrok û sîyaseta Kurdistanê ve girêdayî ne. Azadiya axê, li gor Arjen Arî azadiya gel e. Ev azadî dibe xewneke kevnare, dibe axîneke ji kezebê, dibe serhildaneke dîrokî û di risteyên helbestê de bi hunera mecaz, îstîare mubalexe û teşxîsê dixemile. Ji bo azadiyê çiya jî li hember wext serî hildidin.” [1]
Di qada şer de pişta me negihişt erdê. / Te şahid bivê, va Herekol. / Miradkar, bi bext û ol / Va Cudî / û va ye ev ax! / Kîj wextî bêleheng ma? / Kî gavê bêkêr? / Ev axa bi xêr û bêr / Ji bakur ve serejêr / Gebar / Sîmal / Bêxêr… / Her yek şêrko / Ango / Yek yek Êzdînşêr…
Ew ne berdevkê tu partî an jî rêxistinan bû, li ser milên xwe berpirsiyariya doza gelê xwe dizanî. Di helbestên xwe de bi awayekî agirê serhildanê li serê çiyayan pêdixist. Wî ala helbestê li ser çiya û kolanan, li ser dilê xelkê xwe li ba kir. Risteyên wî her tim li ber serê wî bûn, carna li zindanê, carna jî li sirgûnê. Hemû parçeyên Kurdistanê di dil û mejîyê wî yê mezin de pîroz bûn. Hemû lehengên Kurdistanê yên têkçûyî û jibîrkirî hembêz kir. Di nava avên siyaseta rojane de hunera xwe nelewitand. Bi zimanekî zelal diyar kir ku erdnîgariya ku lê jiyaye di vê şerê qirêj de çawa bûye wêran, hemû çand û xweza çawa hatine talan kirin. Her tim bê westan behsa trajediya sedsalan a gelê xwe kir. Dema ku mirov wî dixwîne, şahiya jiyanê û evînê wekî çemek di nav damarên me de diherike. Pişta xwe tenê da dîroka berxwedanê. Baweriya xwe bi şerwanên bê kêl û bê gorn tîne.
şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene, ji azadiya bi gon
di bin axa sar de b’ axîn razayî!
…..
şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
li van çiyan bê kêl û gorn wendayî…”
Sînema bi hemû şaxên hunerê yên beriya xwe re di nava têkiliyê de ye, lê têkiliya xwe ya herî xurt bi wêjeyê re daniye. Hemû cureyên wêjeyî yên wekî gotar, helbest, roman, çîrok, rexne û hevpeyvîn ji bo sînemayê bûne çavkanî. Mînak Bernardo Bertolucci helbest û sînema nêzî hev kir; Andre Breton, Vladimir Mayakovski, Boris Vian, helbestvan û nivîskarên wek Margarite Duras hewl dane xwe di sînemayê de îfade bikin. Teknîka James Joyce û Virginia Woolf a şepola hiş (bilinç akışı) jî teknîkek e ku di sînemayê de tê bikaranîn. Dîroka sînemayê bi gelek berhemên edebî yên ku ji bo sînemayê hatine adaptekirin, tije ye. Lê belê sînema azadiya ku edebîyat dide xwendevanên xwe, derfeta xeyalkirina bi azadî û şexsî pir kêm dide temaşevanê xwe. Lewra cîhana ku em di sînemayê de temaşe dikin, cîhana derhêneran e jî. Sînema hunereke bêtir hîpnotîk e, her kes û her tiştî di xwe de mehkûm dike. Derhêner ji aliyekî ve dinyaya xwe nîşanî me dide. Demekê, beşekê ji jiyanê vediqetîne, mohr dike û wisa nîşanî me dide. Ji ber vê yekê ew bihêztir e, hêza xwe ji vir digire.
Edebiyat û sînema hunerên herî bibandor in ji bo xeyalên neteweyekê. Ew, sînorên ku em kî ne destnîşan dikin, ji bo neteweyekê çi û kî giring e, ew diyar dikin. Hem daxwaz û xewnên nepenî yên neteweyekê radixin ber çavan û hem jî ji nû ve hildiberînin. Bîraxane jî di sînemaya kurdî de ji bo pêywendiyên edebiyat û sînemayê gaveke dilsoz e. Şairekî kurd li ser ekrana spî ji nû ve diafirîne, ew şairê ku bi risteyên xwe hêz û hêvî dida me û ew şairê ku bi berhemên xwe ji me re dibû şifaya azadî û rizgarîyê.
Çavkanî:
[1] Roger Acun, Îmaj Di Helbesta Kurdî Ya Nû Ya Bakûr De, Teza Masterê ya Çapnebûyî, r. 132.