Perdeya Xweveşartinê

Tu lê dinêrî, fanîleyeke pir xweşik dibînî; li ser tayê reş, rengekî kesk, yek sor, yek jî zer bi awayekî xasxas hatiye neqişkirin û berê neqişan li aliyê jor e. Tu digirî destê xwe, bêhn dikî û ew bêhn heta kezebê diçe, dişewitîne. Çîroka wê fanîleyê tê bîra te, diya wê jê re çêkiribû. Pir jê hez dikir, lewre bêhna diya wê jê dihat, ya ku qet ew himbêz nedikir û maçî nedikir. Lê bêhna wê jê dihat. Wê jî ew bêhn himbêz dikir, çi bike? Rojekê wexta ku li derve bû, panzêreke reş a ku her kes jê ditirsiya, dikira ji ser wê derbas bûbûya, bi zorî xwe ji tekerên wê yên mezin xilas kiribû û bi tirseke mezin reviyabû malê.

***

Keçikeke biçûk heye li pêş te. Keçikeke biçûk, newêrek, jar. Zendên wê hinde zirav in ku ditirsî destê xwe bidiyê, ditirsî ji cih derkeve. Çavên wê yên gir û reş çi tiştên nexweş dibêjin ji te re. Mijangên wê yên dirêj, her yek, wek tîrekî li canê mirov dikeve. Porên wê yên dirêj, sist û bi awayekî nexweşik girêdayî, tevliheviya mejiyê wê nîşanî te dide. Tu dixwazî tiştan jê pirs bikî, lê tu fam dikî wekî ku zimanê wê nagere. Tu pê diêşî, tu hîs dikî ku dilê wê wek perperûkek e. Tu destê xwe bidiyê, dê bimire.

Tu wek siyekê li dû wê diçî. Gavên wê dijmêrî. Tu dibînî ku her roj di eynî saetê de, diçe li qûncika xwe rûdine, perdeya ku li ser nivînên qatkirî hatiye raxistin, diavêje ser rûyê xwe û dest pê dike ji xwe re stranan dibêje, bi dengekî hema ku mirov pê dihese. Tu guhên xwe bel dikî, bi dengê wê yê guneh û zîz dikevî nav xeyalan. Nav xeyalên wê. Tu dixwazî têkevî nav dilê wê, lê bigerî, bikolî da ku tiştan jê derêxî. 

Tu çawa dikeviyê, kulmekî ax dibînî, dixî nav destê xwe û hêdî hêdî direşînî, pir hêdî direşînî da ku dilê wê neêşe. Tam di wê demê de, tu rastî fereke pêlaveke sor têy, ji tozê qirêj bûye. Tu digirî destê xwe, bi cilên xwe paqij dikî. Fera pêlavê, ya ku ji pê xwe xistibû çend meh berê wexta bi tena serê xwe li ser pirêkêtan dilêyîst. Ne karîbû derêxe ji wir, ne jî ji kesekî alîkarî xwestibû. Hema ew fer jî xistibû nav dilê xwe û li benda tozgirtina wê mabû. 

Tu lê dinêrî, fanîleyeke pir xweşik dibînî; li ser tayê reş, rengekî kesk, yek sor, yek jî zer bi awayekî xasxas hatiye neqişkirin û berê neqişan li aliyê jor e. Tu digirî destê xwe, bêhn dikî û ew bêhn heta kezebê diçe, dişewitîne. Çîroka wê fanîleyê tê bîra te, diya wê jê re çêkiribû. Pir jê hez dikir, lewre bêhna diya wê jê dihat, ya ku qet ew himbêz nedikir û maçî nedikir. Lê bêhna wê jê dihat. Wê jî ew bêhn himbêz dikir, çi bike? Rojekê wexta ku li derve bû, panzêreke reş a ku her kes jê ditirsiya, dikira ji ser wê derbas bûbûya, bi zorî xwe ji tekerên wê yên mezin xilas kiribû û bi tirseke mezin reviyabû malê. Piştî wê tirsê fanîleya xwe li tu derekî nedîtibû, diya wê jê re gotibû biçûk bûye êdî û daye yekê. Wê jê bawer nekiribû, tu car! Newêrîbû careke din pirs bike. Lê dihat bîra wê, diya wê tendûr agir kiribû wê rojê, lê çima nan nepehtibû? Bêhna wê fanîleyê ji dilê wê tu car derneketiye, tu şûna wê dibînî li ser her derê dilê wê. Hêstirek ji çavê te dibare bi ser dilê wê de, tu dibînî ku dilê wê diperpite, belkî wê jî hîs kiriye, wisa difikirî, lewre wê demê dengê strana wê diguhere.

Ew strana xwe berdewam dike, çi bibe bila be, heta ku neqedîne ji cihê xwe ranabe. Tu jî ji ber ku vî tiştî dizanî, gera xwe ya di dilê wê de bi rihetî didomînî. Tu wêneyê hevalekî wê dibînî. Xwarin û vexwarina wan her dem bi hev re bûye, bi hev re pisqilêt ajotine, lastîkên teqîyayî yên pisqilêtê tamîr kirine, bi topê lêyistine, xwe li ser benê hilavêtine, xarên xwe di nav goreyan de veşartine da ku kes nedize, xwe avêtine nav heriyê, tinazê xwe bi hev kirine, ji berfa ku ji bejna wan dirêjtir şikeft çêkirine û tê de lêyistine bi saetan, bêyî ku bi sirbirîna tiliyên xwe bihesin, bi taxûkên texteyî yên ku birayê wê ji wan re çêkiribû, xwe kaş kirine li ser berfa cemedgirtî, devên xwe heta ji wan tê vekirine, zimanên xwe derêxistine derve û ketine pêşbirka girtina guliyên berfê, bi hev re çûne dibistanê û hatine malê, di nav lîstikê de yek bûye dê, yek bav. Tu dibînî ku li wir, tam li ber wêneyê hevalê wê birînek heye û wek jehrekê ketiye nav dilê wê. Hevalê wê, di wê roja dawî de, ku bi hev re stran gotibûn, xatir jê xwestibû û gotibû ew ê êdî tu car hev nebînin û ew ê tu car wê ji bîr neke. 

Hêstirên wê bûbûn qurtek av, di hundir de herikîbûn lê ji geriya wê derbas nedibûn, wisa hîs dikir ku dê bixeniqe. Bi şevan, şevên dirêj, bi wî dilê biçûk, di xewna xwe de didît ku hevalê wê tinazê xwe kiriye, neçûye, neçûye wî welatê dûr, hatiye ber derî û destê wê digire, dîsa dixwaze heta merxebê bi wê re bilêyîze. Çend mehan bi van xewnan, bi xwîdanê ji cihê xwe radibe û di nav tariya şevê de rûdine, piştre deverû li ser balgeya xwe dimîne, serê xwe pê didewisîne ji bo ku tu kes bi îskeîskên wê nehese. Tu dibînî ku cihê wê êşê tu car nehatiye dagirtin, bi tu awayî, bi tu hevalekî, bi tu stranekê! Tu diêşî, canê te diêşe, taqeta te namîne ku hinekî din binêrî. 

Lê tam wê demê rastî tiştekî din tê. Şevekê bi diya xwe re çûye parêzê ji bo ava meşalê biguhêze. Fener di destê wê de, li pêşiya diya xwe dimeşe, wekî her caran ji tariyê pir ditirse, ditirse ku çaleke mezin derkeve pêşiya wê û wê daqurtîne. Her carê bi vê tirsê diçe, lê nikare ji diya xwe re bêje. Çawa diçin ber meşalên pîvazan -ku li ber dareke mezin a kestaneyê heye- gurmîniyek tê û li dû wê jî gulleyek tê û ji ber serê wê derbas dibe. Gulleya ku ji eskeriyeya ber mala wan hatiye avêtin, ber bi roniya fenerê ve. Ditirse, zehf ditirse. Diya wê nizane ka dê çi bike. Hema lezelez destê wê digire û ber bi malê ve kaş dike. Lê roja din, dîsa di eynî wextî de bi diya xwe re diçe, nikare dilê wê bihêle.

Strana wê ber qedandinê ye, tu jî hema bi xwe dihesî û ji wir derdikevî. Keneke xweşik lê xembar heye li ser wê. Dixwazî biçî destê wê bigirî, rûyê wê miz bidî, wê himbêz bikî, hêstirên wê paqij bikî, nikarî.   

Tu dibînî, li derûdora xwe dinêre bi awayekî şermokî. Wexta ku dibîne kes tuneye, dolaba qasetan vedike, yekê jê derdixe, di nav teyibê de bi cih dike, dengê wê kêm dike û diçe li ber pencereya odeya diya xwe rûdine, li mirîşkên diya xwe dinêre, wan dijmêre û qideqidên wan jî tevlî qasetê dike.

Nivîskar/rojnameger

Sevda Orak Reşitoğlu
Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.