Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji bo piştgirîya rojnamegera belarûsî ku ji 18ê Gulana 2021an ve girtîye, kampanyayekê daye destpêkirin. Ev kampanyaya ku li seranserê cîhanê li dar e ji bo piştgirîya Maryna Zolatavayê ye. Armanca vê kampanyayê teşwîqkirina piştgirên Maryna Zolatavayê yên seranserê cîhanê ji bo şandina name û kartan e. Ew name û kart dê 6ê mijdarê bigihin ber destê wê ku ew roj 46emîn rojbûna Marynayê ye.
Ji 6ê Îlonê pê ve kartpostal û nameyên rojnameger Maryna Zolatavayê dê li navenda RSFyê ya li Parîsê werin berhevkirin. Ji xeynî ofisa Parîsê dê li navendên RSFyê yên wekî Awistirya, Almanya, Swêd, Swîsre, Tayvan, Brîtanya û Amerîkayê jî werin berhevkirin.
Li gor Îndeksa RSFyê ya azadîya çapmenîyê ya cîhanê ya 2023yan Belarûs di nav 180 welatan da rêza 157emîn e.
Hûn jî bi rêya yek ji wan posteyan dikarin name û kartên xwe ji bo rojnamger Maryna Zolatavayê bişînin û herwiha bi rêya [email protected] peyamên xwe jî bigihînin wê.
FRENSA: Reporters sans frontières / CS 90247 / 75083 Paris Cedex 02
AWISTIRYA: Reporter Ohne Grenzen Österreich / Helferstorferstraße 5 / 1010 Vienna
ALMANYA: Reporter ohne Grenzen e. V. / Postfach 304108 / 10756 Berlin
SWED: Reportrar utan gränser / Solidaritetshuset, box 27 / Tegelviksgatan 40 / 116 41 Stockholm
TAYVAN: P.O. Box 312 Taipei Beimen / Taipei City / 10099 Taiwan
SWÎSRE: RSF Suisse / Case Postale 46 / CH-1211 Genève 8
BRÎTANYA (tenê ji bo kartpostalên Maryna): Reporters Without Borders UK/ PO Box 80615 / London / EC2P 2UA
AMERÎKA: Reporters Without Borders USA / P.O. Box 34032 / Washington, DC 20043
Wergera ji ingilîzî Yonca Sarsılmaz