Lêkolînerên zimanî bi bawer in ku biryarên baş û erênî di binemalê da, dikarin zindîmana zimanekî tezmîn bikin; li hemberî wê, nêrînên nebaş û neyînî li ser zimanî di malê da, dikarin bibin sebeba têkçûn û nemana wî zimanî. Tiştê balkêştir di lêkolînan da ev e ku tevî ku piranîya xelkê dibêjin em pir hez dikin hin dibistan hebin ku hemû dersên wan bi zimanê dayîkê bin, piranîya wan hazir nabin zarokên xwe bişînin dibistaneke wisa!
***
Nivîsandin li ser peyveke hêsan wekî malbat anku binemalê hinekî zehmet e; ji ber ku tevî ku her kes maneya wê jî dizane, ev peyv xwedîyê pênaseyên cîyawaz e û bibîrhênerê têgeh û fikr û dîmenên cihêreng e. Ji bo gelek kesên kurd, binemal bibîrhênerê şevbihêrkên dirêj û germ e; dema ku hemû endamên malê li dora hev û li jêr kursî û rexa tendûrê kom dibûn û bi gotin û xwendina şiîr û metelokên kurdî, şevên dirêj û sar û tarîyên payîz û zivistanê, kurt û germ û geş dikirin. Lê îrorojê ji ber sebebine ji wan koçberî û ekonomî û kultûrê, binemal jî hinekî hatine guhertin û ne xeberek ji wan şevbihêrkan heye û ne ji metelok û zûgotinok û efsaneyên ku gencîneyek bûn ji zimanê kurdî.
Di cîhana modern da hejmara zimanên zindî roj bi rojê kêmtir dibe û ev rewş ne taybet e bo zimanê kurdî. Digel pêşveçûna teknolojîyê hêz û desthilata hin zimanên wekî ingilîzî pir zêdetir e ji zimanên din û di vê navberê da axêverên zimanên wekî kurdî zimanê xwe yê dayîkê dikin qurbanê hînbûna zimanên din. Elbet zimanê dayîkê wekî bingehekê ye û di rewşa duzimanitî an çendzimanitîyê da, eger axêver bi zimanê xwe yê dayîkê di asteke baş da nebe, nikare zimanê duyê û sêyê jî baş fêr bibe. Lê axêverên zimanên bindest berî qahîmkirina xîmê zimanê dayîkê, dest bi fêrbûna zimanên din dikin. Di vir da ye ku rola girîng a binemalê ji bo zimanê dayîkê xwe nîşan dide.
Malbat an binemal wekî seretayîtirîn yekîneya civakî, hertim mijara behs û lêkolîna civaknasan bûye. Di despêka jîyana mirovî da ku binemal hêj çênebûbû, komên mirovan pev re dijîyan. Bi guhertinên jîyanê û derketina xwedîtî an milkîyetê, hêdî hêdî malbat jî çêbûn û bi buhurîna demê ra, şiklê xwe yê antîk girtin. Îro şiklê binemalê zortir guherîye û qet naşibe yekemîn mînakên wê. Mirov dikare bibêje bi buhurîna demê ra, malbat roj bi roj biçûktir bûye û digel biçûkbûna malbatê, mixabin zimanê kurdî jî biçûktir bûye. Ji ber ku zimanê kurdî li piranîya cihên welêt, di nava bernameya fermî ya dersê da cih nagire û di perwerdeyê da berçav nahête girtin, binemalê ji bo hînbûn û bikaranîna wê roleke mihim heye. Berî ku piranîya kurdan di bajaran da bijîn û tevli cîhana modern bibin, binemalê hêzeke zêdetir hebû di parastina zimanê dayîkê da. Lê piştî guhertinên civakî, îro binemal hem gelekî biçûk bûye û hem jî di nava malê da jî bikaranîna zimanê kurdî gelekî kêmtir bûye ku ev yek bi rastî metirsîdar e. Di rewşeke wiha da ku zimanê dayîkê di nava bernameya dersî da cih nagire, perwerdeya nefermî rola xwe ya mezin nîşan dide.
Digel cîhanîbûnê, êdî perwerde bi tenê bi destê sîstem û bernameyên fermî û bi tenê li dibistanan nîne. Perwerdeya nefermî berevajî perwerdeya fermî, gelek caran hewceyîya wê bi pirtûkên dersî an jî nivîsandina bernameyê nîne. Berevajî perwerdeya fermî ku li mekanên akademîk wekî dibistan û zanistgehan çêdibe û bi awayê klasîk e, ti sînordarîya perwedeya nefermî nîne. Perwerdeya nefermî xwedî taybetmendîyeke din e ku nahête kontrolkirin û ti kes nikare pêşîyê li wê bigire [1]. Ji ber van sebeban wisa dixuye ku perwerdeya nefermî rêyeke baş e ku kurd bikarin yek ji çavkanîyên herî mihim ên jîyanê, yanî perwerdeyê, bixin destê xwe. Elbet bi bawera hin kesan mirov nikare erkê sîstema perwerdeyê bixe stûyê malbatê. William Glasser, dema behsa rewşa xwendevanên têkçûyî û binemala wan dike, bi bawer e ku, dibistan e ku dikare û divê cihê vala yê malbateke baş tijî bike. Bi bawera wî dibistan dikare kêmasîyên malbatê dagire lê berevajî wê, malbat nikare kêmasîyên dibistanê, sererast bike [2]. Lê dibe ku ji bo kêmasbûna bernameyeke perwerdeyê ku zimanê dayîkê di nava xwe da naguncîne, rewş cîyawaz be. Bi bawer im ji bo kurdan, binemal e ku divê cihê vala yê dibistaneke kurdî tijî bike. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi binemaleke pirnifûs û têkneçûyî heye. Ji bilî van hewce ye ku fikr û nêrînên li ser zimanê dayîkê jî bihên guhertin. Encama lêkolîneke li ser rola malbatê di parastina zimanan da ku li Îranê hatibû kirin nîşan da ku nêrîn û biryarên malbatan li ser hînkirina zimanê dayîkê jî, li jêr tesîra hin faktorên li derveyî malê ye [3]. Ji ber wê hewce ye ku zimanê dayîkê li derveyî malê jî wekî zimanekî baş û kêrhatî bihête dîtin da ku li malê mihim bihête hesibandin.
Lêkolînerên zimanî bi bawer in ku biryarên baş û erênî di binemalê da, dikarin zindîmana zimanekî tezmîn bikin; li hemberî wê, nêrînên nebaş û neyînî li ser zimanî di malê da, dikarin bibin sebeba têkçûn û nemana wî zimanî. Tiştê balkêştir di lêkolînan da ev e ku tevî ku piranîya xelkê dibêjin em pir hez dikin hin dibistan hebin ku hemû dersên wan bi zimanê dayîkê bin, piranîya wan hazir nabin zarokên xwe bişînin dibistaneke wisa! [4]. Ev yek bi xwe nîşan dide perepêdana malbatê bo zimanê dayîkê, mihimtir e ji cihgirtina wî zimanî di bernameyên dersî yên fermî da. Pir eşkere ye ku malbateke biçûk jî nikare rola xwe di parastina zimanî da baş bilîze. Lewra ji bo parastina zimanê xwe, me niha pêdivî bi hebûna malbatê heye. Dîyar e piştî wê, erkê me qahîmkirina bingehên binemalê û guhertina nêrînên wê yên li ser zimanî ne.
Çavkanî
[1] Hînkarî û Perwerdeya Nefermî( Te`lîm u Terbîyetê Xêyrêresmî), Umîd Xulamî, Zanîngeha Gîlanê, 2018
[2] Schools Without Failure, William Glasser, Wergera Farsî ya Sade Hemze, Têhran, 2018
[3] Rola Malbatê di Parastina Zimanan da, Seyid Hadî Mîr Wahêdî, Kovara Ziman û Zimannasî, hejmara 23an, Havîna 2016an
[4] H.b