Aysel Tûglûk serbest bû

Aysel Tûglûk piştî li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê îfadeya wê hate wergirtin, serbest bû.

Parlamentera berê Aysel Tûglûk hate desteserkirin. Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketibû û piştî Saziya Tiba Edlî (STE) raporek ji bo wî amade kiribû û gotibu “ew nikare di girtîgehê de bimîne” di 28ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de tehliye bûbû. 

Polîs îro çûne mala Alattîn Tûglûk, birayê Aysel Tûglukê û Aysel Tûglûk desteser kir. Li gorî zanyariyan, ji ber axavtineke wê polîsan ew desteser kir ku di sala 2012an de li Colemêrgê di dema mitîngekê de bûye. 

Tûglûk nayê bîra min

Polisan piştî kontrola doktor, Aysel Tûglûk birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir Dadgeha Cezayê Giran a 24an a Stenbolê îfadeya wê wergirt. 

Ji ber dozeke ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2yem a Colemêrgê berdewam dike hin pirs ji Tûglûkê hatin kirin. 

Dadwerî ji Tûglûkê pirsî ku mitîng û axavtina kiriye tê bîra wê yan na, Tûglûkê jî got ku nayê bîra wê. Piştî vê jî jêpirsîn bi dawî bû û dadgehê biryara serbestbûna Tûglûkê da. Her weha parêzerên Tûglûkê rapora tenduristiyê ya Tûglûkê pêşkêşî heyeta dadgehê kir. 

Ji bo dewama nûçeya bianetê bitikine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir