Safîye Alagaş ketiye lîsteya “Freedom House”ê


Navenda Nûçeyan
Safîye Alagaş ketiye lîsteya “Girtîyên Sîyasî yên Dozên Sembolîk” a Freedom Houseê.
Safîye Alagaş ji Hezîrana 2022an ve li Girtîgeha Dîyarbekîrê girtî ye. Li gor nûçeya Freedomhouse wê di derbare dewleta Tirkîyeyê de wisa gotiye: Ew êrîşî her kesan dikin da ku civateke îtaetkar û sernerm derxin holê.
Di hûcreya Alagaşê de ji bilî wê 14 rojnamegerên din jî hene û kamerayek 24 seatan çavdêrîya wan dike.
Destûra pirtûk û rojnameya jî tune ye û xwarina ku didin wana jî têrê nake.
Alagaş û hevalên wê yen rojnameger ên girtî bi hinceta “propagandaya terorê” hatine girtin. Ji ber lêpirsîna wê polîsan dest daniyê li ser telefon, kamera, kompûter û ekîpmanên din ên wê.
Safîye Alagaş midûra nûçeyan a Jin Newsê ye û li Botan Internationalê dersên rojnamegerîya jinparêz dida.
Çavkanî: Freedom House
Wergêr: Yonca Sarsilmaz