Em êrîşên ji bo reşkirina Botan Internationalê şermezar dikin

19/10/2021

Li medyaya civakî wek Botan Internationalê ji rêxistineka sîyasî xelatek standibe hatiye nîşandan û bi dehan kesan li ser vê yekê telefonî me kirin û em mecbûr man bersivekê binivîsin.

Botan Internationalê ji ti desgehên siyasî xelat nestandine. Ti têkiliyên me bi ti desgehên sîyasî re nîne.

Tekane rêxistina em hevkarên wê ne Rojnamegerên Sînornenas, RSF ye. RSF mezintirîn rêxistina rojnamegeran a navneteweyî ye, şêwirmenda fermî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ye.

Berpirsê Botan Internationalê, Murat Bayramî ji beriya 8 mehan ji Komeleya Rojnamegerên Başurê Rojhilatî (GGC) ji ber hevpeyvînên wî yên li Ortadogunewsê xelata “Rojnamegerê Salê” standibû.

Ji ber ku di protokolê de di rêzên pêşiyê de Bayramî xelat stand Cihgirê Wezîrê Dewletê xelata wî dabûyê hingê jî êrîşên nîyetxerab li şexsê wî hatibû kirin.

Em li ser şexsê Murat Bayramî êrîşên li Botan Internationalê qebûl nakin û şermezar dikin.

Botan International


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fîlma derhênera me Semîha Yildizê dê li Hamburgê bê nîşandan

Weşana paşê

Botan International çi ye û çi dike?