Kawa Nemir dê ji bo Ulyssesê bi xwînerên xwe ra bicive

Kawa Nemir dê ji bo Ulyssesê bi xwînerên xwe ra bicive
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Şair, wergêr û nivîskar Kawa Nemir dê li Berlinê ji bo imzekirina kiteba Ulyssesê bi xwînerên xwe ra bicive.

Bername dê di 20ê Gulanê da li Adar Schuleyê seat 18.00yê lidarxistin. Moderatorîya bernamêyê jî dê Rojda Yaşîkê, Ciwan Tengezar û Aram Zoza bikin.

Kawa Nemir kî ye ?

Şa’ir, wergêrr û nivîskar. Di 29ê Gulana sala 1974an da li Îdirê ji dayîk bûye. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê da du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a keltorî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003yan da weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro berhemên gelek şa’ir, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyata û şanoya ingilîzî, emerîkî, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.

Berhemên wî:
Şi’r:

  • Selpakfiroş, 2003
  • Bîşenga Deşta Dûr, 2006
  • Salname, 2009
  • Bêdengî û Tiştên Din, 2012
  • Kevirên Bendewariyê, 2015
  • Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, haîkû, 2017
  • Soneyên Sewdaser, sone, 2019
  • Peyvên Biçûk, 2021

Kurteçîrok:

  • Çavdêriyên Barbarekî, 2011

Wergerên wî:

  • Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolocî, 2000
  • Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002
  • Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004
  • Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004
  • Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, şi’r, 2005
  • Sisli Şehir, Jan Dost, roman, 2006
  • Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008
  • Diyarbekir El Sallıyor / Diyarbekir Dest Li Ba Dike / Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo kurdî û ingilîzî, 2011
  • Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo kurdî, 2011
  • Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo kurdî, 2011
  • Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011
  • Piling, William Blake, şi’r, 2013
  • Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013
  • Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013
  • Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013
  • Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013
  • Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014
  • Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, şi’r, 2014
  • Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, 2015
  • Stranên Evînî, Sara Teasdale, şi’r, 2015
  • Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015
  • Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019
  • Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021
  • The Complete Sonnets of William Shakespeare / Sercem Soneyên William Shakespeare, şi’r, 2021
  • Macbeth, William Shakespeare, şanoname, 2021
  • Bazirganê Venedîkê, William Shakespeare, şanoname, 2021
  • Collected Poems of James Joyce / Sercem Şi’rên James Joyce, şi’r, 2022
  • Ulysses, James Joyce, roman, 2023