Hilbijartinên DYAyê: Heta niha Trump li pêş e

06/11/2024

Di dîroka DYAyê de yek ji pêşbirkên herî tund 5ê Mijdarê duhî dest pê kirîye. Namzeda Demokrat Kamala Harris û namzedê Komarxwaz Donald Trump di pêşbirkeka weha de ne ku li gor pisporên hilbijartinê encam dikare bi tenê bi çend dengan bê dîyarkirin. Li eyaletên girîng pêşbirk welê hessas e ku dikare çend rojan encam dernekeve.

Li gorî encamên nefermî yên 35 eyaletan, 214 delegeyên Donald Trump û 179 delegeyên Kamala Harrisê hene.

Li gorî encamên nefermî yên ku Associated Pressê (AP) dane, li eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Florida, Tennessee, South Carolina, Oklahoma, Mississippi, Alabama, Arkansas, North Dakota, South Dakota, Wyoming, Nebraska, Louisiana, Ohio, Texas, Missouri, Utah, Montana, Kansas, Iowa, Idaho, Vermont, Connecticut, Massachusetts, Maryland, Rhode Island, New Jersey, Delaware, Illinois, New York, Colorado, California û Washingtonê û li herêma Washington D.C.yê encam eşkere bûn.

Trump

Trump li eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Florida, Tennessee, South Carolina, Oklahoma, Mississippi, Alabama, Arkansas, North Dakota, South Dakota, Wyoming, Nebraska, Louisiana, Ohio, Texas, Missouri, Utah, Montana, Kansas, Iowa û Idahoyê 214 delege standine.

Harris

Kamala Harrisê jî li eyaletên Vermont, Connecticut, Massachusetts, Maryland, Rhode Island, New Jersey, Delaware, Illinois, New York, Colorado, California, Washington û herêma Washington D.C.yê 179 delege standine.

Bi tevahî 50 eyalet hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.

Seroka/ê nû dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi erkê xwe bike

Çavkanî: Botan, Rûdaw, X

Weşana berê

Bûltena nava rojê

Weşana paşê

Trump serkeftina xwe ya hilbijartinê pîroz kiriye

Te hay ji vê heye?