Bûyerên tund û tûjîyê yên vê dawiyê li Tirkiyeyê diqewimin pirsgirêkên derûnî yên civakê zêde kirine. Ev tespît ya navenda lêkolîşnan a Ipsosê ye. Li gorî Ipsosê, rêjeya kesên pirsgirêkên derûnî yên wan hene %38ê civaka Tirkiyeyê ne.
Bandora tund û tûjîyê li ser derûnîya civakê
Tund û tûjî û tecawizên dawîyê bandorê li ser tevahîya civakê dikin. Jin û zarok zêdetir tûşî travma, anksîyete û depresyonê dibin.
Rewşa pisporên tenduristîya derûnî
Hejmara pisporên tenduristîya derûnî li Tirkîyeyê kêm e. Ji bo her 100 hezar kesî 16,33 pisporên derûnî hene. Ev hejmar li Herêma Ewropayê 43,5 e.
Bi gotineka dî: Li Tirkiyeyê ji her 100 hezar kesan 38 hezar kesan nexweşiyên derûnî hene û ji bo wan 16 derûnnas û psîkîyatir hene.
Zêdebûna bûyerên îstîsmarê
Sala borî nêzîkî 29 hezar zarok rastî îstîsmara cinsî hatine. %85ê wan keç in. Di navbera 2015-2023an de hejmara dosyeyên îstîsmara zarokan du qat zêde bûye.
Bandora xeberên îstîsmarê li ser civakê
Pispor Bûşra Hayirlî Hanay dibêje ku nûçeyên îstîsmarê yên berdewam dikarin civakê binbandor bikin û we bike ev wek tişteka normal bê dîtin. Ev yek bandoreka neyînî li ser zarokan dike. Zarok xwe bêhtir bi tenê û bêparastin hîs dikin.
Pêşnîyarên ji bo têkoşîna li dijî îstîsmarê
Pispor Serhat Ozmen dibêje ku divê civak li ser îstîsmara zarokan bêhtir biaxive. Divê hişyarî û bertek li hemberî îstîsmarê zêdetir bibe. Ev yek divê bibe sîyaseteka civakî.
Çavkanî: Melîsa Gulbas, Aposto, Botan Times