Şirketeka Tirkiyeyê elektrîkê dide Îsraîlê: Jerusalem Post

09/08/2024
transmission tower under gray sky
Photo by Pok Rie on Pexels.com

Dewleta Îsraîlê peymana xwe ya ji bo elektrîkê bi şirketa Dorad Energyê re dirêj kiriye. Xwediya %25ê wê şirketê Zorlu Holding e.

Li gor nûçeya The Jerusalem Postê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganî gotibû ew ticareta digel Îsraîlê boykot dikin lê peyman hatiye nûkirin.

Ev şirket elektrîkê dide Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) û Wezareta Parastinê.

Ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niho daxuyanîyek nehatiye weşandin.

Weşana berê

HSD: 11 sivîl hatine kuştin û yek ji wan yek salî ye

Weşana paşê

Zêmarek Li Ser Dadwerîya Hiqûqî