Zêmarek Li Ser Dadwerîya Hiqûqî

09/08/2024

Ka heke mirov xwe bispêre helbesta Jaro Duhokî ku dibêje “Hizir dikirin / Eger hizar ser jê kirin / Hizar hizar berze kirin / Kurd dimirin / Lê ji bîr kirin / Kurd ji mirinê mezintir in / Ji sêdara bilindtir in / Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in” û wekî kurdekî bipirse çend kulm dikarin heyfa “hizar serjêkirinan” vegerînin, “hizar berzekirinan” peyda bikin û çend dadgehên mirovahîyê. Nexwe mirov bibêje ku dadwerîya hiqûqî û kulm du hevalên hev ên jihevneçêtir in wê ne şaş be.

***

Li seranserê dinyayê gelek miletan çîrokên xwe yên qehremanîyê hene, pirî ji wan çîrokan tiştên xeyalî û sêwirandî ne, ango her millet di sêwir û aşopa xwe de, wextê xwe dide ber neynika dîrokê û tê de dêwekî xweneçemandî dibîne. Bêguman lîrîzma hunermandan jî, gelekî alîkarîya vê romantîzma ji heqîqetê netêr, kiriye. Lê belê çendî sêwirînên wiha hebin jî her civakê taybetmendîyên xwe yên civakî hene. Helbet pêdivîyên jîyana modernîter jî hewl didin van taybetmendîyan biguherîne. Rêzafîlma The Fall (ya ku Gilliana Anderson tê de dilîze) her ku rê li ber xwendinên derûnîsazîya şexsî veke jî, li ser fikra sûc û dadwerîyê, berê me dide  ser vê fikra heqîqeta hiqûqî ya civaka modernîter. 

The Fall rêzefîlemeke psîko-kelecanî ye. Bi hevkarîya îngîlîz û îrlandîyan, di qenalên her duyan de hatîye nîşandan. Rêzefîlm derbarê serî-kujerekî de ye. Paul Spectoê serîkujer, ji hêla lîstîkvanê navdar Jamie Dornan ve, Stella Gibson dedektîv e û mufetîşê emnî jî ji hêla Gillian Anderson ve tê lîstin. Di piranîya fîlmên polîsîye yên berbiçav de, piranî zilamên spî (wekî Rojava û pergala wî ya kapîtalîst “spî”), her tiştî rave dikin û çareser dikin. Bi hebûna wan, civaka mayî di bin ewlehîyê de, dûrî metirsîyan dijîn. Li vir, jineke kej û delal cih digre. Hêlên wê yên femînîstî hêjayê gotinê ne. Dema polîsên bajêr nikarin meseleya serîkujerîyê çareser bikin, bang li Stellayê dikin. Rêz û hormeta hemû polîsan gelek e li wê. Dema tê ku lêpirsîna mijarê bike, bi rêya weqayekê laqê polîsekê tê. Êvarê bang li polîsî dike ku here cem wê hotelê. Polîs diçe cem wê, bi hev şa dibin. Zilamê ku zewicîye dema serê sibehê diçe mala xwe derbekî ji serê xwe dixwe û dimire. Zanîn, jîrektî, helwesta wê ya serbest li gel mêrên din û sarbûna wê ya karîzmatîk (ne ji qurretîyê) dîyar dike ku Stella çîroka baviksalarîyê berovajî dike. A girîng jî wisa di fîlmê de tê temsîlkirin ku ne îstîsna ye. Wekî ku ferhenga femînîzmê daye zanin ku serkeftina jinan timî ji hêla mêran ve wek îstîsna tê hesibandin. Ev hesta neîstîsnayî ya Stellayê ji ber vê yekê girîng e, ne tenê ji ber xusîsîyetên xwe yên şexsî.

Wextê Paul qurbanîyên jin li listeya xwe ya kuştinê zêde dike, meraqa Stellayê li ser wî zêdetir dibe. Di serîya duyemîn de, dema Paul tê girtin, ji bo kişfkirina cihên mêrkujî û dîtina qurbanîyekê, wî dibin şûna karesatê. Li wir, zilamek ji nav daristanan dertê, gule bera Paul  dide. Du polîs û Paul birîndar dibin. Ji wan polîsan yek jê jî xortekî qeşeng e, navê wî Tom Anderson (Colin Morgan). Ev xort jî berîya vê bûyerê carekê mîna wî zilamî ku hatibû kuştin, bi Stellayê re li hotela ku Stella lê dimîne şa dibe. Stella di warê seksuwaliteyê de domînant e, wek ku xuyaye bêtir ji xortan hez dike. Roja ku Paul tê girtin jî di çavên wê de heyrantîya ji Paul diçirûse. Îmayeke şehwî tê de heye. Roja ku êrîş tê ser polîsan, Paul û polîsê xort, Tom birîndar dibin di wê gavê de Stella rasterast baz dide diçe ber serê Paul. Daxwaza wê ya alîkarîyê û helwestên wê yên di wê kêlîyê de mîna zêmarekê ne. Piştî ku birîndarî radikin nexweşxaneyê Paul diçe emelîyatê, polîsê xort ji destê xwe birîndar bûye. Gava neşteger û Stella li ser rewşa Paul dipeyivin her du jî girîngîya wî canî wisa dîyar dikin ku ji bo neştergerî zindîhiştina Paul karekî bijîşkî/pîşeyî ye, ji bo Stellayê jî karekî hiqûqî ye. Stella dixwaze bi yek parçeyî derkeve ber dadgehê.

Dûre Stellla diçe cem polîsê xort. Wekî dayikekê, lê dayike xwînsar nêzî wî dibe. Pirsa wî dike. Dîyaloga di navbera wan de hebekî romantikî (ji hêla Tom ve), hebekî rasteqînî ye (ji hêla Stellayê ve) lê belê rewşa dadwerîya hiqûqî, belkî fetîşîzma hiqûqê aşkere dike:

Tom: “Te çima ber bi serê wî ve bazda?”

Stella: “Çawa?”

Tom: “Lew, me her du jî derb xwar, pêşî te ber bi wî ve bazda, ne bi min ve. Bala te giş lê bû”

Stella: “Min dît ku birîna wî xedartir bû”

Tom: “û… te kir hawar û go ‘dike bimire’…dengê te mişt êş bû.”

Stella: “Min nexwest xilasî li wir bê… Ne bi vî rengî… Bêyî dadgehkirin, bêyî hikumxwarî, bêyî cezakirin… bêyî ku ji bo malbatan [dawe] bê girtin… Min xwest zindî bimîne. Bi vê yekê re bê dadgehkirin û hikum bixwe û jîyana xwe ya mayî di girtîgehê de bijî… Ger dengê min mişt êş be, sedem ev e.” (S3, E01)

Ev dîyalog bi xweşhalîyeke jihevparikîşikestî bi dawî dibe.

A soxî pirsa esasî ev e: Bi rastî jî heqîqeta dadwerîya hiqûqî, hesta dadwerî ew çend xurt e ku keseke mîna Stellayê sar, mîna dayikeke ku lawê wê li ser çokê wê birîndar be, li ber bikeve, bi êşa wî perîşan bibe?

Ev dilrehmîya (?) Stellayê ne bi mantiqî be jî dayikên ku ji dêvla zarokên kurd li ser zarokên tirkan diêşin tîne bîra mirovî. Mesele dibêjin wextê di bûyerên sîyasî de zarokên kurd û tirk derb dixwin dayikên kurdan dibêjin “ên me ji xwe elimî ne, ên tirkan guneh in em li ber wan dikevin”.

Bêguman di nav êş û helwesta Stellayê de tiştên jinane, şehwî, pîşeyî (weke ku di navbera celad û qurbanîyan de jî hebe) hebin jî heqîqeta ku ew destnîşan dike para bêtir e. Carinan fokûsa zêde, xwendina zêde kûr dike ku mirov tiştên li ber çavan nebîne. Lewra bêyî ku bikolim bê çi tiştên din di wê de hene, lîstîkvanîya wê ya jidil, bawerîya min pê tîne ku gotina wê rast e. Digel wan tiştên şexsî helwestên bi vî rengî “dadwerîya hiqûqî” jî xwemalê civakên rojavayî ne. Hêzeke ehlaqî ye. Bo nimûne li ser cihûbûna xwe Jean Améry piştî ku tev li berxwedanê dibe dibêje “ji bo berxwedanê ji nû ve hînî tiştekî, ji hêza dadwerîyê girîngtir bûm: bersiva kulmê kulm e” (“Yahudi Olmanın Zorunluluğu ve İmkânsızlığı Üzerine”, 121). Jean Améry jî ji zikê Rojava bi xwe ye, li Vîyanayê ji dayik bûye. Kî dikare bibêje ku cihû rojavayî an rojhilatî ne? Wextê cihûtîya xwe seh dike, bi rêya tundrewîya li ser laşê xwe pêdihese. Pirî deqên wî bi tiştên wereng xemilandî ne. Bi giştî piştî Holokostê “bersiva kulmê kulm e” an jî “heyfhilanîn” (binêrin rêzefîlma Hunters aku Alpacino tê de dilîze)  li şûna “dadwerîyên hiqûqî yên dadgehan” rengekî xweser ê wêjevanên cihûyan e. Belê her ku carinan Rojava bi vî rengî, bi karên wisa re dixwazin rengekî “dadgehî” bidin xwe jî, mijar ne Rojava û Rojhilat e, wek ku li Rojava dadwerî li Rojhilat kulm serdest be. Ez bawerim bi fahm û feraseta bicihbûna dadwerî diyarkereke sereke ye. Çawa ku şîngirêdan di gelek civakan de rengekî xwe yê xweser hebe, eyn wisa. Bawerîyeke Stellayê bi vê yekê heye: dadgeh dermanê wan e. Ji bo welatên rûniştî dibe ku wisa be lê li welat û civakên berxwedêr pirî caran dadwerîya hiqûqê an di bêhnvedaneke heta hetayî de ye an jî li dijî wan kesan “hewcedar” kar dike. Lewma hînbûna “bersiva kulmê kulm e” di wê dema berxwedanê de li Jean Améry hasil dibe, ne di rewşeke asayî û aram de ku hiqûqeke mirovhez li ser kar be.

Ka heke mirov xwe bispêre helbesta Jaro Duhokî ku dibêje “Hizir dikirin /Eger hizar ser jê kirin / Hizar hizar berze kirin / Kurd dimirin / Lê ji bîr kirin / Kurd ji mirinê mezintir in / Ji sêdara bilindtir in / Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in” û wekî kurdekî bipirse çend kulm dikarin heyfa “hizar serjêkirinan” vegerînin, “hizar berzekirinan” peyda bikin û çend dadgehên mirovahîyê. Nexwe mirov bibêje ku dadwerîya hiqûqî û kulm du hevalên hev ên jihevneçêtir in wê ne şaş be.  

Çavkanî

Améry, Jean. “Yahudi Olmanın Zorunluluğu ve İmkânsızlığı Üzerine.” Suç ve Kefaretin Ötesinde, Wer. Cemal Ener, Çapa 1, Metis Yayınları, 2015, rr. 111-34. 

“Silence and Suffering”. The Fall, çêker Allan Cubitt, sezona 3an, epîzoda 1an, BBC Two, 29ê îlona 2016an.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Te ev dîtıne?

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Romana Kurdî û Rexne-2- : Bextîyar Elî, Cemşîd Xan û Supermenê Kurdan

“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî,