Nalîn Dirî li Botan Timesê ye!

30/06/2023

Lêkoler û rojnameger Nalîn Dirî li Botan Timesê ye!

Lêkoler û rojnameger Nalîn Dirî dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Dirî dê derbarê teknolojiyên agahiyê (infotech), hişê çêkirî (artificial intelligence) û nîqaşên rojane yên peywendîdarî van babetan de bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Nalîn Dirî kî ye?

Nivîskara Botan Timesê û rojnamegera xwedî azmûn Nalîn Dirî ji çar salan zêdetir e li gel rojnamegeriya profesyonel, karên marketînga dîjîtal jî bi awayekî çalak birêve dibe. Piştî temamkirina perwerdeya zankoyê di projeyên cuda yên dezgehên navneteweyî weke Neteweyên Yekbûyî (NY) da jî cih girt. Hez ji lêkolînên li ser teknolojiyên agahiyê (infotech), Hişê Çêkirî (AI), nîqaşên polîtîkayên Hişê Çêkirî û pêşeroja teknolojîyê dike. Çar zimanan diaxive û ji bo Botan Timesê nîqaşên dawîn ji cîhana zanist û teknolojiyê li ser Hişê Çêkirî dinivîse.

Weşana berê

Kilameka Bedirxanîyan, Hafız Burhan, “Makber” û Mezîyet

Weşana paşê

Sadiq Ûskan: Nivîskarên kurd mîna Şamanan in!