Yek ji bersûcên doza Cemal Kaşikçî hat girtin

Yek ji bersûcên doza Cemal Kaşikçî hat girtin
Yek ji bersûcên doza Cemal Kaşikçî hat girtin
Vahdet Uçar
  • 8 Aralık 2021 13:00

Yek ji bersûcên Doza Cemal Xaşiqcî hat girtin – Nûnerê RSFyêê yê Tirkiyê Erol Onderoglu bi rojnameger Beyza Kuralê re, bi Medyascopê re axivîye û gotiye: “Girtina yek ji bersûcan dê ji bo civaka navneteweyî û Tirkiyê bibe kaxizeka turnusolê.

Yek ji gumanbarên kuştina qunciknivîsê Washington Postê Cemal Kaşikçîyê ku di 2yê Cotmeha 2018an de li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê hat kuştin, li Balafirgeha Charles de Gaulle ya paytexta Fransa Parîsê hat girtin. Ajansa nûçeyan a Reutersê ev pêşveçûn ragihandiye. Li gorî vê raporê, Xalid Aîd El-Oteybîyê (Hahid El Teyîbî) ce33 salî ku endamê berê yê Pasewanên Qraliyeta Erebistana Siûdî bû, dema ku dixwest ji Parîsê biçe Riyadê li balafirgehê hat binçavkirin. Tê çaverêkirin ku Al-Otaibi ji bo radestkirina wî bo Tirkiyê were dadgehkirin.

Doza di der barê 26 bersûcên qetilkirina Cemal Kaşikçî de li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam dike. Xalid Aed Al-Otaib ji ber “bi zanebûn teşwîqkirina kuştinê bi plan û êşkence bi hestên cinawirî” tê darizandin. Di dozan de bersûc beşdarî rûniştinan nebûn.

Nûnerê RSFyê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû ku ji destpêkê ve dozê dişopîne wiha gotiye: ”Di îddianameyê de diyarkirîye ku Al-Otiabê li Fransayê hatiye girtin yek ji 3 kesên herî dawî di saet 19:46an de ji Konsolosxaneya Erebîstana Siûdî derketiye ye” lewra jî ev yek gelekî girîng e.

Rastiya ku bersûc heta niha bi awayekî negirtî dihatin darizandin, hem darizandinê di asteka sembolîk de dihêle û hem jî di demek nêzîk de dibe ku rê li ber gelek tiştan bigire. Lê girtina yek ji wan 26 bersûcan li Fransayê li gor biryara Înterpolê ji bo civaka navneteweyî ku heta niha tu gavên girîng neavêtiye û ji bo Tirkiyeyê jî ku welîehdê Erebistana Siûdî destnîşan kiriye, dê bibe kaxezeka ceribandin û turnusolê ku ji destpêkê ve Bîn Selman weka bersûcekî nayê dîtin lê dîsa jî lêpirsînê nagihîne wê astê ku wî bigre nav xwe.”

Li gor nûçeya Beyza Kuralê, Onderoglu da zanîn ku dosyaya kuştina Cemal Kaşikçî ya ku di demên dawî de ji rojeva civak û çapemenîyê hatiye derxistin nikare bibe madeya nêzîkbûn û dûrbûneka dîplomatîk.

Onderoglû bal kişandiye ser wê yekê ku RSF heta dawiyê hewl dide ji bo Kaşikçî edaletê bixwaze û destnîşan kir ku ev hewldan di serî de ji bo hemû rojnameger û rewşenbîran tê kirin da ku di nava ewlehiyê de bijîn û bê tirs fikrên xwe bînin ziman.