Weşanên Pallê ‘Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin’ çap kir

Weşanên Pallê romana bi navê Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin çap kir û belav kir.

Romana ewil a Kamuran Çakır bi navê Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin ji Pall Weşanê derçû. Ev roman, 10emîn kitêba Pall Weşanê ye.

Nivîsara Berhemê:

“Bajarekî ku her sibeh bi bêhna mîzê xwe dişo, lê dîsa jî ti tiştî ji serbilindiya xwe kêm nake. Erê, ev bajar New York e!”

Nivîskarek ji Kurdistanê tê New Yorkê û dixwaze romaneke bi stîla vê deverê binivîse. Romana wî diçe ber destê Jacklina yek ji edîtora herî navdar a New Yorkê, lê ew romanê li wî vedigerîne û berê wî dide Mîr Thomas. Mîr Thomasê ku mamosteyê wêjeya berawirdî û kurê Jacklinê ye, berê wî dide hin kesên din. Nivîskarê ku di rêwîtiya xwe ya romannivîsînê de rastî gelek kes û bûyerên ecêb tê, li dû Mîr Thomas diçe heta Hewlêrê û xwe di nav aloziyekê de dibîne: Harry Powell û çar zilamên xwe yên reşpêçayî jî li dû wan in û dixwazin Pirtûka Sêhrbazan a Mîr Thomas peyda bikin. Gelo Pirtûka Sêhrbazan li ku ye?

Romana ewil a Kamuran Çakır, Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, bi çîrok û şêwaza xwe ya keyfbexş di nav xeteke xumam a rastî û xeyalê de şopa kuştinekê digerîne. 

Kamuran Çakır Kî ye? 

Di sala 1982yan de li Aydinê ji dawa dêya xwe ketiye. Zanîngeha Pamukkaleyê, beşa aboriyê qedandiye. Niha li New Yorkê dijî. Tenê hez ji roman, fîlm, jazz û rêwîtiyê dike. Ligel roman û çîrokan, ceribînan jî dinivîse. Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, romana wî ya ewil a çapkirî ye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir