Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin

Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin
Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin
Botan Times
  • 25 Şubat 2023 09:49

Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê, zêdeyî 200 nûnerên çapemeniyê bi tohmeta ku mixalifiya Qanûna Cezê ya Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê kirine rastî darizandina kêfî hatine. Saziyên kontrolkirinê yên weke Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÛK), Saziya Ilanan ya Çapemeniyê (BÎK) û Komîsyona Kartên Çapemeniyê bi hemû hêza xwe hewl didin yekdengiyê li ser çapemeniyê ferz bikin.

Ji ber ku Tirkiyeyê karsazê girtî Osman Kavala bernedabû Konseya Ewropayê ev rewş weke binpêkirin nirxandibû. Tirkiye di sala 2022an de di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180 welatan de di rêza 149an de cih girtiye.

Li gor agahiya ku Îlhan Taşci, endamê RTUKê yê CHPyî parve kiriye di sala 2022an da RTUKê li Halk TVyê 23 caran TELE 1 16, KRT TV 6, Fox TV 4 û Flash TV 4 bi giştî 54 caran ceza biriye. Her weha TGRTyê 2 caran, Beyaz TVyê carek û ATV jî carek ceza kiriye. A Haber, Ulke TV, Kanal 7, TV Net û TV 24ê jî ti ceza nestendine.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ku bûye weke darê destê desthilatê bêhiqûqiya “karta çapemeniyê” ya ku gelek rojnameger (Aydin Engin, Nadire Mater, Mustafa Sonmez, Bîrkan Bulut, Berkant Gultekin, Kazim Guleçyuz û hwd.) rûbirû bûye domandiye. BÎKê jî mudaxeleya li dijî rojnameyên rexneyî domandiye û ji reklamên fermî bêpar hiştine.

Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin

Li gorî çar Raporên cûda yên Çavdêriya Medyayê yên BIAyê ku di sala 2022an de hatine weşandin, herî kêm 28 rojnameger (Şahin Alpay, Mumtazer Turkone, Ali Bulaç, Ahmet Turan Alkan, Hayri Demir, Serkan Ozan, Olcay Buyuktaş Akça, Ozan Yurtoğlu, Hazal Ocak, Mehmet Emin Kurnaz, Sabahattin Onkibar, Faruk Eren, Furkan Karabay, Sedef Kabaş, Mehmet Kızmaz, Abdurrahman Gok, Eren Keskin, Reyhan Capan, Îsmail Saymaz, Uğur Dundar, Ahmet Kandal, Ahmet Altan, Yasemîn Çongar, Yıldıray Oğur, Mehmet Baransu. Îsmaîl Ari, Fuat Ugur) bi giştî 50 sal û 6 meh cezayê girtigehê û 294 hezar û 350 TL cezayê pereyê edlî ango tezmînat girtine. Hejmara rojnamegerên ku di sala 2021an de hatin cezakirin 35 bû û bi giştî 92 sal ceza hat birîn.

Sala par 20 rojnameger (Çagri Sari, Arif Koşar, Dogan Akîn, Bariş Bariştiran, Ugur Dündar, Zübeyde Sari, Görkem Kinaci, Uğur Şahin, Uğur Koç, Hayri Tunç, Velat Oztekin, Ali Ergin Demirhan, Alican Uludag, Onur Oncu, Kerim Karakaya, Fercan Yalinkiliç, Mustafa Sonmez, Merdan Yanardağ, Sedef Kabaş, Orhan Kalkan) bi hincetên wekî ‘propagandaya rêxistinê’, ‘heqareta li Serokomar’, ‘heqaret’, ‘heqareta li saziyên dewletê’, ‘’muxalîfiya li dijî Qanûna BDDKyê hatine darizandin. Ev hejmar di sala 2021ê de 64 bû.

Dewama raporê (bianet)