Mehfûra Sor a Sînemaya Kurdî

Mehfûra Sor a Sînemaya Kurdî
Mehfûra Sor a Sînemaya Kurdî
Murat Bayram
  • 7 Aralık 2022 09:17

Li bin ronahiyên xurt, mirovên cil û bergên delal li xwe kirîn, digel kenekê li ser rûyê wan li kamêreyan dinêrin û li ser mehfûreka sor dimeşin.

Ev dîmen û ev kiriyar ji bo 9. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê dîmen û kiriyarên ji rêzê ne lê ji bo min dinyayeka xeyalî ye. Festîval mezintirîn û dem-dirêjtirîn çalakîya vî bajarî ye.

Derhêner Alî Kemal Çinar û lîstikvanên fîlma xwe li ser mehfûra sor dimeşin

200 xebatkarên festîvalê û bi hezaran mêvan hene

Hesen Arif li ofîsa medyayê ya festîvalê bersiva pirsên me dide

Festîval li Hola Konferansan a Zanîngeha Dihokê tê pêkanîn. Avahî jî û bajar jî ji bo festîvalê hatiye amadekirin. Li her deran afîş û wêneyên festîvalê dixuya. Berpirsê Medyayê, Hesen Arifî ji Botan Timesê re diyar kir ku rêkûpêkîya vê festîvalê encama xebata 6 mehan e.

“Ji bo festîvalê nêzîkî 200 kesan dixebitin. 100 ji wan xebatkarên festîvalê ne, 100 ji wan jî bi dildarî dixebitin. Piraniya kesên dildar ji wan ciwanên ingilîzî-zan pêk tê. Gelek mêvanên biyanî tên û ji bo em bişên xizmeta wan bikin ingilîzî-zan lazim in.”

200 fîlmên kurdî

“Ji 30 welatan 570 fîlm ji me re hatin şandin. 200 ji wan fîlmên kurdî bûn. Lijneya Hilbijêr 98 ji wan hilbijartin. 47 fîlmên hatîn hilbijartin kurdî ne 51 biyanî ne.”

“Me ji bo fîlmên biyanî jêrnivîsên kurdî çêkir. Rojane em belavokeka festîvalê çap dikin. Îsal mijara festîvalê penaberî ye û me li Kampa Domîzê jî fîlm têne nîşandan.”

Xebatkarên navdar ên sînemager

Rowal Navgundî, derhêner û lîstikvanê fîlman

Ji hemî xebatkarên ciwan ên min nas kirîn bi tenê nûçegihanê rojnameya Evroyê, Şaho Elind ne sînemager bû, piraniya xebatkaran sînemagerên ciwan bûn. Lîstikvanên ciwan ên wek Saman Mistefa û Rowal Navgundî du xebatkarên festîvalê bûn ku xelkê Bakurê Kurdistanê jî wan nas dikin.

Şaho Elind

Salona baş dengê xerab, salona biçûk dengê baş…

Salona Zanîngeha Dihokê gelek mezin û xweş bû lê xwediyên fîlman ji wê yekê gazind dikirin ku dengê salonê ne baş bû. Salonên DuhokMallê xweş bûn lê biçûk bûn. Li çar salonan fîlm dihatin nîşandan û ji bo mêvanên festîvalê belaş bûn. Di sê rojan de min seyra zêdetirî 20 fîlman kir û beşdarî semînerekê bûm. Ji bo xelkê Dihokê bilêdên fîlman di dema festîvalê de 3 hezar Dînaran bû.

“Li her deran Xatîn heye, çi lazim be ew hel dike”

Xatîn Dihokî, li Hola Konferansan a Zanîngeha Dihokê

Xanimeka enerjiya wê bilind li pêşiya min û derhêner Bilal Korkut sekinî û pirsî “ka bernameya hewe çi ye?”

Dema min jê pirsî ka ew kî bû, Bilalî diyar kir ku “ew li her deran e. Tu kengê hewce bî tu xwe digihînî wê û ew eyar dike. Çi lazim be ew hel dike.”

Divîya min bi wê re biaxiftiya. Dema ez ji temaşekirina fîlmê derketim li ber deriyî bû. Ew jî li setên fîlman dixebite û koordînatora xebatkarên dildar bû.

“20 komên me hene. Em her sibeh 7ê hişyar dibin û heta derengî dixebitin. Serê sibeyan li otêlan di dema taştê de em plana rojê ya herkesan dipirsin. Piştî hingê em ji wan re tirimbêlan eyar dikin û li gor plana wan kar dikin. Ez 20 heta 40 kesan re eleqedar dibim. Asîstan hene û her yekê bi hinekan re eleqedar dibin.”

Nuhat: Projeyeka hêvîbexş

Nuhat (Nûhat) projeyeka hevkarîya Enstîtuya Guethe-yî û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê ye. Sînemagerên ciwan pêşiyê bi kargehan ji pisporan perwerdeyê distînin. Paşê ji bo her beşdarekê heqê çêkirina kurteefîlmekê tê dayin û dersdarên wan şêwirmendîya wan dike.

Ciwanên Dihokê çi difikirin?

Osame Pîravdelî, li ber deriyê sînemayê ye. Dê li 5 kurtefîlman temaşe bike

Osame Pîravdelî ciwanekê 17 salî yê Dihokî ye.

“Ez hêvî dikim ciwanên me dest biavêjin sînemayê. Lê tişta ji kîsê me çûyî çûye. Bila ji nû ve ji klasîkan dest pê nekin bila li gor şêweyên modern ên îro dest pê bikin. Ne hewce ye em mijkûleyên berê dubare bikin.”

“Me kûlûba fîlman heye. Em her hefte li fîlmekê temaşe dikin û şîrove dikin.”

“Festîval ne lê projeyên wek ‘Nuhat’ê hêvîyekê li nik me çêdikin.”

Peyda: Lîstikvanê 8 salî

Peyda Navgundî bersiva pirsên me bi lez û kurt da

Peyda Navgundî lîstikvanê fîlman ê 8 salî ye. Wî di fîlmê de bi navên “Memo” û “Şêro” lîstibû û li ser pirsa me ya tu li vê derê kî yî got:

“Li vê derê ez her Peyda me! Lîstina di fîlman de xweş bû, ez dîsa dixwazim bileyîzim.”

Festîval 8 rojan dewam dike piştî roja sêyem ez vegeriyam. Yek ji encamên berbiçav di sînemayê de dîtina hevkarîya sînemagerên Başûrî û Bakurî bû. Îsal di fîlma Bilal Korkut, Mehmet Ali Konar, Dr. Yilmaz Ozdil lîstikvanên Dihokî hebûn. Tesîra organîzasyonên bi vî rengî li hevkarîyan dibe.

Projeya Nuhat navên nû û ciwan li sînemaya kurdî zêde kirine..