Şikefta Şaneder an Gobeklîtepe: Kîjan ya me ye?

Mesele ne zanîn e, mesele afirandina zanînê ye. Mesele hikumkirina li ser zanînê ye. Rast e Girê Mirazan jî ya me ye Şikefta Şaneder jî. Lê hukmê me li ser Şanederê heye ew bi navê kurdîtiyê tê naskirin û hêzê dide me. Hukmê me li ser Girê Mirazan nîne ew bi nave Gobeklîtepe tê naskirin û dibe malê hindek dî. Axirî Kurdistan hêlîna şaristaniyê ye, gêsinê cotkarekî dikare li perestgeheke 12 hezar salî bikeve, şivanekî kurd dikare li ser hestiyekî 75 hezar salî raze, lê em hukmî li ser çi bikin ew ya me ye, em hukmî li ser çi nekin ew ne ya me ye.

***

Sala 1986an, rojeke biharê, li Ruhayê, cotkarekî kurd li nav zeviya xwe digere. Kevirekî di şiklê serê mirovan de dibîne. Baş tênagihije ka çi ye. Radike û dibe muzexaneya Ruhayê. Ew jî tiştekî zêde jê nizanin. Gelek qîmetî jî nadinê. Li wê derê nêzîkê deh salan dimîne. Piştî deh salan arkeologekî Alman, Klaus Schmidt tê Ruhayê û wî peykerî dibîne. Bala wî dikêşe. Pirs dike ka ji ku hatiye. Jê re dibêjin. Herwisa hin gotegot tên guhê wî, li nêzîkê ew cihê ev peyker lê hatiye dîtin, bi navê Girê Mirazan, kevirek li binê darekê heye, li ser kevirî jinikek hatiye xêzkirin zaroka xwe diwelidîne. Xelk diçin ser wî kevirî, dua ji xwedê dikin da ku zarokekê bide wan. Û dîsa wan rojan wexta biraziyê cotkarî zeviya xwe cot dike, gêsinê wî dikeve kevirekî mezin. Radibe du sê keraneyan lê dide, serê kevirî dibire lê nikare derxe. Ev gotegot hemî diçin guhê Klaus Schmidt. Hestên wî yên zanistî dibêje wî xezîneyek veşartî li wan deran e. Wê şevê xew nakeve çavê wî. Sibê radibe, yekser diçe nik cotkarî û pirsa ew kevirê ketî gêsinê wî dike. Klausî dibe ser kevirî. Klaus Schmidt berê xwe dide kevirî û dorûberê wî dikole, dizane li bin lingê wî nihêniyên veşartî hene. Ji wê derê dest bi lêkolîna xwe dike heta 12 kevirên mezin ser-erd dike. Li ser her yek ji wan rismê heywanekî heye û ev kevir bi hev re giloverekê çêdikin. Paşê derdikeve meydanê ku ew kevirê ketî serê gêsinê cotkarî, dîroka mirovahiyê ji binî ve diguhere. Ew kevir beriya 12 hezar salan hatîbûn çêkirin. Van keviran diyar kir ku ji beriya mirov bikevin ser jiyana xwecihî û çandinê bikin jî bi hev re bûn, civak bûn. Belkî ew cih yekem perestgeha mirovahiyê bû. Huner û mîmarî hebû. Belkî jî mirov beriya 12 hezar salan li wan deran ketîbûn ser jiyana xwecihî. Ew der gund û bajarên wan bûn.  

Kêm û zêde heman salan, çend qonaxan ji Ruhayê dûr, çîrokeke dî bi heman awayî diqewime.* Li devera Barzan, li kêleka çemê Zapê, li ser çiyayê Biradostî, şivanekî kurd pezê xwe diçêrîne. Pezê xwe dide mexelê û diçe ber siha şikeftê, şikefta Şaneder. Ev şikefta mezin û devbeş her roj li wê derê ye û kes guhê xwe nadiyê. Serê xwe datîne ser kevirekî û dibêje ez ê çavê xwe germ bikim. Paşê destê wî li tiştek hişk dikeve. Berê xwe didiyê, dibêje ev hestîyek e. Gundiyan jî pê dihesîne lê kes guhê xwe nadiyê. Wan rojan arkeologekî amerîkî, Ralph Solecki, li wan deran li şûnwarên kevn digere. Ev gotegotên hestiyan diçin guhê wî. Hima demildest berê xwe dide şivanî û diçe şikefta Şanederê. Ev şikefta devê wê hinde mezin û vekirî bala wî dikêşe. Hestên wî yên zanistî dibêjin wî xezîneyek li bin lingê wî ye. Dest bi kolanê dike. Ji salên 1951an heta 60an di vê şikeftê de hestiyên deh mirovên kevn, yanî neandertalan, dibîne. Paşê Solecki vedigere Amerîkayê û hêvî dike sala piştî wê vegere û lêkolînên xwe berfirehtir bike. Lê piştî wî dinya serobino dibe. Şoreşa Îlonê ya Mele Mistefa Barzanî dest pê dike. Kurd şerê Besîyan dikin. Û paşê şoreşa gulanê. Û paşê şerê Iraq û Îranê. Û paşê kurd tên enfalkirin, Helebçe tê kîmyabarankirin. Iraq dikeve Kuweytê û şerê kendavê yê yekê û duyê. Paşê raperînên kurdan. Paşê avakirina Herêma Kurdistanê. Û paşê têkşikana Sedam Hisênî ji aliyê Amerîkayê ve… Axirî dinya aram nabe. Solecki herçend şerê Ezraîlî bike û temenê xwe bigihîne 101 salîyê jî nabe nesîbê wî vegere şikefta Şaneder. Lê wî çirûska zanînê vêxistîbû. Piştî hindek aramîyê, sala 2011yan Hikumeta Herêma Kurdistanê dîsa hin arkeologan vedixwîne şikefta Şaneder. Hêvî nakin dê hindek dî hestî derbikevin. Lê sûrprîzek li hêviya wan e. Hestiyên kesekî/a ji beriya 75 hezar salan derdikeve. Hestiyên Solecki dîtîn yên beriya 45 hezar salan bûn. Hemî li ser hev, hestiyên Solecki dîtîn û yên lêkolînerên nû, zanîna dîroka mirovahiyê serobino dike. Heta hingê wisa dihat zanîn ku neandertal mirovên wehş bûn, aqilê wan kêm bû, hevdu dixwarin û ne civak bûn, her kes li pey nanê xwe bû. Lê hestiyên li binê vê şikeftê tiştek dî digot. Li ser yek ji wan hestiyan tovên 8 cureyên kulîlkan hatin dîtin. Bi îhtîmalek mezin, wan gul didanîn ser miriyên xwe. Û hestiyek dî jî, serê wî danîbûn ser kevirekî. Bi îhtîmalek mezin li ber miriyên xwe diketin û ev tirba wî bû. Axirî wek dihat zanîn neandertal ne wehş û serserî bûn, ew jî civat û malbat bûn, miriyên xwe vedişartin, gul didanîn ser wan û belkî ji wan re digirîn jî. Paşê ji hestiyên 2018yan hatî dîtin (Shanidar Z) rûyê wê jî hat çêkirin. Jinikek nîvsere bû. Û xetên rûyê wê ne ji yê me gelek cuda bûn. Pîrika me ya beriya 75 hezar salan li pêşiya me bû. Vî dîmenî bala dinyayê gelek kêşa. Gelek rapor hatin nivîsîn û belgefîlmek [1] hat kêşan. Vê belgefîlmê deng li dinê da. 

Paşê min jî li ser van her du cihan piçek lêkolîn kir. Mixabin bi navê Girê Mirazan gelek kêm zanyarî hebûn. Tenê di nivîsarên kurdî de ev nav derbas dibû. Weke dî li hemî cihan ‘Gobeklitepe’ dihat nivîsîn. Girê Mirazan di bin desthilata Tirkan de ye û navê wê wek Gobeklitepe hatiye guhertin. Ne navê wê yê xwezayî ye, lê bawer im dê heta hetayê wek Gobeklitepe bimîne. Lê şikefta Şaneder di bin desthilata kurdan de ye. Nivîsarên li ser neandertalan hemî balê dikêşin ser vê şikeftê. Û şikefta Şaneder bi navê wê yê Kurdî, û bi navê Kurdistanê dihêt bilêvkirin. Îro kî tiştekî derheqê neanderthalan de bixwîne bêguman li rasta navê Kurd û Kurdistanê tê. Û ew cih dê heta hetayê wek cihekî kurdî bimîne. 

Ji beriya çend heyamekê min bi navê ‘gelo zanîn hêz e? [2] gotarek nivîsîbû. Û bersiva min ‘na’ bû jibo vê pirsê. Çimkî mesele ne zanîn e, mesele afirandina zanînê ye. Mesele hikumkirina li ser zanînê ye. Rast e Girê Mirazan jî ya me ye Şikefta Şaneder jî. Lê hukmê me li ser Şanederê heye ew bi navê kurdîtiyê tê naskirin û hêzê dide me. Hukmê me li ser Girê Mirazan nîne ew bi nave Gobeklîtepe tê naskirin û dibe malê hindek dî. Axirî Kurdistan hêlîna şaristaniyê ye, gêsinê cotkarekî dikare li perestgeheke 12 hezar salî bikeve, şivanekî kurd dikare li ser hestiyekî 75 hezar salî raze, lê em hukmî li ser çi bikin ew ya me ye, em hukmî li ser çi nekin ew ne ya me ye. Mixabin.

[1] https://www.netflix.com/ca/title/81513913 

[2] https://botantimes.com/gelo-zanin-hez-e/

*Çîroka şivanê Kurd ji aliyê nivîskarî ve jibo honandina çîrokê hatiye çêkirin. Li gor belgefîlma Netflixê ne diyar e çawa Ralph Solecki ji şikefta Şaneder haydar bûye. 

Şîrove bike