Gundê Kaniya Qêmîşê, ku 42 kîlometreyan dûrî navenda Amedê ye, 30 sal in bûye mintiqeya rijandina çopê. Şêniyên gund li ser vê çopê dixebitin. Li vî gundê ku teqrîben 50 mal hene û 300 kes lê dijîn, 30 karkerên çopê hene. Mesaî saet 8ê şeveqê dest pê dike û dora saet 3yê piştî nîvro diqede. Karker li gor xwe zûtir an derengtir jî paydos dikin. Di çopê de karton, plastîk, eleminyûm, paxir, hesin û hwd. derdikevin û karker wan di torbeyên cuda de kategorîze dikin.
Navbera gund û qada çopê 3-4 kîlometre ye.
Di çopê de kûçik û cewrikên wan jî tiştên ji çopê dixwin û hin ji wan birîndar in.
30 karker di vê çopê de dixebitin.
Karkerê 20 salî Celal kûçikekî av dide û kûçik awireka spasiyê didê.
Dema sêteker tije dibin bo valakirina bermayiyan seferan dikin.
Tireyler çopê vala dikin qadê û karker yekser wan çopan dikin torbeyan.
Karkerek torbeyê xwe tije dike.
Ji şêniyên gund Cihan Kahraman (destê rastê) wiha beyan dike: “Temama çopa Diyarbekirê tê vê derê, ez ji gedetiya xwe heta niha li vir im cara ewil ez hîn 8-9 salî bûm hatim vir û niha 23 salî me, em rojê nêzî 100-120 kîlo bermayiyên vegerandinê top dikin û kiloya wê bi 5 lîreyan difiroşin, texmînî 600 lîre dike, lê hin caran em dikarin kêmtir an zêdetir jî bermayiyan bidin hev.
Ji çopê bêhneka pir pîs û giran tê ku yekser dikeve gewriya mêriv, herwiha ewtîna kûçikan û dengê gireyderan jî atmosfera qadê temam dikin.
Karker bê maske dixebitin.
Ji karkeran İzettin Demir diyar dike ku heta du sal berî niha jî di hin torbeyan de te telaq û cîgerên însanan dihatin, bi dîtina wan mehdeyê wan xera dibû û tesîreka xerab li wan dikir. Lê niha bermayiyên tibî li jêrê, li du çalên mezin tên rijandinê.
Karker ji çopê çekekê derdixin û lê dinêrin bê ka saxlem e yan na.