Şaredarîya Farqînê dest bi anonsên kurdî kir

Şaredarîya navçeya Farqînê ya Amedê da zanîn ku wan êdî dest bi anonsên kurdî kirîye.

Piştî hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê, li Bakurê Kurdistanê, piştî ku şaredarî ketin destê DEM Partîyê û qeyûm ji ser şaredarîyan rabûn, li çendîn bajaran xebatên çand, huner û zimanî dest pê kirine ku Amed yek ji wan bajaran e konsert û festîvalên hunerî lê hatine lidarxistin piştî bidestxistina şaredarîyê.

Şaredarîya Farqînê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku anonsên kurdî li Farqînê dest pê kirine.

Li gorî daxuyanîya Şaredarîya Farqînê di çarçoveya xizmetên duzimanî da êdî bi tirkî û kurdî dê ananos bêne kirin û xelkê Farqînê dê bi zimanê kurdî jî hay ji kar û xebatên şaredarîya xwe hebe.

Hevserokê şaredarîya Farqînê Kadrî Esen jî, herwiha li ser hesaba xwe ya Xê derbarê vê geşedanê da wiha gotîye: Li Farqînê me dest bi anonsên kurdî kir.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir