Malperên Avesta û Rudawê hatin girtin

Malperên Avesta û Rudawê hatin girtin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Dadgeha Silh a Cezaya 4an a Enqereyê bi hinceta,“propagandaya rêxistina “PKK/KCK dike” web sîteya Avestayê (http://avestakitap.com ) girt.

Di malpera ku hate girtin de tenê danasîn û firotina kitêban dihate kirin.

Avestayê dij biryara dadgehê li ser hesaba xwe ya Twitterê got;

Li gel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin.

Her wiha ne tenê malpera Avestayê malpera Rudawê jî hate girtin.

Biryar ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkîyeyê hate girtin.

Di derbarê girtinê de heta niha ji aliyê saziyê ve daxuyaniyeke nehatiye belavkirin.