Notên Şikestinên Poetîk I

Bêguman şi’ir wekî şiklekî afirînê, der barê mirinê bi xwe da ye tevî ku perestişa wê ber bi jînê ye. Her însan wekî çilkek ji hebûnê, ku şi’ir axirî behsa wan dike, behsa kêliyeke tazî ya ku însan li wê temasê hebûna xwe ya raz a hundirîn dike.

***

“hebûn bi zimanê xwe qut bû ji zeman;

qîtbûnên almastî, şîrê ji maka nîgarê. [1]

Xeberdana der barê şi’irê da û xasma poetîkayê da, bi min wisa tê ku berpêçûna erdekî nenas î (terra incognita) zehmet e. Şi’ir bi xwe der barê wê nenasiyê û wê nebelediyê da ye, loma berî nivîsînê, wekî valahiyeke temamker, huşbûn jî tev li wî erdê nenas dibe.

ez im parzemîna tu yê bi rê bikeviyê

navê min: Terra Incognita. [2]

Valahî, ji bo peykerekî zêdetir tiştan dibêje, her wisa huşbûn  ‘işaretê bi “ya negotî/ya nayê gotinê” dike belkî. Lê huşbûn jî îşekî zehmet e, karîn û şiyana huşbûnê, li terra incognita.Lê helbet qesta me ji huşbûnê mîna ducanîbûneke behremend e.

Wekî Kierkegaard  mealen digot; yên ku bi hemdê xwe dizanin çawa huş bibin ew dikarin bi rastî biaxifin. Belê, dibe wisa be, bi raya me şi’ir di wê şiûrê da ye ya ku têra xwe meyiyaye! Yanî, di huşbûnê da dimeye peyv!

Helbet her wisa şi’ir hinekî jî der barê “ya nayê gotinê” da ye; lê herhal ya ku me dike me, ya ku hebûn bi xwe ye şi’ir, yan jî gotina poetîk. Loma her temasa wê ya saf, me dilerizîne û dil dilerizîne. Belkî ji ber wê ye ku şi’ir heye û her kesên ku dil û hiş vekiriye ji tişta şi’irkî ra, bi wê derê beled in, ew ciyê azayetiyê, şikestinê, birîndarbûnê, bişkivînê, hilperînê, mestbûnê û fehmkirinê, bi ew  nexmeyên li meclisa mestan! Caran birqek wê xeta poetîk û direwşen (illumination) dişikêne û derdixe ji nava tariyê.

Dîsa jî şi’ir nakeve qalik û qalibên pênaseyan, û şi’ir mantiqeke felsefî jî nîne. Loma şi’ir dinimîne ya der barê ji qeyd û bendan vebûye.

Şi’ir heger te’rîfekî bike û pey ra yeke din dike, û dibe ku ew hevdu betal bikin, çimkî  jiyan bi xwe jî wisa ye. Şi’ir ne dînek e, ne jî hevgirtina pergaleke teorîk e, qey loma Platon şa’ir ji dewleta xwe diqewirandin!

Heidegger feylesofekî balkêş e ku wî dizanibû ku Friedrich Hölderlin çendîn bala ye ji sînorên felsefeyê. Tevî ku Heidegger em piştrast kirin ku fikirîn û felsefe kirin [3] ne heman tişt in. Çunku Hölderlin ji lîrîzma Yûnana Antîk xweyî dibû û li asîmanên wateyê difiriya, bi temaseke esmanî dişikest. Ew di wexta xwe da mêldar bû ku here cima’eta şa’irên wekî Schiller û Goethe. Lê ew bû şêt û şeyda. Bi raya me ev hest ji seqa û îmana şi’irê tê, belkî ku piçekî nêzîkî ew behsa ku Rabindranath Tagor dikir. [4] Lê dîsa jî ne dînekî şa’ir heye ne jî pêxemberekî wî, xêncî ku berdewam dixwaze risteya nehatiye nivîsîn biafirîne!

II

Lê çi be jî wekî hebûn xwe di bûyînê da vediguhêzîne, bûyîna ziman, şi’ir zimanekî din peyda dike, zimanê zimanan!

Helbet evana fikr û pêlên teswîrî ne ku huner bi xwe di însan da dide der, heger em behsa hunera însanan dikin. Çimkî Walter Benjamin di gotareke xwe da ferqek dikire nava zimanan; bi serê xwe ziman û zimanê însan [5] û digot, kakilê Xweda kelam e. A ziman logoseke wisa ye ku pêşiyê gotin hebû. Ew gotinên qedîm in ku “kilam qedîm” li cem me li ser sond tê xwarin, belkî ew yan şi’ir in yan jî lawijên şi’irkî bûn. Bi raya me, belkî jî însan seraqet bo ya napeyda ku nivîsîn/jiyîna wê hostatiyê dixwaze, ji têla canê xwe dijenand.

Wekî îzafe em bêjin, yên ku temasê wê derê dikin dibe hinek însan in ku  bi şi’irkî qise dikin; şa’ir, pêxember û fîlozof ku şiklê hebûna van hersêyan ji hev ferq dikin. Wextekî me waha not kiribû: “Fîlozof hewl dida vê dinyayê bike qoqê serê însên, pêxember jî hewl dida wê dinyayê bike qoqê serê însên; lê şa’ir herdu qoqan mîna du îskanên ava wan nivîşkan berî ser hev dide û îskanê li kêvir dixe, dişikêne! Li ber şa’ir her du dinya yek in, zîra sînorê mirin û jînê, dîn û aqil, di zeman da zirav dibin û dibin yek, çunku ji hev zane. Şa’ir bêsînoriya gerdûnê di însên da nîşan dide. Lewra her tişt wekî tek û yek tiştê nimayiş dike.” Lê şa’ir vêya masûmane dike. [6] Bi şertê ku şa’ir nêzîkî wê hesta şi’irê bijî. Lê ev jî heye, şa’ir dikare şi’ira xwe yan yêd din red jî bike, çimkî ew pêxember nîne û peyrevan peyda nake, tevî ku xwînerên şi’irê hevpişkên xwendina wê ne. Şi’irek kêliyeke qerisî ye ku her xwîner ji bo xwe vehelandiye ku bikişe nava vê derê û vê qasê, digot Hilde Dominê.

III

Şi’ir şikestin e, şikestxwarin, di geliyê xwe da ketin, şayed windabûn û windakirin be, warxanekekî ji zemanekî zaroktiyê mayî, yadgareke bibêhn, janek, evîneke bêhêvî, belkî napeydayî û şeydayî… Her tişt ji hundir va çêdibe, her tişt. Birînek ji hundir va pak dibe, dendikek ji hundir va dilive, yanî  kulîlk ji darê peyda dibit. Şi’ir û afirînerî bi giştî ji hundir va dikemile û dizê. Helbet ji der va lazim e av û tav û nefes.

Tecrubeya min a şi’irê mîna zayînekî yan bişkivîneke xweberê bû. Piştî mesafeyeke zemanî, piçekî tê derdixim ew hibra di xwe da meyîyayî!  Ew mesafe belkî valahiyek bû, qutbûn yan qîtbûnên almastî.

Afirînerî wekî creatio ex nihilo (ji tunebûnê afirandin) li ber sînorekî mu’emmayî ye ku ew der di xulqê însên da dide der.  Loma bi qasî sêyrbûnê, aşnatî jî  heye di afirînê da.

Helbet şi’ir tenê ji wan jan û valahiyên şexsî(objective) pêk nayê. Ew jan û ew birîn û kelecanên însanî û xwezayî  yên ji  yekbûnekeke hebûnî tên. Şi’ir tê ji hest û nesta cima’eta xwe jî,  ya ku şa’ir ji qebûlkirin û redkirinan dişikê û dicebire û dîsa dişikê û çendîn caran dikeve ji geliyê tariya xwe!

 T. S. Eliot digot, di zimanekî biyanî da hizirkirin ji hîskirinê hêsantir e. Ji ber vê jî çi celebên hunerê nînin ku wekî helbestê heya qurmî neteweyîtir be. [7] Erê, meriv ruhê miletekî ji şi’ira wan pê dihese.

 Şi’ir wekî ji şi’ûrê hevreh e, belkî her wisa ji“bîr”ekê tê, hişekî ku wê çêdike hibra xwe ji wê bîrê hildiçine. Helbet bîrên hundirîn hene.

Hinek zimanan da peyva poem (şi’ir) ji wê peyva Grekî, poiesis (making/çêkirin ) teşe girt, poetry ji wir tê ku bi estetîkê ra jî pêwendiya wê heye. Aesthetic/aisthesis der barê  guherînên hestkariya tiştên ku têne hîs kirin. Her wisa poêzya jî digotin, şaîr jî, nivîskar û helbestkarên me yên li dewra Soviyêtê. Yanî şi’ir çiqasî ji hiş tê û ewqasî jî der barê hîs û hesasiyetê da ne.

Şayanî behsê ye ku meriv qala îmajîzmê (imagism) bike ku di serê qurneya 20. da di şi’ira Anglo-Amerîkan da bû pêlvedan, wekî şi’ra nû û helbet  paşê li ser helbesta cîhanê jî tesîrdar bû. Şêwaz û selîqeyeke ku xasma îmge û temaya wê li şi’ireke nûxwaz geşepêdanek da. Kesên weke Ezra Pound, Hilda Doolittle, T. E. Hulme, Amy Lowell û yêd mayîn. Şi’irê hingî çû xwe dawerivand û îmgeyên xweragir û tîr sêwirand.

IV

Vêya dixwazim bêjim, dibe ku şi’ir behsa tiştekî dike ku ‘eyan e, lê afirîn bi xwe ji  xumamiyekê tê ku ji dinayayeke fireh peyda dibe. Belê, tiştek e ku nû ye, wekî pêavîtina erdekî nû. Ew hêz û heza afirînê ji arezûyeke bêterîf ber bi bedewiyê hewldaneke sînorşikên, cûreyeke valahiyeke der barê ber bi temambûnê va. Wekî tîbûneke ku li gel avê nasyar.

Lê belê tiştekî tam û temam arezûyê nakişîne. Şi’ir wekî arezûya hebûnê, wekî Byung-Chul Han digot; Platon, eros dida pêşiya logosê. [8] Yanî li wî erdê nenas, heta belkî namekan (atopos) e ew der, eros wekî arezûya jiyanê li pêşiyê ye. Şi’ir li pêş be jî, lê derdekî şi’irê yê wisa jî tune. Di wê arezûyê da huner bi xwe jiyîna wê ye, jiyîneke temasê hebûnê.

Lê ez bi xwe dixwazim şi’irên şexsî û jana valahî û arezûya takekes bibihîsim û bikaribim wêya binivîsim. Însan li gel tazîbûn û şikestina xwe unîversal e. Belkî piştî hindek şikestin, kişîn û sîqalbûnan û paşê meyînan, li ber wî dergehî bim. Loma jî çiqasî îmgeyên tûj ên Paul Celan bala min dikişînin ewqasî jî ew şexsîbûna dilêrane ya Jana Seyda, Fatime Ferhadî û Anna Ahmatova jî ciyê serincê ne.

Cehennem kirî ku tu ji min hez nakî

Bi hizra textekî razanê

Arezûya te ji rengên xwe tazî dikim [9]

***

Heçku bi qamûşekî ruhê min vedixwî

Dizanim, tehma wê tehl e û li serî dixe

Lê vê îşkenceyê bi lavayiyan binpê nakim.

Ah, aramiya min a maye çend hefte. [10]

V

Bêguman şi’ir wekî şiklekî afirînê, der barê mirinê bi xwe da ye tevî ku perestişa wê ber bi jînê ye. Her însan wekî çilkek ji hebûnê, ku şi’ir axirî behsa wan dike, behsa kêliyeke tazî ya ku însan li wê temasê hebûna xwe ya raz a hundirîn dike. Lê wexta ew kêliya kûr dihele, însan dîsa noqî dema hazir dibe û însan dikare wê kêliyê ji dest bide û heta şik û şupheyeke xedar hundirê wî/ê biqoqilîne. Çimkî îman û evîn û şi’ir, bi xusûs îmgeya belor a tûj wê hingê diteyîse û dîsan betave dibe. Loma şi’ir berdewam xebatek e, lê hem zeman sebreke aktîv dixwaze.

Îcar jî şa’ir bi xwe jî der barê zayîna şi’ira xwe bi xwe da, piranî di nava şikê da ye, çimkî hebûn her kêlî qabilî îmaneke sekan nîne. Şi’ir bi xwe ji zemanê qedîm za û dîsa jî nemiriya wê behsek e. Çimkî hebûnê hê jî bi timamî xwe nedaye nivîsîn bi şa’iran! Yanî ya nehatiye nivîsîn û ya nayê nivîsandin her heye, a ew e ya ku di me da dijene û dijene û di birîna gulvedanê da diziqitîne da ku bizê. Ew e zorê dide me ku em şev nîvê şevê rabin bizên/binivîsin. Dengê bêdengiyeke raz e ku wekî Şamlû digot; hêsir raz e, bişirîn raz e…ez dengê  muşterek im, min bike hawar. A ew hemahengiya ruh û rehên me ne ku şi’irê dike ya me xwîneran bi xwe.

Şi’ir, piştî ku şa’ir za û ew bi fehm û feraset peykera wê derxist û mosîqaya wê saz kir, êdî ew dibe jan û coş û herka me gişkan ên ku ehlên şi’irê ne.

Brûsk û birqetav hene li demsala kulîlkên gêlazan, li wan erdan hûrxaş dibin neynikên li odeyên tenha; û em li ber xewan xeber didin her waha!

Çavkanî:

[1] Rizgar Elegez, Xunçeyên Heyamê, şi’ira bi navê Zimanê Hebûnê, r. 13, Weşanxaneya Avesta, 2020.

[2] Kawa Nemir, Selpakfiroş, şi’ira bi navê Terra Incognita r. 7, Weşanên Rewşen-nameyê, 2003.

[3] Martin Heidegger, Düşünmek Ne Demektir? (Fikirîn çi ye?), Paradigma, wer. Rıdvan Şentürk, 2013.

[4] Rabindranath Tagore, Şairin Dini (Dînê Şa’iran), wer. Hikmet Hikay, Kaknus, 1999.

[5] Walter Benjamin, Son Bakışta Aşk, Amadekar: Nurdan Gürbilek, Metis, İstanbul, 2014.

[6] Thomas Stearns Eliot, Fonksiyona Civakî ya Helbestê, kovara Bar Helbest, hejmar 6, wer. Mekî Ağdal, 2022.

[7] Friedrich Hölderlin, Seçme Şiirler (Şi’irên Bijare), Şi’ir nivîsîn: “Masûmtirîn Şuxulkarî” r. 29, İz Yayınları, wer. A. Turan Oflazoğlu, 2013.

[8] Byung-Chul Han, Eros’un Istırabı, (Azara Eros), wer. Şeyda Öztürk, Metis, 2020.

[9] Fatime Ferhadî, Kirasê Min Bibore, wergera ji soranî Osman Mehmed, Weşanxaneya Avesta, 2020.

[10] Anna Akhmatova, şi’ira bi navê As if with a straw you drink my soul… (Heçku bi qamûşekî ruhê min vedixwî…)ji îngilîzî, Rizgar Elegez.

https://ruverses.com/anna-akhmatova/drink-my-soul-as-if-with-a-straw/11644/