Li dû “Term”a Hisên Kemal

20/08/2023

Term, romaneke mêrane ye. Ez vê bi maneyeke neyînî nabêjim. Ji ber ku romaneke rasteqîn e, dê ne hêsan bûya ku bi awayekî din nêzî rasteqîniya civaka me bibûya û belkî jî me ew wisa bi zelalî nedîta, venekola. Lê ev jî rastiyek e ku jin di paşxaneyeke duyem de ne li vir.

***

Mirina kesê me ew nû nas kirî, hêj (başebaş) nas nekirî, an jî peywendiyeke me li gel jiyana wan çênebûyî, ji nedî ve û bêwext li deriyê me dide. Pê re jî huznek: Gelo ez wî nas dikim, dikarim bibêjim ev peywendî ye, min karî dest bidim jiyana wî? Bi vê huznê gava danê êvarê dadikevim donerfiroşê jêra malê û piştre jî bêhnekê li ser peyarêkê sewsî dimeşim, gotineke Termê di nav hişê min de misêwa çerx dibe: “Mirin… Ma em zanin em ê çi wextî bimirin Sado? Em nizanin mirin çi wextî, li ku derê, li ber kîjan zinarî di kemînê da ye…” Vedigerim, dikevim tekel bayiiyê, du tuborg. Derdikevim, tiştekî ji bîr dikim. Cardin vedigerim. “Û berra, fisteq!”

Hisên Kemal, çavkanî TYB Urfa, Twitter

Duristtir e bibêjim ku xebera mirina Hisên Kemalî, hizra bêwextiyê li cem min zêdetir kir. Ev romannivîsê ku gulana 2021ê bi romana xwe ya ewil Termê, di temenekî xwe yê ber bi salên şêstî de, ji nişka ve daket meydana edebiyata kurdî û hestine ecêbî û heyraniyê di min de peyda kirin, bêyî ku wî nas bikim, peywendiyekê bi wî re danim, bi ser beşeke jiyana wî ve bibim û mifayeke zêdetir ji nivîsevaniya wî wergirim, di demeke kurt de, berî çend rojan kiras guherî û koça xwe ji vê dinyayê bar kir. Dizanim, dereng mam, ji bo her tiştekî. Lê dîsa jî dixwazim çend gotinan bikim li ser Terma ku zêde girîng e ji bo min.

Hisên Kemal, Term, Weşanên Wardozê, 2021, 440 rûpel.

Şarezayiya Termê zêdetir xwe dispêre du xalan. Pevxistina wê ya zîrekane, ev yek. Lêhûrbûn û nasîna tebeqeyên cuda yên civakê, ev jî dudu.

Çîroksaziya romanê ya ku fokûsa wê di ser du şaxên serekî re berdewam dibe (kesên li aliyê Nûhê Teyarî / Nûho û yên li aliyê Awzer Axa), bi guherîna dem, kes û bûyeran adeten xwendevanên xwe li nav labîrentekê digerîne ku li rêya derketinê digere. Ne romaneke polîsiye ye Term, lê şopajotina kuştinekê (kuştinan) ya hêdî hêdî, heta dawiyê fikra berhemeke polîsî bi mirovî re çêdike: “Gelo paşê dê çi be?” Ji vê jî eyan e ku roman bêtir li ser bûyeran ava bûye, lê ev ihtimama bi çîroksaziyê ewçend bi zimanê edebî û xweser ê berhemê û kûrahiya fikrî û derûnî ya karakteran nehatiye dayîn. Herçendî di diyalogan de em bi ser zimanekî xweser ê karakteran ve dibin jî ku gelekî li bejna wan dike, esasen ev zimanekî yekgirtî yê cîhana nivîskar e: zimanekî hurmetkar, bi alayî salayî, bi edeb û rê û rêzan. Û herçendî car caran em bi ser rihê karakteran ve daqûl dibin, em wan ne bi hest û pêhisînên wan, lê zêdetir bi tevgerên wan nas dikin. Ma ev problemeke mezin e? Nexêr.

Hisên Kemal civaka kurdan û kodên wê baş nas kirine û ji hev hilsengandine, ev eşkere ye. Tevî ku wî jî hizra civakeke îdeal (bi xumamî be jî, lê ji bitûna romanê mirov tê digihîje) kiriye, lê kariye neynikê bide ser tebeqeyên cuda yên civakê û ji vî aliyê xwe jî dûrî rasteqîniyê neketiye. Jiyana eşîrî, koçberî, esnaf û bazirganî, qaçaxçîtî, mehkûmî, dîn û terîqet, şêx, axa û mela, kurdperwerî û keseyatên dîrokî, qirkirina ermeniyan, şerê zeviyan, mêvanperwerî, pevçûnên elewîtî-sunîtî, gundî-bajarî, kurd-tirk, kurbazî, û wd. Van hemûyan û gelek aliyên din li gel danîna paşxaneyeke berfireh ji romanê re, ew di nav bitûnekê de bi cih kirine û bi çîroka serekî ve girê dane.

Çîroka ku li ser ser dildariyekê ye ku xortek (Serdar) dil dikeve keçekê (Gulîzer), serpêhatiya civakekê gişî li ber me radixe gava xort ji aliyê kurê (Sulo) axayê eşîreke din ve (Awzer Axa) tê kuştin, û dûre bi heyfhilanînan dawî li kuştinan nayê heta ku her tişt tert û belav dibe, diferike. Hemû mirinên di vê romanê de bala me bi hûrî dibe ser pêbendbûneke dînî û kulturî, “namûs”ê, hisiyata mêraniyê û pêbaweriya ji ber eşîriyê. Û em dibînin bê civaka me nasnameya wê ya dînî û kulturî çendî ji nasnameya wê ya polîtîk a kurdayetiyê pir pir xurttir e. Term romanek e ku divê di dersên siyasetê de bê xwendin.

Namûsa ku di romanê de tê vekolan, tim di ser jinan re hikmê xwe saz dike. Nûhê Teyar ji bo parastina namûsa xwe ku red dike jina birayê xwe li bavê wê yê serbaz vegerîne, dikare gelek eşîran çi ji serxetê çi ji binxetê li xwe kom bike û bi rojan şerê dewletê bike, bi salan di hepsê de razê û gundê xwe ji dest bide. Awzer Axayê ku tê gotin mamosteyekî biyanî yê gundê xwe daye kuştin ji ber ku çav berdaye jinan, ji ber meseleya namûsê dikare kurê xwe efû neke û guleyekê jî bera serê wî bide. Em ji bîr nekin, di Termê de yên ku namûsê pêpes dikin, gelek caran tirk in, yên derveyî me ne. Lê ecêb e, aliyê herî kêm di romanê de hatiye vekolan ev e, û aliyê wê yê kurdayetî û siyasî ye.

Em vê dibînin ku civakeke me ya wisa heye ku dikare ji bo meseleyeke “namûs”ê, ji bo meseleyeke li ser jinan an jî meseleyeke şexsî qiyametê rake, serî bi dewletan re derxe, gava mesele dibe kurdîtî, kurdbûn, vedikişe qalikê xwe, bêdeng dibe. Romana ku ewqasî civakê ji nêz ve nas dike, berê xwe dide tebeqeyên wê yên cuda, lê aliyê wê yê siyasî, kurdbûnê, berxwedanê, şerê li hember dewletê, fraksiyonên cuda yên kurdî yên çil pêncî salên dawî li bakur bêyî ku bi nav bike, vekole, bi serpilkî behsa wan dike û derbas dibe. Halbûkî gelek nav jî derbas dibin, bavê Şêx Mezher piştgiriya Şêx Seîd kiriye (kurê wî bi dewletê re tevdigere lê ji wan nefret jî dike), Awzer Axa navê kurê Mistefa Barzanî, Mesûd li kurê xwe dike. Ev aliyê kêm ê romanê hizra namûsê jî kêm dihêle. Em ji namûsê çi fam dikin? Tenê destdirêjiya li jinan? Em ê destdirêjiya li axê çawa şirove bikin? Bersivek ji vê re tune ye. Lê bersiveke karakteran heye, bi kêmî be jî.

Gava ku Nûhê Teyarî (Nûho) bira û jinbira xwe nade dest dewletê, li hember dewletê şer dike. Gava ku seresker jê re dibêje hûn doza Kurdistanê dikin, bersiva Nûho ev e: “Em li hemberî dewletê dernakevin! Em namûsa xwe diparêzin. Kurdîtî, doza Kurdistanê ne karê me ye. Em dibihîzin, dibînin, yên wî karî dikin jî hene, lê ew ne karê me ye.” Û bi rastî jî ne karê wan e. Çimkî ew ne meseleya jinan be dikare zarokê xwe jî bide dest wan, walî kesekî “kubar” xuya dibe ji bo wî, bi seresker re dostaniya wî heye. Loma ecêb dimîne ku dewlet ewqasî bi ser wî de tê, “Me got, doza reva keçekê ewqas mezin nakin; dewlet ewqas eşkere pişt nade neheqiyê.” Di nav karakteran de yê herî nêzî kurdayetiyê xuya dibe Awzer e, herçend bi çend hevokan tenê tê behskirin jî. Li gor wî doza kurdayetiyê ya xwendeyan gelekî baş e “Lê wan guh nedida dîn û Xwedê. Piçekî dîn û Xwedê di bîra wan da bûya dê her kurdî alîyê wan bikira.” Kurdayetiya li vir zêdetir kurdayetiyeke adetî ye, ew kes in ku bi kurdî diaxivin, merivantî dizanin, ji malbata xwe re baş in, di ber hezkiriyên xwe de fedakar in. Çoloyê ku ji eşîreke din e lê di ber Awzer Axa de xwe dide kuştin, “kesên ku ji kurdî hez nedikirin, nêzî xwe nedidît, hez nedikir ji wan. Lê ku sewta kurdî ji kê bihata guhan, ew nêzî xwe didît, kêfa wî jê ra dihat. Kurdîtiya di serê wî da ev bû.” Gotinên karakteran heta astekê bersivekê didin me û profîleke rasteqîn a civaka me raberî me dikin. Li gor wan dîn, adet û kurdî di ser her tiştî re ye.

Term, romaneke mêrane ye. Ez vê bi maneyeke neyînî nabêjim. Ji ber ku romaneke rasteqîn e, dê ne hêsan bûya ku bi awayekî din nêzî rasteqîniya civaka me bibûya û belkî jî me ew wisa bi zelalî nedîta, venekola. Lê ev jî rastiyek e ku jin di paşxaneyeke duyem de ne li vir. Ew, ew kes in ku bi mêrên xwe girêdayî ne, namûs in, bi hurmet in, ji bo mêrê xwe dikarin her tiştî bidin ber çavê xwe, birevin, bi salan bisekinin, nikarin li ba mezinên xwe bigirîn. Serdarê ku naxwaze bi keçeke bajarî û xwende re bizewice, dibêje, “Keçên mektebê, bi rewşa yên mîna me qanî nabin. Ew dixwazin mêrê wan bes ê wan be. Li dê û bavê xwe nanêrin. Ew bi xwesû û xwezûrên xwe re rûnanin. Ez ê keçeka gundî ya ku bi edeba eşîretîyê mezin bûye, bixwazim.

Di Termê de zeman bi zelalî nayê diyarkirin, lê herçî mekan in bi zelalî û hûrgiliyên xwe rasteqîniyê zêdetir dikin. Û bi guherîna zemanî re em guherîna mekanê kurdan jî dibînin, guherîna gundê wan, bajarê wan, demografiya wan.

Term tevî aliyên xwe yên kêm jî ji bo min yek ji romanên herî mezin ên kurdî ye ku bi xwendina wê şanaz dibim û hêja ye bi her aliyê xwe zêdetir bê vekolan. Fikra ku Hisên Kemal dê nikaribe romanine din binivîse, huzna min zêdetir dike. Lê bi baweriya min romana wî ya Sê Jin êdî ne nîvco ye, temam bûye û lazim e bê çapkirin. Çinku her berhem nîvco ye gava ku xwediyê wê li jiyanê ye, lê ew jî bi dawî dibe gava ku jiyana xwediyê wê bi dawî dibe.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Jidayikbûyê 1994an, derçûyê beşa ziman û edebiyata kurdî. Du çîrokên wî sala 2010 û 2012an xelat wergirtine û du kitêbên wî yên çîrokan heta niha weşiyane bi navê "Têbîniyek" (2019, Avesta) û "Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din" (2021, Avesta). Ji 2010an pê de nivîs û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, malper û rojnameyan de weşiyane. Edîtorî, wergêrî û redaktorî ji bo sazî û dezgehan kiriye. Di 2023yan de weşanxaneya bi navê Pall Weşan ava kiriye

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û