Pablo Neruda wextê deriyê sindoqa pîra xwe vedike, di nava kitêban de wer dibe. Orhan Pamuk wextê bawola bavê xwe vedike tê de pasaport, qelem, defter, hubir û kitêban dibîne. Huner Selîm wextê ber bi zaroktiya xwe ve dihere tivinga bavê xwe dibîne. Û ji min re jî, ji dê û bavê min sindoqeke tije pelpot û di binê potan de debançeyek dimîne.
***
Pablo Neruda di xatiratên xwe de qala sindoqa pîra xwe dike. Dibê: “Ez zarokekî pênc-şeş salî bûm û min meraq dikir bê ka gelo di sindoqa pîra min da çi heye! Rojekê, wextê min deriyê sindoqê vekir û xwe bi ser de xwar kir, ez di hundirê wê de wer bûm! Min bala xwe dayê ku sindoqa pîra min tije kitêb in!”
Gava min ev xatiraya Neruda xwend, sindoqa pîra min hat bîra min. Hema lazim û nelazim, di dev re tije pelpot bû û kalê min di binê wan potan de debançeya xwe vedişart. Wextê eskeran bi ser mala me de digirtin, pîra min baz dida sindoqê (pîra min debançeya kalê min di paxila xwe de vedişart), û kalê min jî kitêbên min diavêtin sobeyê. Min carê xwe çend dikir destê kalê xwe, û min digot: “Kalo, ev kitêbên min î mektebê ne!” Kalê min guhê xwe nedida min, gava karê xwe yê şewitandinê diqedand destê xwe di serê min dida û digot: “Kurê min, ne tu nizanî, heta ku fam bikin kitêbên mektebên e wê me di Enqereyê re derxînin…”
Wê çaxê hê zarok bûm û min nizanîbû ‘Enqere’ çi ye.
Wextê esker diçûn kalê min bi destê min digirt, ez dibirim dikana Garebêtê qirtasiyevan û ji min re kitêbên nû dikirîn. Garebêt henek bi kalê min dikir, dikeniya û digot: “Xalê Seydo, ma salê çend caran tu kitêban dikirî?” Kalê min diqeherî, digot: “Garo! Tu li karê xwe binêre!” û bi awir li Garebêt dinêrî.
Wextê kesên xwende tên ba hev, gazinên ‘kurd naxwînin’ bi hev du dikin. Gelo bira jî kurd ji xwendinê hez nakin, yan tu rê û mikûnên wan ên xwendinê çênebûne? Li welatekî bindest ku kitêb lê qedexe bin, di ser de jî her deh salan carekê esker derbeyê bikin, gelo avakirina çandeke xwendinê çi qasî mimkun e?
Di derbeya eskerî ya duyemîn de (1970) min di lîseyê de dixwend. Huvdeh salî bûm û êdî min zanîbû ‘Enqere’ çiy e. Di wê deh salê di nabeyna herdu derbeyan de şeş kitêbên me yên keç û xortên qezayê hebûn. Elfabeya Kurdî ya Mehmed Emîn Borzaslan, Dîroka Kurd Şerefname, Birîna Reş, Di Dîroka Kurdîstanê de Dêrsim, Dîwaneke Cegerxwîn û kitêbeke İsmail Beşikçi. Wê sibeha derbeyê ji ber ku kalê min û pîra min êdî ne saxbûn, diya min ber bi sindoqê ve baz da û bavê min jî ber bi sobeyê ve… Heta min xwe gîhandê sê çarek şewitîbûn. Min ên mayî ji destê bavê xwe girt û gunehê wî sivik kir.
Derbeya eskerî ya sêyemîn (1980) çiyê me hebû da berxwe û bir; qaset, pîlaq, kovar, kitêb careke din hatin şewitandin; komele, weşanxane û kitêbxane hatin girtin. Wek kulîlkên xapiyayî ku zîpik lê bidin em yek bi dara xwe ve neman. Berî ku em xwe bidin alî yan bêne girtin, rismên ku me hevalan bi hev re kişandibûn me tev şewitandin. Em hevalên wê çaxê niha her yek li derekê ne û rismekî me yekî li ba hev tune. Me rûyê hev du ji bîr kir. Zarokên me hevalên bavê xwe nas nakin.
Pablo Neruda wextê deriyê sindoqa pîra xwe vedike, di nava kitêban de wer dibe. Orhan Pamuk wextê bawola bavê xwe vedike tê de pasaport, qelem, defter, hubir û kitêban dibîne. Huner Selîm wextê ber bi zaroktiya xwe ve dihere tivinga bavê xwe dibîne. Û ji min re jî, ji dê û bavê min sindoqeke tije pelpot û di binê potan de debançeyek dimîne.

Bi van hîs û fikran di salên 1990an de li Stenbolê min Kitêbxaneya Medyayê ava kir. Wê çaxê çar-pênc weşanxaneyên kurdan hebûn yên li ser kurdan bi kurdî û tirkî kitêb û kovar derdixistin, lê kitêbxaneyeke van kitêban bistîne û bigihîne xelkê tunebû. Min Kitêbxaneya Medyayê bi vê hewcedariyê vekir. Niha li kitêbxaneyê ji bo keç û xortên kurdan û ji bo ku ji zarok û neviyên xwe re bihêlin bi hezaran kitêbên kurdî û yên li ser kurdan, bi sedan qaset û CDyên muzîka kurdî û bi dehan kovarên kurdî hene.

Têbînî: Min ev nivîs ji ber notên axaftina xwe ya Konferansa Bedirxaniyan a Çaran nivîsî, ku konferans li Berlînê çêbûbû.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.