NATO û Ukrayna yê îro li ser daxwaza Kîevê kom bibin

Berdevkê NATO Farah Dakhlallah roja Sêşemê gotiye ku Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg wê ser daxwaza Kîevê îro, Çarşemê Konseya NATO û Ukrayna kom bike.

Li gor nûçeya VOA Kurdîyê Dakhlallah dîyar kiriye ku civîn wê di asta balyozan de çêbin û li ber e ku Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov bi rêka vîdyokonferansê ser rewşa li qada şêr û pêdivîyên serekî yên kanînê agahîyan bide.’’

Konseya NATO û Ukrayna sala borî jibo kordînasyona nêz ya hevpeymanî û Kîevê hat ava kirin.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times