Mîrza Metîn: Şakiro nebûya kurdî û şanogerîya min nedihat vê astê…

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Xeyala min ew e ku Ferîd Xan cardin mecbûr nemîne ku ji bo kurdan helbestên mîna Çîroka Kuçikên Birçî binivîse.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Mizgînî pir in.

Em Dîwan International Theatre Academyê dawîya meha mijdarê li Batmanê vedikin û dest bi perwerdehîyên drama û jixweberîyê dikin ji bo zarok û ciwanan. Dê komeke şanoyê ya Swîsreyî jî piştî sersalê bê serdana Dîwanê û em ê pevre plansazîya hevkarîyê bikin bo dahatûyê. Me bi du komên Danîmarkî û Swêdî re jî li hev kirine ku hevkarîyan bikin. Di dahatûyê de em ê van xeberan jî belav bikin.

Lîstika me ya Mem û Zîn dê biçe turneya Ewropayê û li bajarên mîna Essen, Könl, Herford, Dortmund, Frankfurt, Berlîn, Hamburg û Amsterdamê pêşandanan bike, ji bo xêra Dîwan Academyê.

Lîstika me ya Kêm, ji 48. MOT International Theatre Festival ya Mekadonyayê dawetname girt. Festîvaleke kevn û girîng e. Em ê herin him lîstikê pêşkeş bikin û him jî ez ê workshop/kargeha xwe ya lîstikvanîyê ku êdî jê re dibêjim Dîwana Xwebûnê, di çarçoveya festîvalê de çêbikim. 

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Zehf in. Zehmet be jî çend ji wan bijmêrim.

Heyranê Berfîn Zenderlioğlu me, ji ber ku jineke bihêz, afirîner û xêrxwaz e û di her şert û mercî de piştgirîya xeyalên min dike, hêz dide min jî.

Heyranê Hîcran Demirê me, ji ber ku lîstikvaneke zehf xîretkar, baş û zîrek e. Têkilîya wê bi xwezayê re zêde zêde xurt e. Tu dibê qey ne ji qewma mirovan e.

Heyranê Dengbêj Şakiro me, sedemek piçûk jî nabînim ku nebim heyranê dengê wî. Ew nebûya kurdîya min û şanogerîya min nedihat vê astê.(Êdî hatibe her çi astê…)

Heyranê hemû nivîskarên dij-mêtinger yên Afrîkî û nivîskarên avakar yên Cihûyan im, ji ber ku hişê min vedikin û min nêzî xwebûnê dikin.

Heyranê derhênerê sînemayê Teodoros Angelopulosî, derhênerê şanoyê Theodoros Terzopoulosî, bestekar Eleni Karaindruyê û koreograf, dansvan, avakarê şanoya dansê Pina Bauschê me, ji ber ku berhemên wan ên bedew ruh û ramanên min zirav dikin.

Vê dawîyê jî her diçe dibim heyranê Mela Ehmedê Palo, berhema wî ya Civîna Nemiran ezamet e…

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Xwezî şîyana min a hînbûna zimanan hê xurttir bûya ku ez bikaribûma bi rihetî zimanên cuda hînbûma û min mîsyonerîya şanoya kurdî li welatên din bikira. Şîyana pirzûxwendinê jî bi min re hebûya baş dibû. Kitêbên ku di rêzê de ne pir in:) Yek jî, pir ji dengê Şakiro dihesidim, xwezî dengê min jî wek wî xurt bûya û min ji bo ceribandinên azmûngerî yên şanoyê bikarbianîya.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir