Çima parêz û baldarîya xwarin û vexwarinê giring e?

26/01/2024

Gava pirsgirêkeka tenduristî li mirovî peyda dibe mirov nizanin, yan jî nayê bîra wan ku ew pirsgirêk ji ber xwarin û vexwarina şaş e.

Parêz û baldarîya xwarin û vexwarinê cihekî girin di jîyan mirovî da cih digire ku em dikarin bibêjin sebebê gelek nexweşîyan xwarin û vexwarin e. Ji bo rê li ber nexweşîyan û şewbê bê girtin, ji bo ku Immun System (Pergala Parastina Laşî) xurt be yek ji tiştên giringtir baldarîya xwarin û vexwarina mirovî ye.

Ji ber sedemên gelek cuda mirov parêza xwe û tenduristîya xwe dike. Hinek kes dema nexweş dibin nû li xwe û tenduristîya xwe miqate dibin an jî ji bo ku rê li ber nexweşîyê bê girtin parêza xwe dikin.

Hetta di nav temenan da jî nêzîkbûna tenduristîyê diguhere ku ciwan zêdetir belkî jî ji ber xema xweşikîyê, estetîka xweşikbûnê lêbelê kesên temen mezin, bê îstîsna zêdetir ji bo ku bi nexweşîyê nekevin parêza xwe dikin.

Dîyetîsyen Dîlan Daş Kağa

Heta niha gelek lêkolîn li ser peywendîya di navbera nexweşî û xwarin û vexwarinê da hatine kirin. Dîyetîsyen Dîlan Daş Kağa li ser vê yekê balê dikêşe ser wê yekê ku rabûn û rûniştin, xew, hest, psîkoljî, konsantrasyon hetta serkeftinên mirovî jî bi xwarin û vexwarinê ve girêdayî ne.

Gava pirsgirêkeka tenduristî li mirovî peyda dibe, bi taybetî pirsgirêk ji ber mîdeyî yan jî ji ber rovîyan be mirov nizanin, yan jî nayê bîra wan ku ew pirsgirêk ji ber xwarin û vexwarina şaş qewimîye.

Dîlan Daş Kağa

Heta radeyekê giringîya xwarin û vexwarinê li nav xelkê hatîye zanîn ku Dîlan dibêje digel ku dixtorên ku qada wan ne dîyetîsyenî ye jî li ser xwarin û vexwarinê diaxivin an jî li nav xelkê ji bo nexweşîyan pêşnîyaza hinek xwarinan tê kirin. Ew vê yekê wisa şirove dike ku giringîya xwarin û vexwarinê hatîye zanîn lê helbet tetbîqkirina wê tiştek din e.

Helbet di civakên pêşketî da baldarîya xwarin û vexwarinê baştir e û nêrînên wan jî baştir in. Civakên wekî me doza pêşketinê dikin giranî yan jî ber nexweşîyê bêçare dimînin parêzê dikin yan jî ji ber xweşikîyê parêzê dikin.

Dîlan Daş Kağa

Bi taybetî piştî pandemîyê gelek lêkolîn li ser Immun System (Pergala Parastina Laşî) û xwarin û vexwarinê hatine kirin.

Ne hewce ye nexweşîyek li mirovî derkeve berî wê jî divê mirovî hay ji meseleyê hebe. Serêşî, hest, derûnî û gelek tişt din bi xwarin û vexwarinê ve têkildar in ku li ser vê yekê lêkolîn hatine kirin.

Dîlan Daş Kağa

Ji bo ku Pergala Parastina Laşê mirovî xurt be yek ji tiştên lazim jî ew e ku mirov rojê herî kêm 10-12 (2-2.5 lt) qadeh avê vexwe û divê mirov nêzîkî porsîyoneka fêkî û porsîyoneka zebzeyî bixwe û ji şekirê dûr bikeve.

Dîlan Daş Kağa kî ye?

Ew sala 1991an li Qosera Mêrdînê hatîye dinyayê. Wê lîsansa xwe li Zanîngeha Yüzüncüyılê li ser Nutrition and Dietetik (xwarin û vexwarin) kir. Ew niha li Zanîngeha Dîcleyê li ser mijara Mîcrobîotayê mastera xwe dike. Di heman demê da ew li Qoser û Amedê, li du klînîkan xebata xwe didomîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê