Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser sûrîyeyîyan peyamek belav kir

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser sûrîyeyîyan yên li bajarên Tirkîyeyê daxuyanîyek da.

Li gorî nûçeya Rûdawê peyama Mezlûm Ebdî wiha ye:

Mezlûm Ebdî di peyama xwe da êrişên li Qeyserîyê şermezar kir û wiha got:

“Tevgera xelkê Sûrîyeyê ya li navçeyên dagîrkirî, tekez dike ku, eger çendîn em nakok bin jî lê doza rûmeta niştimanî û serxwebûna biryara Sûrîyeyê armancên bingehîn in ku me dikine yek.

Di heman demê de em êrişên dijminane yên li ser xelkê Sûrîyeyî yên li parêzgeha Qeyserîyê ya Tirkîyeyê şermezar dikin û banga parastina jîyan û rûmeta wan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê li ser axa xwe berê û niha jî em pêşwazî li her welatparêzekî Sûrîyê û birayên xwe dikin û heta niha jî destê me dirêjî hemû gelê Sûrîyê ye ku em welat û gelê xwe rizgar bikin.”

Çi bûbû?

Li Qeyserîyê, kesekî ji Sûrîyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûrîyeyî kiribû. Li ser belavbûn û bihîstina vê bûyerê li temamê Tirkîyeyeyê, çendîn kes û koman êrişî sûrîyeyîyan kirin. Wan kom û kesan xanî, dikan û otomobîlên sûrîyeyîyan şewitandin. Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendîyan peyaman didin. Piştî van peyaman, li Sûrîye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkerîya Tirkîyeyê de ji ber egera pêwendîyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin. Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkerîya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê de ne, gelek çalakyên mezin hebûn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir