Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di roja sêyem a ziyareta xwe ya Diyarbekirê de bi sazîyên sîvîl, baroyên herêmê û çapemenîyê re hevdîtinek pêk anî. Temaya civîna ku DİTAMê (Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê) organîze û mazûvanî kir “Mixalefet li Tirkîyeyê û Helwesta CHP”yê bû.
Yek xala civînê jî gotina “Kurdistan”ê bû, Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di civînê de li ser vê xalê jî axivî û wî got ku navê Kurdistanê ji bo wan tenê navê Herêma Kurdistanê ye û ew ji wir pêştir navê Kurdistanê ji bo beşeka Tirkîyeyê qebûl nakin. Wî got;
“Nabe ku em navê Kurdistanê ji bo beşeka Tirkîyeyê qebûl bikin ji ber ku wê demê ew peyv dibe peyveka cidaxwaz, nabe em beşeka ji Trikîyeyê cida bikin. Lê helbet herêma Kurdistanê heye, parlementoyek li wir heye û em nikarin ji wir re bêjin ne Kurdistan e.”
Aborî, demokrasî, helalî xwestin û hwd. jî mijarên civînê bûn. Kiliçdaroglu, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd parlamento ye. Bernameyê bi pirs û bersiv û nîqaşan berdewam kir.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.