Mehmet Selim Gökçen navdarên kurd xêz dike

Di sala 1955an de li gundê Uzeyra (Xurs) Qoserê tê dinyayê. Piştî qedandina lîseyê bo ku bibe mamoste di sala 1972an de diçe Zanîngeha Selçuk a Konyayê dest bi perwerdehiya xwe ya bilind dike lê ji ber zextên siyasî neçar dimîne ku terka zanîngehê bike.Jiber doza kurdayetiyê di 25 saliya xwe de dikeve hepsê. Ligel Vedat Aydin, Necmettin Buyukkaya, Mehdi Zana, Fuat Çavgun, Kanî Yilmaz û gelek pêşengên sîyasî yên wê demê re, li hepsa Diyarbekirê radizê. Tûşî gelek îşkence û muameleyên nexweş tê û bi qanserê dikeve. Di sala 1984an de ji hepsê derdikeve û berê xwe dide metropolên tirkan, li Stenbol (Aksaray-Lalelî), Îzmir û Mersînê dezgehan vedike û îşportavaniyê dike, piştî kêmbûna fişarên sîyasî vedigere Kurdistanê. Karên cûr bi cûr yên wekî cils (alçî)-kartonpiyer, kevirvanî û heykeltraşiyê jî dike û axirî bala xwe dide ser xêzkariya bi teknîka şewatê.

Mehmet Selim Gökçen li atolyeya xwe dixebite.

Hin xêzkariyên wî;

Ji aliyê çepê ve-rêza jor; Seîd Elçî, Selahaddin Eyûbî, Qazî Mihemmed.

Ji aliyê çepê ve-rêza jêr; Mehmet Sincar, Xalit Begê Cibrî, Qedrî Cemîlpaşa, Mihemedê Seîd Axa.

Ew ligel portreyên navdarên kurd di ber re sîluetên bajaran, motîfên milî û sembolan jî çêdike.

Gökçen wateya vê xêzkariya xwe wiha tarîf dike; xwestin me di hepsê de winda bikin û çal bikin lê me zîl veda û bi berxwedana xwe em weke gul û daran ji wan hepsan derketin. Ew bi me nikarin.

Wî peykerê xwe jî çêkiriye û daniye kêlekeka atolyeya xwe.

Li ser temama dîwarên atolyeya wî xêzkarî hene.

Wî temsîlîyeta Ehmedê Xanî jî xêz kiriye.

Gökçen ligel portreya Vedat Aydin ku hevalê wî yê hepsê bûye.

Wî wêneyê Ferhat Kurtay jî xêz kiriye û dibêje ew kurê meta min e.

Gökçen çend kes jî li ber destê xwe fêrî vê hunerê kirine û dibêje hingî emrê min têrê bike ez ê vê hunerê bidomînim. Atolyeya wî lî Mêrdîna kevn kuçeya 239an, li ser rêya dêra Kirklarê ye.