Nirxê dolarekî ji 16 lîreyê Tirkîyeyê derbas kir

17/12/2021

 Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê 4 caran midaxeleya bazarê kir jî dîsa dolar li hember lîreyê Tirkî bi 16.10 lîreyan rekoreke nû şikand. Euro jî 18.20 lîreyê Tirkî derbas kir. Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî berdewam e.

Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûnê rêjeya faîzê careke din jî daxist û rêjeya faîzê daket  bo %14an. Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Piştî biryarê lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest da û di 5 deqîqeyên destpêkê de dolarek ji 15.10 lîreyan derket 15.52 lîreyan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Nivîskar û çalakvana navdar Bell Hooks mir

Weşana paşê

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn 15 rojan zû xilas bû

Te hay ji vê heye?

Dolarek bû 30,07 lîre

Dolarê amerîkî li hemberî lîreyê tirkî

Dolarekî amerîkî bûye 28,69 lîre

Dolarekî amerîkî îro bûye 28,69 lîreyê

Piştî êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê nirxê dovîzê jî li hember Lîrayê Tirk bilind dibe

Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr

Bi Operasyona Rûsyayê bûhayê Petrola Brent bû 100 dolar

Operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê