Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Çînê krîz e! Dewlet dê 411 mîlyar dolaran deyn bike – Reuters

24/12/2024
SS, BT ji Al Jazeera

Çînê biryar daye ku sala 2025ê bonoyên dewletê yên taybet ên bi qîmeta 411 mîlyar dolar derbixe. Pere dê ji bo piştgirîya bazirganî û pîşesazîyê bê bikaranîn. Ev dê deynê herî mezin be di dîroka Çînê de.

Rayedarên Çînê dixwazin sala bê 411 mîlyar dolar deyn bikin. Ev biryar piştî krîza aborî hatiye standin. Deyn dê sê qat zêdetir be ji ya îsal. Sedemên vê biryarê krîza di bazara xanîyan de û lawazîya kirrîna kelûpelan a hemwelatiyan e.

Çîn dixwaze bazirganîyê zindî bike

Çînê biryar daye ku pereyê deynkirî ji bo piştgirîya bazirganî û pîşesazîyê bikar bîne. Dewlet dê alîkarîyê bide hemwelatiyan ku amûrên malê yên nû bikirin. Her wiha dê rê bide ku xelk ereba xwe ya kevn bidin û ya nû bikirin. Kargeh jî dê bikaribin amûrên xwe yên kevin biguherin.

Piştgirîya ji bo teknolojîyê

Beşeka mezin a pereyan dê ji bo pêşxistina teknolojîyê bê bikaranîn. Dewlet dê piştgirîyê bide çêkirina erebeyên elektrîkî, robotan û amûrên komputerê. Her wiha dê li ser enerjîya paqij jî kar bê kirin. Ji pereyan hinekî dê ji bo avakirina rêhesinên nû, çêkirina balafirgehan û pêşxistina erdên çandinîyê jî bê bikaranîn.

Bankeyên dewletê dê bihêz bibin

Rayedaran gotiye ku beşek ji pereyan dê ji bo bankeyên dewletê bê veqetandin. Bankeyên dewletê yên mezin di vê demê de bi kêşeyên qezenca kêm û deynên xerab re rû bi rû ne. Ev alîkarî dê wan bankeyan bihêztir bike.

Çavkanî:

  • Reuters
  • Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Trumpî gotiye welat ji bo lihevhatinekê ‘qûna wî radimûsin’

Piştî ku Donald Trump bacên gumrukê li ser berhemên Çînê derxist %104ê,

Bacên gumrukê yên Amerîkayê: Şerê bazirganiyê û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn

Biryara dawîyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê sepandina bacên gumrukê

Korek dê cezayê xwe, 1.25 milyar dolaran bide Bexdayê – Rudaw

Şîrketa Korekê li gel Dezgeha Ragihandin û Medyaya Iraqê (CMC) li hev