Keştîya Parkerê ya Nasayê dê roja 24ê Kanûna pêşiyê bi mesafeya 6.2 mîlyon kîlometreyî bigihîje nêzîktirîn xala xwe ya li dora rojê. Di vê demê de tîmên mîsyonê dê nekarin bi keştîyê re pêwendîyê deynin. Ev dê nêzîktirîn mesafe be ji destpêka mîsyonê heta niho.
Keştîya fezayê ya pêşeng a Nasayê, Parker, ku tê çaverêkirin şeva Noelê herî zêde nêzî rojê bibe, dê 6.2 mîlyon kîlometreyan ji rûyê rojê dûr be. Ev dê rekoreka nû di dîroka geryana li dora rojê de be.
Mîsyoneka heft salî
Keştî di Tebaxê 2018ê de hatiye avêtin û mîsyona wê ya heft salî heye. Armanc ew e ku zanîna me ya li ser rojê kûrtir bike û bibe alîkar ku em bûyerên hewaya fezayê yên ku dikarin bandorê li jîyana li ser erdê bikin, pêşbînî bikin.
Mesafeya herî nêzîk
Keştî dê roja sêşemê 24ê Kanûna pêşiyê saet 11:53ê GMT herî nêzî rojê bibe. Di vê demê de tîmên mîsyonê dê pêwendîya rasterast bi keştîyê re winda bikin. Lê dê roja înê bi “dengê îşaretê” rewşa keştîyê bizanibin.
Germahî û leza bilind
Dema ku nêzî rojê bibe, mertalê germahîyê yê keştîyê dê germahîya 930 pileya Selsîusê ragire. Lê amûrên hundirîn dê di germahîya odeyê de, nêzî 29 pileya Selsîûsê de bimînin. Keştî dê bi leza 690 hezar kîlometre di saetekê de bifire.
Armancên zanistî
Nick Pinkine, rêveberê operasyonên mîsyonê li Laboratûwara Fîzîka Pêkhatî ya Zanîngeha Johns Hopkinsê gotiye ku tu tiştê mirov çêkirî heta niho ewqas nêzî stêrkekê nebûye. Bi vê mîsyonê, zanyar dixwazin bersiva pirsên mezin ên li ser rojê bibînin: Ba yê rojê çawa dest pê dike, çima korona ji rûyê rojê germtir e û ewrên plazma yên mezin çawa pêk tên.
Çavkanî:
- Agence France-Presse
- Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.