Koma Rastak dê li Amedê konsertekê bide

Li Amedê şevbihêrka Çîrok û Stranan û Konserta Koma Rastakê.

Li Amedê bi sernavê ‘War bi War – Çîrok û Stran’ Şevbihêrkek tê lidarxistin, di şevbihêrkê da çendîn dengbêj, koma Rastak û çîrokbêj Ayhan Erkmen cih digire.

Dengbêjên wekî Kazo, Xalîde, Evîn Sindî û Mehemedê Serhedî dê bistirên, Koma Rastak dê konsertekê bide û Ayhan Erkmen dê çîrok û destanên folklorîk yên kurdî vebêje.

Organîzasyon bi hevkarîya SanatÇa û Şaredarîya Kayapinarê tê lidarxistin.

Bername 10ê Gulanê li Amedê, dê li Park 75ê saet 20:00an dê dest pê bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir