Lavayên Bêziman

Lavayên Bêziman
Lavayên Bêziman
Sevda Orak Reşitoğlu

Gelo dibêjî, mirin ev e? Ya ku tu li bendê bûyî û te meraq dikir ka dê bi çi awayî bê. Divê ne wiha be, ne ev qas qirêj. Te bêriya rojê kiriye, ya ku ev demeke dirêj e te nedîtiye, tu difikirî qet nebe hema ji bo demeke kurt jî be, te bidîta.

***

Wextekî bêruh, serdemeke bêcan e ji bo te. Esas bi jan e, têra xwe. Tu ziwa bûyî, av nemaye di devê te de, di çavê te de, di bedena te de. Tu têhn î, birçî yî. Ava ku di nav te de diherikî çawa miçiqî? Hingî bê mecal î tiliyên te diricifin. Ka tu yê çi bibînî bo dermanekê. Dermanê janê jehr e gelo? Tu nizanî, tiliyên te tevnagerin. Tu ditirsî tevbigerin û tu tiştekî bikî ku tu yê tu car ji bîr nebî careke din. 

Roj tarî ye. Şev, jixwe qîr û tarî ye. Çavên te kor bûne an tu nabînî, derdora xwe. Hestên te yên kûr û bêdawî jî nikarin çavên te vekin. Tu bi wê korbûnê, di wê tariyê de dixwazî riya xwe bibînî. Di nav daristanan de digerî, tu nizanî kîjan dar hene, çi reng in. Bêhna herdemtazeyan jî nayê te, ew bêhna tûj. Te hemû bêhn, hemû hest, hemû jiyan ji bîr kiriye. Çîpên te yên tazî diêşin, kevirên hişk, darikên sertûj lê ketine. Tu destê xwe li ser digerînî, xwîn tuneye. Ava bedena te nemaye. Te xwe wek kurmikekî vezelandiye. Bayê ku tê, piçekî ruh dide te, porê te belawela, tu hêdî hêdî radibî ser xwe. Dara li hemberî xwe himbêz dikî da ku careke din nekevî erdê. Tu bikevî, dizanî ku careke din nikarî rabî. Taqeta te nemaye. Strana te tê ji guhekî te dikeve û ji ya din derdikeve, nikare alîkariya te bike. 

Darikekî dibînî û dikî gopal ji xwe re. Bi alîkariya wî çend gavan diavêjî lê piyên te dikevin nav herîyê. Tu xwe vedigevizînî ji bo careke din rabî. Destên te, rûyê te tev de bûne herî. Xewneke tirsnak e ev an tu bi xwe bi rastî jî di wê tariyê de yî, di nav wê heriyê de û tu kor î? Nizanî. Tenê dixwazî bila hinek baran bibare, ser û çavên te paqij bike. Hinek av bide bedena te. Lê tu nizanî ew ê dilê te paqij bike an na. Her ku gurminiyek ji dilê te tê tu dibêjî qey dengê ewran e, ew qas birûsk vedide, dengekî mezin heye di dilê te de lê gelo ji derve tê sehkirin? Tu ne bawer î. 

Tu lepên xwe dixî nav heriyê da ku bikaribî xwe jê derêxî, destên te dişemitin. Gopalê te li ku ye, tu bi destên xwe lê digerî, tu nabînî. Ji te re wisa tê ku herî te dikişine nav xwe. Tu dicemidî. Ser û çavên te dicemidin, zimanê te dicemide. Lê di hundirê te de pêtên êgir digerin. Senfoniya beqan seh dikî, tu dibêjî qey dê niha bên û xwe biavêjin ser te. Tu divê ji wir xilas bibî û wê demê lingê te li gopalê te dikeve. Tu xwe bi zorî digihînê. Digirî destê xwe, ew jî di nav herîyê de maye. Tu dixwazî bi alîkariya wî rabî ser xwe, tu pê digirî lê gopal heta dawiyê dikeve nav herîyê. Mêşên hûrik li ser serê te digerin, dikevin nav poz û devê te. Gelo dibêjî, mirin ev e? Ya ku tu li bendê bûyî û te meraq dikir ka dê bi çi awayî bê. Divê ne wiha be, ne ev qas qirêj. Te bêriya rojê kiriye, ya ku ev demeke dirêj e te nedîtiye, tu difikirî qet nebe hema ji bo demeke kurt jî be, te bidîta.

Tiştek te dikişîne, wekî ku bi lingên te digire û dikişîne. Tiştekî xurt e. Gelo kesek e? Ew jî ketiye nav û dixwaze xwe bi te ve bigire û xwe bikişîne ser rûyê erdê. Wekî tu nalînekê seh dikî. Guhê xwe bel dikî û piştre gazî dikî. Ev deng bi rastî jî tê guhê te an di mejiyê te de ye. Dibe ku nalîna te be û tu bûyeran tevlihev dikî. Bîskekê bê deng dimînî ka tu yê careke din seh bikî an na. Belê! Deng tê, ne dengê te ye. Yê te bi qasî misqalekê jî dernakeve, geriya te ziwa bûye.

Tê bîra te ku tu carekê ketibûy erdê û goştê çokê te jê firiyabû, birîneke mezin, gilover û kûr mabû di şûna wê de. Xwîna te herikîbû, goreyên te yên spî tev de bûbûn sor ji xwînê û bi mehan tu ji wê birînê xilas nebûbûy. Wê çaxê hevalên te alîkariya te kiribûn. Lê îro? Îro kes tuneye qey te ji wê tariyê, ji wî heriyî xilas bike?

Tu careke din dengekî seh dikî. Vê carê zelaltir e û tu guhê xwe didiyê. Tu fam dikî ku ew goştê wenda yê çokê te ye ku nayê bîra te jî ka çend sal çêbû tu bêyî wî dijî. Dibêje, piştî ku te ew li wir wenda kiriye û bi xwîna xwe re vegeriyayî, li wir, tam li wê derê li benda te maye, bi salan! Te jî ew ji bîr nekiribû helbet, parçeyeke bedena te bû dawiya dawî, heta çend caran tu lê geriyabûy lê te nedîtibû. Bivê nevê bi demê re ji hişê te çûbû her çiqas şûna wî di cihê xwe de jî be. Dibêje te hestên xwe firotine, lewma te ew nedîtiye. Tu şaş dimînî. Dibêjî çawa, hest û parçeyeke goştî çawa dibe, bi çi awayî yek wenda dibe û piştî çend salan tê û te dibîne, yek jî tê firotin? 

Tu fam nakî ka behsa kîjan hestê dike. Ji te re dibêje, te parçe bi parçe xwe wenda kir. Te guhê xwe ker kir, çavê xwe kor kir, zimanê xwe di devê xwe de asê kir, te xwe ji canê xwe vekişand û bi cilên pirtikûparîbûyî xwe avêt van deran, cihê ku te ew li wir wenda kiribû. Got ha got û hemû jiyana te li ber çavê te reş kir. Seba goştê xwe, parçeyeke goştê çokê xwe tu hatî û ketî vî halî. Tu di dilê xwe de hêvî dikî, lava dikî nabe. Tu bi halê xwe dikenî û di wê demê de devê te tije herî dibe. Te dikişîne nav xwe, tu jî hema xwe berdidî. Hişê te li ser parçeyên te ye, gelo kîjan dê bê û te bibîne û piştre tu yê jî bi heman gazindan wê bikişînî nav.